Rojnameya Heftane

RES ji bo Mêrdînê hem gef hem jî xisar in

Bêrîvan Kayî

Şîrketa Anonîm a Ceyranê ya Dîcleresê, li Mêrdînê projeyeke Santralên Enerjiya Bayê (RES) amade kir. Şîrket ji bo vê projeyê dê li navçeyên Qoser, Şemrex û Dêrikê yên Mêrdînê nêzî 50 turbînên bayê çêbike. Şîrketê, destpêkê ji bo projeyê serî li Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) dabû. Wezaret  û ÇED’ê rapora “erênî” dabû projeyê.

Şaxa Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahisazên Tirk  (TMMOB)  a Mêrdînê,Tevgera Ekolojiyê ya Mêrdînê û gelek aktîvîstan, der barê bandora neyînî ya projeyê ya li ser hawirdor û ekolojiyê raporek amade kir û hefteya borî ji raya giştî re ragihan. Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mêrdînê Egît Ozdemîr, der barê projeyê de axivî û bandora neyînî ya projeyê vegot.

Hejmarên turbînan

Ekolojîst Egît Ozdemîr, ji 2012’an ve di nav tevgerên ekolojiyê de cih digire û hê jî xebatên xwe yên di nav tevgerê de didomîne. Ozdemîr, aliyên trubînên bayê yên teknîkî  û encamên neyînî yên ku ev proje bixwe re bîne nirxandin û diyar kir ku dê projeya RES’ê bermahiyên dîrokî, nebatên endemîk û cureyên ajalên vê herêmê tune bike.

Ozdemîr, da zanîn ku ji bo projeya RES’ê dê li Dêrikê 37, li Şemrexê 9 û li Qoserê jî 4 turbîn werin çikilandin û tenê ji bo vê projeyê 318 milyon butçe hatiye amadekirin û wiha got: “Li gorî lêkolîn û çavderiyên me; dê li ser sînorê 16 taxan turbîn werin çikilandin. Ji 50 turbînî 25’ên wan 0.9 megabayt û 25’ên wan jî 1.5 megabayt hêza wan heye. Tevahî hêza vê projeyê wekî 60 megabaytî tê texmînkirin. Ev yek jî tê wateya ku dê cihên dîrokî ku di nav sînorên herêmê de dimînin, ji hêza bayê van turbînan pir zirarê bibînin.”

Gefa li ser xweza û dîrokê

Ozdemîr,  bal kişand ser berhemên dîrokî yên ku dê di bin bandora turbînên bayê de bimînin û ev tişt anî ziman: “Li gorî encamên lêkolînên me yên li ser vê mijarê; ji Keleha Rebatê û Sûlava GAP’ê dê di nav vê projeyê de bimînin. Helbet em li gorî lêkolînên xwe yên bi derfetên kêm em gihaştin vê encamê û hê gelek deverên ku me xwe negihandê jî hene. Hewce ye ku kesên wekî arkeolog jî werin van berhemên ku dê zirarê bibînin û bînin ziman.”

Sulava GAP’ê perçeyek ji tevahiya xwezaya Mêrdînê ye û cihê seyrana niştecihên bajêr e. Keleha Rebatê jî di dema Romayê de hatiye çêkirin û heta roja me jî li ser pêyan e. Keleh, di sala 2010’an de wekî qada sîtê ya arkeolojîk hatibû tescîlkirin. Ozdemîr, derbarê vê yekê de jî got ku wê her du cih jî zirarê bibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xisara herî mezin dê Keleha Rebatê bibîne, ji ber ku zêde nêzîkî turbînên bayê ye. Dema em li mînakên RES’ê yên heta niha hatine çêkirin meyze bikin, em dibînin ku xisara herî mezin daye ajalan û nebatên li derdora santralan.”

Bandora li aboriyê

Ozdemîr, destnîşan kir ku dê projeya RES’ê bandoreke neyînî li aboriya herêmê jî bike û der barê vê de ev nirxandin kir: “Heger ku ev turbîn werin çêkirin dê cotkar jî nikaribin erdê xwe biçînîn û  sewalên xwe biçêrînin. Ji ber ku herêm debara xwe bi sewalkarî û cotkariyê dike, dê rewşa aborî her biçe xerabtir bibe. Çêkirina turbînan dê li ser derûniya niştecihên herêmê jî bandor bike. Ya din jî ji bo avakirina van turbînan, dê rê werin çêkirin û deverên ku ne rast bin, ji bo çêkirina rê werin teqendin. Dîsa înşeatê bên çêkirin. Yanê bi kurtasî dê ev proje ekolojiya herêmê tevlihev bike. Dê li ser avhewayê tevî bandor bike.”

Egît Ozdemîr di dawiya axaftina xwe de bang li kesên wekî biyolog û arkeolog kir ku bi awayekî pisporî lîsteya cureyên ajalan, berhemên dîrokî û cureyên nebatên ku ji turbînan xisarê bibînin amade bikin.