19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rengê mîzê

Biçûkaniyê, her kengî biçûma gundê xwe, min bo xwe çîrok, peyv, metelok, serpêhatiyên resen û qedîm digirtin û piştî qewlê min ê gundî diqediya, bi wî tûrikê xwe yê tijî ve vedigerîm navenda Colemêrgê.

Wê carê jî, ji navên çûkan, ji navên gir û çiyayan, ji çîrokan û beecokan wêdetir min tişteke din bo xwe girt û zanî;  ew zanîn, zanîna rengê mîzê û lîstikên mîzê bû…

Belê mîza em pê dizanin. Bi latînî urîne yanî.

Ji kûrahiyên dîrokê heta niha ev ava laşî ango mîz, bo gelek tiştan hatiye bikaranîn, gelek miletan bo tiştên curbicur bi kar aniye. Weke mînak; mirovan xwe û didanên xwe bi mîzê şûştine ku paqij bin ji nexweşiyê dûr bin; ji bo paqijiya por û pirçê hatiye bikaranîn ku porên law û qahîm derkevin; jinên ducanî mîz vexwarine, pîstên ajalan ku qahîmtir bin di nav mîzê de hatine mendkirin.

Heke ez ji biçûkaniya xwe tiştek zanibim ew jî taybetiya mîzê ye.

Carekê digel hevalên xwe yên gundî, me tor û salikên xwe hilgirtin û me baz da ber bi ava Zê ve, ku masiyên ava Zê biqedînin, kit jê nehêlin! Ji kelecaniyan, li ser ber û kevirên tûj weke pezê kovî min xwe ji ser kevirekê ber bi kevireke din hilavêt û avêt, heta dawiya hilavêtinên min, ez kevtim û min destê xwe birîn kir. Xwîn êdî nesikinî, bi belgên darê, min xwest pêşiya xwîna xwe bigirim û ber êşê bihewim. Mamek ji wir derbas dibû, dît ku ji destê min xwîn tê, ji hevalê min re got derxe û bimîze pêve, dê tena be destê wî. Hevalê min jî bêpirs mîzte bi destê min ve. Bi rastî jî destê min tena bû hingê.

Caran diçûn ber kaniyekê, me devê xwe nûq dikir di avê de, hind ku ji me dihat me ava kaniya çiyê vedixwar, heta me zikê xwe bi avê dikire dahol. Paşê li erdî me xêzek tîre û kûr xêz dikir û me digot ka mîza kê dê zêdetir biherike, me lîstika mîzxezkanê dilîst. Helbet ev tiştên wiha me ji ber xwe ve nedirxistin, mezinên me nîşanê me didan me jî pêk tînand.

Hingê, tiştê herî zêde bala min dikişand, rengên berrikên gundê me bûn. Ji ber pirsyarên min kes nedixwest xwe nêzî min bike, lê belê meta Xec çi carî xwe li ber pirsên min neda paş. Her çi min pirsyar kiriba, bi sebreke mezin guhê xwe dida min û ez dibersivandim. Min jê pirsyar kir “Meta Xec, ew çawa ev benikên berrikan wiha reng reng dibin?” Got “Ji giyayên çiyayan rengên xwe digirin, giya avê ji xwe dide, wisa rengî didin berrikan.” Û dest pê kir ka kîjan giya kîjan rengî didin.

Got;

Koka giyayê rûnasê, rengê sor, sorane û pîvazî dide.

Giyayê şilemarê, rengên zer dide.

Giyayê bareşê, bi ava avîzeyan kehl dikin, rengê reş dide.

Giyayê tirşokê, berrikê dibirisqîne.

Giyareng, rengê kesk û zer dide.

Kalikên gûzan, rengê axê û reş dide.

Kalika hinarê, rengê pirteqalan dide.

Hemû reng hejmartin, tenê rengê şîn û binevşî ji bîr kiribû.

“Meta Xec, ka şîn? Te ew negot.”

Got, “Ew jî ji mîzê çêdibît.”

Çawa!

Bi rojan min ev fikir kir bo xwe, çawa ji mîzê rengê şîn û binevşî çêdibe. Mîz an zer e an jî spî ye, çawa rengê şîn dertê?

