19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Resûl Baltaci yê 29 sal in girtî ye 2 dozên din lê vekirin

Zext û tundiya li ser girtiyên siyasî berdewam dike. Mafê girtiyan ên hiqûqî, siyasî, mirovî, tenduristî û civakî tê binpêkirin. Dema girtî mafên xwe dixwazin; an ev daxwaz li ber çavan nayê girtin, an jî ji ber doza mafê xwe kirine doz li wan tê vekirin. Yek ji girtiyê ku 29 sal in girtî ye û 2 dozên din lê hat vekirin Resûl Baltaci ye. Baltaci, li Girtîgeha Tîpa T a Çîmlî ya Duzceyê girtî ye. Baltaci di sala 1992’yan de li Êlihê ji ber sedema siyasî hat  girtin û dadgehê cezayê heta heta lê birî. Rayedaran niha li Baltaci bi hinceta “Pirtûka qedexe aniye girtîgehê” du doz vekirin. Rayedar bi van du dozan dixwestin înfaza wî bê şewitandin.

Eger doz betal bibin û ceza lê neye birîn dê Baltaci salek şûnde tahliye bibe. Dozger ji ber pirtûkên qedexe li qawîşê hatine dîtin dixweze 10 sal ceza lê bê birîn. Malbata Baltaci ya li Êlihê dijî diyar kirin ku wan 3 sal berê pirtûk û kart bi rêya posteyê şandin û li ser wê mohra “goruldu” (hatiye dîtin) a îdareya girtîgehê heye. Malbatê, bibîr xist ku agahiya girtîgehê ji pirtûkan heye û armanca wan ew ku înfaza Baltaci bê şewitandin û 6 salên din jî di girtîgehê de bimîne.