25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya girtîgehê lêpirsîn li Ayşe Gokkan vekir

Li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi îdaya “endamtiya rêxistinê” û “rêvebertiya rêxistinê” ye doz hatibû vekirin. Daneşîna dozê ya 22’emîn di 13’ê Îlonê de Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn hatibû dîtin. Di daneşînê de serokê dadgehê, bi polîsan mudaxeleyî parêzerên parastin dikirin kiribû. Kesên beşdarî dozê bûbûn û parêzer bi lêdanê ji eywana daneşînê darxistibûn. Li ser vê yekê  parêzeran reda dadger kiribû. Lê daxwaza parêzeran hatibû redkirin. Parêzeran careke din reda dadger kir.

Ayşe Gokan, têkildarî bûyerên li salona dadgehê û girtîgehê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re daxwazname şand. Lê ji ber vê yekê rêvberiya girtîgehê der barê Gokkan de lêpirsîna dîsîplînê vekir.

Parêzerê Gokkanê Muharrem Şahîn wiha got: “Girtîgehê bi îdaya ku li gorî rêgezên rayedarên girtîgehê tevnegeriyaye lêpirsîn vekiriye. Lêpirsînek bi vî awayî nayê qebûlkirin. Mijar tune ye sucdarî tune ye.”