spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser: Gel peymana 9’ê Cotmehê pûç kir

Rêveberiya Xweser a Şengalê, di salvegera yekemîn a peymana 9’ê Cotmehê de daxuyaniyek da û diyar kir ku gelê Şengalê carek din îsbat kir ku berxwedana gel peymana 9’ê cotmepê pûç kiriye.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ya li dijî Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan bi bîr xist û peymana 9’ê Cotmeha 2020’î şeremezar kir.

Rêveberiya Xweser a Şengalê, di daxuyaniyê de diyar kir ku di ser Peymana 9’ê Cotmeha ya bi tifaqa hikumeta Mistefa Kazimî û PDK’ê hatiye îmzakirin re salek derbas bû û wiha got: “Her çiqas wekî peyman were binavkirin jî di esasê xwe de ev komployek li dijî gelê Şengalê, li dijî êzdiyatiyê bû. Gelek komplo li dijî kurdan pêş ketine. Yek ji van komployan jî ya 9’ê Cotmeha 1998’an e. Bi vê komployê re şerê cîhanê ya sêyemîn kete qonaxeke nû. Ji wê demê heya niha li dijî îradeya gelan êrîşeke bênavber a hêzên desthilatdar berdewam dike. Di 9’ê cotmeha 2019’an de jî bi armanca şikandina Şoreşa Rojava û bi piştgiriya hêzên navdewletî Girê Spî û Serê Kaniyê hatin dagirkirin. Di 9’ê cotmeha 2020’î de vê carê li dijî Şengalê komployeke nû hate plankirin. Her çiqas ev komploya bi navê Peymana 9’ê Cotmehê di navbera hikûmeta Kazimî û PDK’yê de hatibe îmzakirin jî gelek hêz û derdorên cuda di nav vê planê de cih girtin. Di fermana 2014’an de hesabê dewleta tirk û PDK’yê ew bû ku civaka êzidî bi destê DAIŞ’ê bê qirkirin. Lê civaka êzidî bi avakirina Rêveberiya Xweser ji fermanê derket û bersiva herî xurt da dagirkeran.”

Hesabê PDK’yê neçû serî

Rêveberiya Xweser di berdewama daxuyaniyê de polîtîkayên PDK’yê jî rexne kir û wiha lê zêde kir: “PDK’ê bi îxaneteke mezin Êzidiyan teslîmî DAIŞ’ê kiribû. Lê hesabê wan neçû serî û Şengala azad û xweser wekî derdekî mezin di dilê wan de cih girt. PDK’yê li aliyekî bi dehhezaran êzidî di kampên başûrê Kurdistanê de esîr girtiye li aliyê din ji bo careke din vegere Şengalê li pey dek û dolaban e. Her roj Şengalê hedef nîşan dide. Dixwaze êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê rewa bike. Civak êdî koletiya di bin destê PDK’yê de qebûl nake. PDK ji ber vê rastiyê şev û roj ji bo pêkanîna vê komployê kar dike. Ji ber van sedeman ev hemû hêz di komploya 9’ê Cotmehê de gihîştin hev û di bin navê peymanê de xwestin vê komployê yasayî û rewa nîşan bidin. Di encam de Peymana 9’ê Cotmehê di navbera hikûmeta Kazimî û PDK’yê de di bin çavdêrî û şopandina Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê, Jeanine Hennis Plasschaert de hate îmzakirin. Piştî vê peymanê jî Nûnera NY’yê Plasschaert gelek caran piştgiriya xwe ya ji bo vê planê ji raya giştî re ragihandiye û gotiye ku wê ji bo vê planê gelek kar kiriye.”

Berxwedana gelê Şengalê peyman pûç kiriye  

Rêveberiya Xweser bal kişand ser berxwedana gel jî û wiha bi dawî kir: “Peymana 9’ê Cotmehê di encama berxwedana gel de êdî pûç bûye. Herî dawî, di 2 û 4’ê cotmehê de PDK’yê xwest tevî hêzên xwe yên çekdar derbasî Şengalê bibe. Ev hewldana dawî ya PDK’yê ku li ber deriyê Şengalê nefesa xwe ya dawî da. Em berxwedana gelê Şengalê, silav dikin. Gelê me car din îspat kir ku bi rastî jî Berxwedan Jiyan e. Em ji niha ve banga xwe li hemû hêzên siyasî yên Iraqê dikin. Divê îradeya siyasî û hikumeta nû ya dest bi kar bike vê peymana bêbext ji rojeva xwe derxe. Peymaneke di navbera Iraqê û civaka êzidî ya Şengalê de wê rê li ber Iraqeke nû û xurt veke. Lê eger car din peymanên ku îradeya civaka êzidî nas nake bikevin rojevê, sekn û helwesta me jî wekî roja destpêkê zelal e. Eger car din peymanên bi vî rengî li me ferz bikin em ê car din li ber xwe bidin. Em bi vê wesîleyê bang li Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û hêzên navneteweyî jî dikin. Dest ji plan û peymanên li dijî civaka êzidî berdin. Nebin hevkar û navbeynkarên planên qirêj.”