Rojnameya Heftane

Reşbelekek bo tenêtiyê

Alik X

Nizanim ez ê çawan dest pê bikim. Dixwazim bibêjim ku li min bibore! Lê weku wê lêborîn, pepûk bimîne. Min divê, jixwe; weku wê ji xeynî peyivîna bi devê bawermendan, awayê din ê vegotinê ne ji dil be. Ji lewre, dixwazim bibêjim ku min bibexşîne! Ji bo ku min bikarîbûya ji te re çong daniyana erdê, qey diviya bû ku zivistana min a 25’an jî di ser min re derbas bûbûya. Te dît, heye ku berî qirnekê, te bi wî mîrî ew name dabû nivîsandin ku tê de digot,”Heta mirov xwe nas dikit, emrê xwe xelas dikit.”

Ez ê jî xwe bispêrim hevoka wê nameyê û li xwe negirim. Ez vê gavê, gava ku hewl didim bo te binivîsim jî ne êmin im bê min xwe nas kiriye, yan na. Lê, min tu baş nas kiriyî. Heta berî naskirina te, wateyên min demkî bûn, îcar ez ê hewl bidim ku heman aqûbet neyê serê te. Belkî haya te jê tune be, lê beriya min, helbestkarekî rihspî yê mezin, tu şibandiyî”karxezal”ekê. Bi min, ji ber ku tu êdî ji min re wate yî, şibandinên ji karxezalan ciwantir heq dikî.

Ne ji rûbirûmayîna min a dirêj a bi te re bûya, heye ku min tê dernexista ku ez hîç jî bi dilekî tijî êşiyame; ya ku min berî vê rûbirûmayînê hîs kiribûye, bi tenê acizî, ango, teyisîna birînên demê ya li ser hişmendiya min bûye. Aciziyeke demkurt a ji ber rûbadana ji te, ku li derve, pê bûbûme rizgarkerekî lewçe yî erzan… Lê, ez ê jê şûn ve mastê xwe yê tirşbûyî bi tenê ji te re aşkera bikim. Divê bi tenê tu bi hinek razan bizanibî; da ku tu mîna berê nebî xezeb û bikaribî ji xeynî aciziyeke qelp hîsinên mezin bi min bidî jiyîn.

Gotina dawîn: Dibe ku tu weke sêvekê, simbil an jî rijandina xwînê bi mîtolojiyekê şa nebûbî û dibe ku tu nebûbî têgiheke mirîdhez jî. Lê ez her roj xayîntiyê bi te re dikim û her gava ku pêjna te dikim, pê dihesim ku ji ber reva min a ji te, hîsên min qels û kiryarên min ên din jî qelp dibin… Hasilî, min efû bike tenêtî!