Dibe ku sed cerebe min kiribe ku ji mîzê rengê şînê derxim, diçûm ser keviran, nav zeviyan. Heta her roj diçûm min dimîste darekê ku rengê darê şîn bibe. Lê belê nedibû.

Çûme cem meta Xec min gotê “Meta Xec, te ji qesta gote min, çi mîz rengê şîn nadet!”

Keniya û her keniya, ez hilgirtime koşa xwe û got “Heke bimîziye ser heşê rengê şîn didet” hingê min zêde fêm nekir, min got qey heş jî giyayek ji çiyayên me ye û di dûv de neçûm, bi ya min tiştek gelek grîft bû, min li wê demê hêland mereqa mîzê.

Min piştî salan zanî ku ew heş ne weke giyayên çiyayên me bû, ji ciheka dûr dihat, xwe ji Hindistanê heta bo welatê me dihat. Piştî ez fama bûm, min pirsyarên xwe, lêkolînên xwe jî kirin. Bi pirsyaran ev tiştê han gotine min;

Hêj demên berê, kesên diçûne karwanê, jinan bi tiliya karwaniyan ve pateyek girêdida û jinan ev kes tembîh dikirin, “Heşa me ji bîr nekey, bila ev pate bîne bîra te, heşê bîne!” Belê karwan diçûn cihên dûr, diçûn Mûsilê, diçûn Sîno û Seblaxanê. Li Colemêrgê taybet çend cihên sereke hebûn bo danûstandinê, ev bi salan qet neguherîn. Çand, jiyan, zarav, kiryar, cerebe bi êkûdu re veguhastin van bajaran. Colemêrg her ji van bajaran hilgirt lê belê ti carî raz û kiryarên xwe digel cihên derveyî xwe parve nekirin.

Heş hingê ji bo jinan ji xizêmk û guharkan taybettir bû. Ji ber ku peydakirina heşê, rengdana heşê gelek zor û zehmet bû. Ew berrikên ji heşê rengdayî an ku berrikên rengê şîn û binevşî tê de ba, di cihên herî taybet de vedişartin.

Rengê mîzê çawa diafirî?

Helbet ev afirandin, weke gelek afirandinan hinek sebr û dem dixwest. Xuya ye, gelek ceribandine û gelek jî sebr kirine heta vî rengî biafirînin. Dibêjin ku berê dîskek amade dikirin û ji keçikên 13 û 14 salî re digotin werin bimîzin di nav van dîskan de. (taybet divêya keçik bûna, mîza kuran digotin tûj e û rengê heşê xirab dike.) Piştî dîsk bi mîza keçikan ve tijî bûya, devê dîskê bi pateyekê digirtin û 20 rojan li benda tirşbûnê diman.

Weke hevêngekê dema ew mîz tirş dibû, heş di dîskê re diwerandin û paşê jî benik dixistin nav dîskan. Dema têra xwe benik di dîskê de dima, derdixistin û benikên rengê zer girtî li ber hewayê dadiqûtan ku hewa yekoyeko hemû rişyên benikan bide. Ev merheleyek e ku niha bi zanistiya kîmyewî bê ravekirin.

Her çend hewa li rişyên benikan dabûna rengê şîn û binevşî derdiket, ew benikên ji mîzê derketî  pêşiyê şîn dibûn paşê jî rengê binevşî digirtin. Mirov heke ji hêla zanistê ve binirxîne ev bûyera balkêş û taybet bi alikariya oksîtbûnê ji rengê zer vediguhazî rengê şîn û binevşê… ev ji hêla jinên kurd ve bi sed salan weke razekê hate veşartin.

Ev zanîna bêhempa û zanînên weke vê di nav bîr, ziman û jiyana me ya rojane de cih digirin, ew e ku divêt hay jê hebin û di dûv de biçin.

Pirsyarek bo dawiyê; dema mezinên me ji me aciz dibûn hinek caran nifira “hey heş bi te ketiyo!” bi kar dianî. Çima, ev nifirek çawa bû? Nebe ku ji ber rengê heşê wiha gotibin, heşko bibêjin “hey tu reş û şîn bîyo!” dibe û pêkan e jî…

Berrik: Xalîçe, Mafûr, Merşik

Heş: Indigo

Pate: Paç

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê