25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rengên Mezopotamyayê

A. Asli Filîz ev 20 sal in wek Grafîker e û heta niha bergên albûmên hunermendên wekî Metîn Kemal Kahraman, Ciwan Haco, Kazim Oz, Mehmet Akbaş, Hêja Netirk, Suat Usta, Fuat Saka, Rodî Guven Yalçinkaya çêkirine. Her wiha ji bo komeleyên jin, zarok û ji bo platformên siyasî bi awayekî dildarî karê grafîkê dike.

Hunermend Filîz di sala 2019’an de li Hamburgê beşa şêwakariyê xwendiye û niha jî li HFBK’yê profesor e û bi Ingo Offermanns re xebatên xwe didomîne. Hunermend Filîz têkildarî hunera xwe ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Di vê pêvajoya zanîngehê de ez hem grafîkeriyê hem jî bi boyaxa akrîlîkê xebatên xwe didomînim û her wiha wan pêşkêş dikim. Di van xebatên xwe de herî zêde rengê welatê xwe û çanda Mezopotamyayê wek mijarê sereke dibînim. Ji ber ku hewceye her kes têkildarî zilma li ser kurdan bûye û hê jî dibe, bizanîbe û bibînin.

A. Asli Filîz dê li Hamburgê di 10’ê çile de bi navê ‘Rengên Mezopotamyayê’ pêşengehekê li dar bixe û der barê pêşengehê de ev tişt anî ziman: “Xebatên min ên li ser tuwalê her diçû zêdetir dibûn. Bi pêşniyariya hevalan me biryara pêşengihê da. Dê pêşengeh di 10’ê çile de li Hamburga Almanyayê li bajarê Itzehoe’yê bê li dar xistin.”

Pêşengeha Rengên Mezopotamyayê bi ser navên, ‘Motifa jina ku destê wê di noqa wê de’, ‘Gilgamêş’, ‘Zerdûştî’, ‘Şamanîzm’, ‘4 Jin 4 Welat’, ‘Mûsa Anter’, ‘Jinên windayî yên Dêrsimê’, ‘Şahmeran’ û ‘Berxwedana Garîbe Gezer’ dê derkeve pêşberî ziyaretvanên xwe.
Rêngên Mezopotamyayê dê di navbera 10’ê çile û 1’ê nîsana 2022’yan de li bajarê Itzehoe li Kulturhof’ê bê li dar xistin. Roja pêşengehê dê di 15’ê çileya 2022’yan de, di saet 17:00-21:00’ê de were vekirin.