23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser dê li Cenevreyê nûnertiya xwe veke

Nûnertiya Ewropayê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku dê li bajarê Cenevreyê nûnertiya xwe vekin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku serketinên siyasî û leşkerî bi dest xistin û fedakariyên mezin dan, bi taybet di şerê li dijî DAIŞ`ê de ku HSD’ê rola herî mezin di wê yekê de lîst, êdî girîng e ku rêveberî li welatên di doza Sûriyeyê de bi bandor in ên wekî Almanya, Fransa û Swêdê nûnertiyên xwe veke.

Nûnertiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku armanc ji vekirina nûnertiyan, pêşxistina têkiliyên bi welatên din ên Ewropayê re ye û wiha got: “Gava me ya pêş, vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Swîsreyê ye. Ji ber ku ev yek xwedî girîngiyeke mezin e û bi taybetî di doza Sûriyeyê de. Ji ber ku li Swîsreyê gelek kongreyên girîng ên ji bo danîna nexşerêyeke çareseriyê ji aloziya Sûriyeyê re hatin lidarxistin. Ji ber vê armancê, em ê îro li bajarê Cenevre yê Swîsreyê nûnertiya xwe vekin.”

Armanc pêşxistina têkiliyên dîplomatîk e

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku vekirina nûnertiyê di çarçoveya danîna têkiliyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmet û gelê Swîsreyê de pêk tê û wiha hat domandin: “Ev yek bi armanca pênasekirina projeya Rêveberiya Xweser û nêrînên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û mekanîzmeya hukmê ya pêşerojê, pêk tê. Her wiha bi armanca mayîndekirina têkiliyên me yên dîplomatîk û mayîndekirina aramiya li herêmê bi rêya hevkariya hevbeş di aliyên siyasî û çandî de pêk tê, nexasim ku hîn gefa DAIŞ’ê li ser mirovahiyê û tevahî cîhanê dewam dike.”

Dewleta tirk piştgirî dide komên terorîst

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk a dagirker piştgiriyê dide komên radîkal û terorîst ku herêmên bakurê Sûriyeyê û bi taybetî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir dike û wiha hat gotin: “Ev dagirkirin li dijî hemû nirxên mirovî ye. Nûnertiya me wê kiryarên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî ji rêxistinên navneteweyî re aşkera bike û dê bibe navbeynkar di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û aliyên fermî û nefermî yên li Swîsreyê de. Her wiha dê karê welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Swîsreyê hêsan bike.”

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê hêvî kir ku nûnertiya wan li Cenevreyê karibe têkiliyên dîplomatîk û civakî yên bi gel û hikûmeta Swîsreyê re pêş bixe û bikeve xizmeta gelên Sûriyeyê û Swîsreyê.