25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser ji bo Deriyê Sînor ê Til Koçerê bang kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî girtina deriyê sînor ê Til Koçerê û dorpêçiya li ser herêmê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, bi armanca dagirkirinê û gefxwarina li Sûriyeyê û gelê wê gelek êriş li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmên xwe ku di heman demê de parçeyekî xaka Sûriyeyê ne, parastin.

Lê belê hin alî vê herêmê wekî herêmeke cuda ji Sûriyeyê dibînin, ev nêrîn şaş e. Rewşa li tevahî Sûriyeyê bandorê li herêmê û gelê wê jî dike. Gelê herêmê tu caran xwe ji derveyî Sûriyeyê nehisbandiye.”

Dorpêç weke çekê li hemberî gel tê bikaranîn

Rêveberiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku dorpêç jî çekek e û li dijî gelên herêmê hate bikaranîn û wiha domand: “Li kêleka êriş û destdirêjiyan, dorpêç jî wekî çekekê li dijî gelê me hate bikaranîn. Piştî ku şerê li Sûriyeyê gurtir bû, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aramiya ewlehiyê parastî bû. Ji ber wê yekê ji parêzgehên din ên Sûriyeyê pêlên koçberiyê ber bi herêmê ve dest pê kirin. Di encamê de hejmara niştecihên herêmê zêdetir bû. Piştî têkbirina rêxistina DAIŞ’ê, herêmên rizgarkirî yên girêdayî Rêveberiya Xweser berfirehtir bûn û bi vekirina kampên ku bi deh hezaran koçber lê dimînin re, barê rêveberiyê girantir bû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû aliyan ve rewşa mirovî zehmet e. Nexasim piştî êrişên dawî yên dewleta tirk. Hebûna 5 milyon mirov li herêmên Rêveberiya Xweser û berdewama dorpêça li ser herêmê nîşaneyên encamên xirab di aliyê rewşa mirovî de dide.

Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina piştgiriya navneteweyî hewldanên mezin da, ji ber ku rewşa mirovî ji rewşên din cuda ye û yek ji berpirsiyariyên sereke yên Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê ye. Lê belê bersivdayîneke rasteqîn pêk nehat.”

Divê rewşa mirovî ji berjewendiyan bên cudakirin

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin welatan cuda bike û piştrast kir ku dergeha Til Koçer li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê riyeke sereke ya jiyanê ye û daxuyanî wiha bi dawî kir: “Biryara girtina Til Koçer bi vetoya Rûsya û Çînê di 8`ê Hezîrana 2020`an de hate kirin. Ew yek wekî piştgirîdayîna siyasetên dorpêça li dijî gelê herêmê bû. Ew biryar wekî gefeke din bû li ser destkeftiyên ku gelê me bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bi dest xistibû.

Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin welatan cuda bikin û bi hewldanên vekirina vê dergehê re gelê me yê dorpêçkirî rizgar bikin. Vekirina dergeha Til Koçer wê rêgeha berpirsiyariyên navneteweyî yên li hemberî gelê me ji nû ve rast bike.”