Rojnameya Heftane

Li dijî mirovên spî berxwedana jina reşik!

Li ser rûyê erdê tu civak tune ye ku ji pergala serdestan zirarê nedîtibe. Hin civak ji ber zimanê xwe, hin civak ji ber ola xwe, hin civak ji ber rengê çermê xwe rastî zextên…

Hunerê resimî de cinî

Wexto ke merdim tarîxê resimî rê ewnîyeno, vîneno ke tewr zêde morê xo camêrdan dayo piro. Na rewşe Rojhelato Mîyanênî ra bigîrê heta Amerîka, Asya, Afrîka û heta Ewropa her ca bi eynî rengî…

Rênas Jiyan berfê tîne

Rênas Jiyan, mîna helbestên xwe yên berê hatine çapkirin cardin mijarên sosyolojîk û mîtolojîk xistiye navenda helbestên xwe. Di helbestên Rênas Jiyan de gelek peyvên li ber jibîrkirinê ne hatine bikaranîn

Şêrko Janzêm

Rênas Jiyan heta niha bi gelek cureyên edebî derketiye pêşberî xwînerên xwe; helbest, roman, ceribîn, teorî-felsefe, çîrok û şano. Vê carê dîsa bi pirtûkeke helbestan xuya bû ku ev dibe pêncemîn pirtûka wî ya helbestan. Rênas Jiyan di pirtûkên xwe yên helbestan ên berê hatine çap kirin de gelek terzên nû ceribandibû û her wiha di van pirtûkan de cih daye şanoyan jî lê em di vê pirtûka dawî de ne şano û ne jî ceribînên nû dibînin. Ev pirtûk ji serî heta dawî ji helbestên serbest pêk tê.

Berfwerîn, tê wateya; ‘ê/a ku berfê tîne’. Rênas Jiyan, peyveke ku bi xwe çêkiriye kiriye navê pirtûka xwe ya helbestan. Pirtûk ji 8 beş û 20 helbestan pêk tê. Jiyan, mîna helbestên xwe yên berê hatine çapkirin, cardin mijarên sosyolojîk û mîtolojîk xistiye navenda helbestên xwe. Di helbestên Jiyan de gelek peyvên li ber jibîrkirinê ne hatine bikaranîn. Ev peyv bi hosteyî hatine hilbijartin û di nav honaka helbestê de cihê xwe girtine. Li gel van peyvan gelek biwêj û gotinên pêşiyan jî hene.

Beşa yekem; Destanên min, Destarê min

“pir nebû ez ê wek keviran bijîm:

hişk û nemir

ma jê pêvtir!?”

Di vê beşê de 4 helbest hene ku her yekê navê xwe ji karektereke jin ên destanên kurdî girtiye. “Zîn”, “Xec”, “Edûl” û “Binefş”

Helbestvan di helbesta “Zîn” de dibe Mem di zindanê de, di helbesta “Xec” de li ser lat û zinaran sêwiyeke li dû pezkovîyan, di helbesta “Binefş”ê de li zozanên Berçelan û Qerejdax e, di helbesta “Edûl”ê de li ser pişta hespekî rewan e li miqabilî 1700 siwariyên dijmin.

Beşa duyem; Şoreş elmas in bi berxwedanê ji binê erdê tên derxistin

“tev bela mijok û dilbijokan

zimanê me di devê me de riziya”

Di vê beşê de 3 helbest hene. Her yek xwedî peyamekê ye; “Girtî”, “Werin” û “Yekitî”.

Helbesta “Girtî” ji bo girtiyên azadiyê hatiye nivîsîn. Tê de pesnê dilê wan ê pola û rihê wan ê azad dide. “Werin”, helbesteke ji bo Rojava ye. Di vê helbestê de bang li êrîşker û dagirkerên Rojava dike dibêje ‘Werin’ lê dibêje hûn ê nikaribin li miqabilî şervanan bi ser kevin hûn ê bikizirin û herin. “Yekîtî” di vê helbestê de jî peymana yekitîya neteweyî dide. Dibêje; “ werin em bibin ‘kurd’ wê çaxê kes nikare li ber me bêje ‘kirt’.”

Beşa sêyem; Ez bi pênûsê bi ruhê xwe ketime

“nizanim çima gava ez te dibînim

ji te fedî dikim wek ku hinekan

kincên min ên binê yên qetiyayî dîtibin

nûya min

nede dû min

ez bi rêya mirinê nizanim”

Di vê beşê de du helbest hene. Her du helbest jî bi peyvên resen û gundewarî hatine romantîzekirin. “Ax, Keçik!” di vê helbestê de sîtemek û bêrîkirinek heye. “Tu û Ta”, di vê helbestê de wesf û şibandinên cuda li yar, dost û hevalê hatine barkirin.

Beşa çarem; Pîvong keviran hembêz dikin

“welatê min di devê min de qelûn e

ev der efrîn e, axeke birûn e

ji porê me miştdehfikên mû ne

erdê wê ji bo meşa hûtan sabûn e”

Di vê beşê de du helbest hene. “Şervan”, di vê helbestê de qehremaniya şervanan heye. “Ferguson”, wê helbestê navê xwe ji marka terextora Massey Ferguson standiye û ‘ji bo cotkarê ku  li Efrînê li ser terextorê hat kuştin’ hatiye nivîsîn.

Beşa pêncem; Helbestên science fiction (tevna zanistî)

“mirov

bi parsa ber derîyê dojehan

nabe xwdîyê bihuştan”

Di vê beşê de du helbest hene. “Av Nema!”, helbestvan di vê helbestê de balê dikişîne ser meseleyeke gerdûnî, xelaya avê. “Xewnbîn”, helbestvan di vê helbestê de hêviyên xwe bi xewnbîna xwe ve girêdaye, xewnbîn rengê jiyanê ye.

Beşa şeşem; Di tariyê de peyvan çerez dikim

“bîranîn wek cilên demode ne

tu li xwe bikî nabe

tu davêjî destê te lê nagere”

Di vê beşê de sê helbest hene. “Jinên Sipîkuj”, di vê helbestê de teswîra dayikê heye. “Sor û Sar” Rênas Jiyan ev helbest ji bo qîza xwe Ro nivîsiye yanî îlhama wî qîza wî ye. “Dêmên Demê” di vê helbestê de bêrîkirina demên berê heye.

Beşa heftem; Taya gayan

“çû min derba xwe xawar

ez nema dihedirim

ma heta niha we dîtiye ku

ti gunehkarî ji dojeha xwe hez kiriye?

Di vê beşê de du helbest hene. “Gataya Bextewariyê”, gata peyveke ji zerdûştiyê tê, çarînên Zerdeşt in. Rênas Jiyan jî bi vê helbestê gatayek ji bo bextewariyê nivîsiye. “Fîlên Keserê”, di vê helbestê de fîl temsîla mezinahiya kîn û keserê ye.

Beşa heştem; Şevê kevz girtiye

“çavê te li mirin amin e

di min de mirin ne dudu ne

lê tu zanî nabûn ji te re tune ye

mirina min xulama te ye”

Di vê beşê de du helbest hene. “Gulikê”, ta’ma evîneke zarokî û zarokane ji vê helbestê tê. “Tu Nabê”, helbesteke mîna gunehderxistanan e.