19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser bi Rûsyayê re çi axivî?

Di van demên dawî de Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser, bi dewletên wek Rûsya, Fransa, Amerîka, Danîmarka û gelek welatên din re li ser hev hevdîtinan pêk tîne. Ev çûn û hatine Rêveberiya Xweser û trafîqa dîplomasiyê jî pirsên gelo dê di rojên pêşiya me de di rewşe Sûriyeyê de hin guherîn derkevin holê? tîne aqilan.

Herî dawiyê ji MSD’ê û Rêveberiya Xweser heyetek, li ser vexwendina wezareta Karên Derve ya Rûsyayê çûn Moskovayê. Der barê naveroka vê hevdîtinê de em bi Hevseroka MSD’ê Emîne Omer re axivîn. Omer agahiyên girîng bi Rojnameya Xwebûnê re parve kir.

Li ser vexwendina fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, heyetek ji MSD û Rêveberiya Xweser çû Moskovayê. Tu dikare hinekî qala vê hevdîtinê bike? Heyetê hevdîtin bi kê re pêk anî? Di naveroka vê hevdîtinê de çi hebû?

Heyeta MSD’ê ya Rêveberiya Xweser wek hun jî dizanin li ser vexwandina wezareta Karên Derve çû Moskovayê. Heyet ji endama Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, hevseroka Meclisa Yekgirtî ya Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê, endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Sîhanok Dîbo pêk dihat. Heyetê li wir bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve û Nûnerê Taybet ê Rûsyayê yê Taybet Mihail Bogdanov re hevdîtin pêk anî. Gelek mijar di vê hevdîtinê de hatin nîqaşkirin. Di serî de rewşa tevahî Suriyeyê û bi taybetî rewşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Suriyeyê re, emeliya siyasî ya ku terafên Sûriye têde derbas bibin û bi tayabetî Rêveberiya Xweser û MSD hatin axaftin. Ji bilî van gefên dewleta tirk û êrîşên wê yên li ser erda Sûriyeyê û yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Armanc bi vê hevdîtinê çi bû?

Em dikarin bêjin armanca bi vê hevdîtinê bêgûman li ser girîngiya diyalogê di neqebeyna Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de bû. Ji ber ku her du alî di rêya diyalogê de bigihîne tifaqan û ev  îttîfaq jî bikeve ber berjewendî û xwestekên gelê Sûriyeyê.

Nêzîkatiyên Rûsyayê yên li hember Rêveberiya Xweser çawa bûn, di axaftinan de çi derket holê?

Nêzîkatiyên rûsan ji Rêveberiya Xweser re heta astekî nêzîkatiyên îcabî (pozîtîf in) ne. Koordînasyonek heye di navbera wan de. Cara yekem Rûsyayê hişt ku Rêveberiya Xweser ofîseke xwe ya dîplomasiyê li Moskovayê veke. Ev gaveke gelekî girîng e. Berî niha jî projeyeke Rûsyayê hebû ji bo Sûriyeyê. Ev projeya wan jî projeyeke federalî bû. Di heman demê de projeyeke wan a destûra Suriyeyê hebû. Di wê destûrê de jî çareserî ji bo pirsgirêka Sûriyeyê di rêya sistemeke nenavendî li ser esasê heremî. Ev gavên Rûsyayê pêşkêş dike, baş in. Rûsya dixwaze ku îttîfaqek di navbera hikûmeta Şam û Rêveberiya Xweser de çê bibe. Ev yek hat xuyakirin di hevdîtinan de. Ji ber ku teekîd wan a li ser van diyalogan dide xuyakirin ku rûs dixwazin diyalogek ava bibe. Li ser vî esasî jî em piştgiriya van diyalogan dikin.

Berê jî heyeta Rêveberiya Xweser serdana Rûsyayê kiribû. Di navbera serdana berê û ya niha de helwesteke çawa derket holê, ferqeke çawa hebû?

Rast e salek berê di 2020’î de hevdîtinek di navbera MSD, Rêveberiya Xweser û Rûsyayê de pêk hatibû û hevdîtin bi Wezîrê Karên Derve, Sergey Lavrov re hataibû kirin. Ji wê hevdîtinê heta ya dawî tu guhertin di nêzîkatiyên rûsan de çênebûne. Ji ber ku Rûsya li ser diyaloga Sûriyeyê piştrast dikin û dibêjin em amadene ku em berdewamiya hêzkirina vê diyalogê bikin. Dibêjin civata Sûriyeyê civakeke ku hemû pêkhatiyên cuda yên bawerî, nijadî, û çandî tê de hene. Hewceye ew xwe bi xwe bi rêya dîyalogê bigihêjin îttîfaqê di navbera hev de û karibin çareseriyekî ji vê pirsgirêke re deynin. Çi mudaxaleyên derve û çi yên hundir, bêyî ku rê bidin mudaxaleyan dixwazin di nava xwe de bi diyalogan çareser bikin.

*Rûsya garantoriyê jî dike. Lê Tirkiye bi her awayî jî êrîşên xwe didomîne. Der barê rola garantoriya Rûsyayê de di hevdîtinê de tiştek hat gotin? 

Me têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dagirkirina wê jî nîqaş kir. Rûsya da zanîn ku ew hê jî garantor in û li hember hevpeymana şer e. Ew ê rola xwe ya garantoriyê berdewam bikin. Gotin tu carî nabin aliyê êrîşan. Anîn ziman ku ew tu carî qebûl nakin ku dewleta tirk axa Sûriyeyê dagir bike.  Di hevdîtinê de hat gotin ku dê van xwestekên me berçav bigirin û dê li ser wan dosyayên binpêkirinan bisekinin. Ev dosyayên binpêkirina dewleta tirk jî wek xaleke gelekî girîng nîşan dan. Gotin ku ev xal ji bo me jî pir girîng in.

Bandorê vê hevdîtina dawî dê çawa be?

Ev hevdîtina dawî mimkûne ku di encamê de çareseriyeke meqbûl ji aloziya Sûriyeyê re bîne û îtîfaqek pêk were.

Hevdîtinên girîng li derveyî welat pêk tên. Amerîka, Rûsya, Tirkiyê, MSD, hikumeta Şamê her kes di nav çûn û hatinekê de ye. Diyalog bi çi awayî dest pê dikin û dê bandora van hevdîtinan li herêmê çawa bin?

Mijara Sûriyeyê îro wisa xuya dike ku ji bo hemû dewletên wek Amerîka, Rûsya, Tirkiye, Fransa û rejîma Sûriyeyê û bêgûman ji MSD’ê re mijareke girîng e. Ev hevdîtinên ku îro çê dibin yên di navbera van aliyan de, dixwazin ku bi rêya diyalogê her kes berjewendiyên xwe pêk bîne. Mînak îro de tê xuyakirin ku li ser vê dosyayê di navbera Amerîka û Rûsyayê de lihevkirinek heye. Di encamê de dema li hev bikin dê bandora vê yekê li ser hemû herêmê hebe û wê bandoreke erênî be. Ji ber ku wê pêşeroja herêmê bê diyarkirin.