20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Reşahat Ada: Ji ber ku em poşmaniyê qebûl nakin me ceza dikin

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan, li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 57’emîn de berdewam dike. Endamên Şaxên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) yên Amed, Elîh û Şirnexê û Sekretera Jînan a KESK’ê Done Gevher Koyun tev li çalakîya malbatên girtîyan bûn. Done Gevher Koyun di serdana malbatan de axivî û wiha goğt: “Kiryarên li ser girtiyên nexweş qet nayên qebûlkirin. Li gorî qanûna navneteweyî her girtî xwedî maf e ku ji xizmeta tenduristiyê sûdê bigire.  Ev di qanûnan de zelal e. Bêhiqûqiya tê jiyin, tenê ne pirsgirêka malbatên girtiyan e. Divê her kes li dijî van pirsgirêkan bertekên xwe bînin ziman.” Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Husnu Yildirim jî wîha axivî: “Nezî 600 girtiyên nexweş hene û hewcêye ku ev girtî baş bên tedawîkirin.”

Reveberê Şaxa SES’ê ya Şirnexê Murat Ozbey jî bal kişand ser polîtikayên dewletê û wiha got: “Heya ku doza Roboskî û Malbata Şenyaşar çareser nebe û daxwazên wan ên edaletê pêk neyên em nikarin qala demokrasiyê bikin. Saziyên girtigehan bûne cihe îşkenceyê. Lê li dijî van zextan kevneşopiyeke berxwedanê heye. Em ê li dijî van bûyeran rexistinbûna xwe mezin bikin.”

Xizmên girtiyên nexweş û girtiyen ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, piştî ku çûn Enqereyê û vegeriyan çalakiya xwe berdewam dikin. Malbatên girtiyan di çalakiya Nobeda Edaletê de fikr û hestên xwe bi mere parve kirin.

Ji malbatên girtiyan  Reşahat Ada jî anî ziman ku heya zarokên wan bên berdan dê çalakiyên xwe bidomînin û wiha got: “30  sal in zarokên me di girtigehan dene. Em ê çima poşman bibin. Tiştekî ku me poşman bike tune. Ji ber ku poşmaniyê qebûl nakin, cezayên wan tên înfazkirin. Ma ev e edalet? Em aştî û edalet dixwazin.”

Ji malbatên girtiyan yek jê jî dayîka Nûray Abay  a 75 salî ye. Nûray Abay a ku nebiyê wê Dogan Beyaz 4 sal in girtî ye û12 sal ceza lê hatiye birin jî wîha got: “Nebiyê mîn Dogan Beyaz 27 salî ye. Nezî 4 sal in li Girtîgeha Hîlwanê bû. Beriya niha bi demekê ew şandin Girtîgeha Trabzonê.”

Em ji vîna xwe bawerin

Dayika Abay bal kişand li ser yekîtiya malbatan û wiha lê zêde kir: “Em ji bo girtiyên bêsûc, nexweş û ên ku cezayên wan hatina înfazkirin li vê derê ne. Xizmen me Şûkrû Abay û Mehmet Adli nêzî 35 sal in girtî ne. Li gel ku cezayên wan qediya ne jî lê cezayên wan hatin înfaz kirin û nayên berdan.”

Keça Abdulhalîm Kirtay Herdem Merwanî jî têkildarî serdanên Enqereyê agahî dan û wiha got: “Me bi gelek partiyên siyasî re hevditin kir. Me xwest vê pirsgirêkê bikin rojava partiyên siyasî û saziyên li Engereyê. Di serdanên sazî û  partiyan de diyar kirin ku ji girtîgehan gelek name ji mere tên. Di van nameyan de gilî û pirsgirêkên li girtîgehan anîne ziman. Lê ji bo çareseriyê tu tişt nehatiye kirin. Lê piştî em çûn Enqereyê ev ciddiyeta me dîtin. Di destê me de dosya hebû. Ev dosya ji aliyê bijîşk û hiqûqnasan ve hat amedekirin. Sazî û rêxistinên ku me serdana wan kir dê van dosyayên me bişînin Wezereta Dadê. Nûnerên partî û saziyan ji me re gotin em ê vê mîjarê têxîn rojava Wezereta Dadê. Nûneran bi gotina ‘Ev pirsgirek ne tenê ya malbata ye. Ev pirsgirêka ya civakê ye’ bersîve dan me.”

Tenduristiya 38 girtiyan gelekî giran e

Merwanî anî ziman ku tenê ne rewşa 38 girtiyan  ji bo rewşa hemî girtiyên nexweş çalakiyan li dar dixin û wiha berdewam kir: “Me di serdana saziyan de yek bi yek pirsgireka hemû girtiyan vegot. Lê herî zêde em li ser rewşa 38 girtiyên nexweş rawestiyan.

Em ê hewldanên partî û rêxistinên li Enqereyê bişopînin

Merwanî herî dawî destnişan kir ku ew ê hewldanên li Enqereyê bişopînin û wiha bi dawî kir: “Partî û rêxistinên ku me serdana wan kir bi rastî dê çiqasî bi pirsgirêkê eleqedar bibîn û çiqas çareser bikin em ê bişopînin. Nêzîkatiya wan çiqasî raste em ê bibînin. Em bi hevî û kedeke mezin çûn Engereyê. Ji ber vê yekê ku neyê çareserkirin, em ê bertekê nîşan bidin. Çi dibe bila bibe, divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Hefteya li pêş me dê hinek tîşt şenber bîbin. Lê em li bendê ne heta meha sibatê ev pisrgirêk bikeve rojava Wezereta Dadê.”