spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser: Êdî hikûmeta Iraqê nikare Şengalê biparêze

Êrişên li ser Şengalê bi taybetî jî li dijî rêveber û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê di rojên dawî de zêde bûne. Piştî di 7’ê kanûnê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda di êrişa balafirên şer ên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da, di 11’ê kanûnê de jî balafirên şer ên Tirkiyeyê avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê bombe kir. Amadekarî dihate kirin ku îro bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehan, pêkhateyên Şengalê xêra Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Xwedêda, bê dayîn. Lê ji ber êrîşê ev bernameya belavkirina xêrê betalbû.

Rayedarên Rêveberiya Xweser a Şengalê dan zanîn ku sazî, dezgeh û kesayetên hikumeta Iraqê jî ji bo vê bernameyê hatibûn vexwendin. Lê tevî vê rastiyê jî hikumeta Iraqê li dijî êrişa 7’ê kanûnê û êrişa dawî tu helwest nîşan neda.

Rêveberiyê anî ziman ku li dijî van êrişên ku bi hevkariya Tirkiyeyê û PDK’ê têne kirin, di serî de hikumeta Iraqê bêdengiya hêzên navneteweyî berdewam dike û wiha got: “Rêveberiya Xweser a Şengalê li hemberî bêdengiya hikumeta Iraqê ku rê li ber van êrişan vedike helwesteke cidî ya siyasî girt. Êdî hikumeta Iraqê bi ti awayî nikare Şengalê biparêze û tu serweriya wê jî nemaye. Ji ber van sedeman Rêveberiya Xweser duh bi nivîseke fermî hişyarî da hemû sazî û dezgehên hikumeta Iraqê yên li Şengalê.

Rêveberiya Xweser xwest ji bilî nexweşxane û dibistanan wê tu sazî û dezgehên fermî îro li Şengalê deriyên xwe venekin.

Li gorî agahiyên destpêkê jî, li ser vê hişyarî û helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê, piraniya sazî û dezgehên hikumeta Iraqê yên li Şengalê îro dest bi kar nekirine.