Rojnameya Heftane

Vîrus heman bandorê li hemû kesan nake!

Di nav van rojan de ku cîhan bi Covid-19'ê re ketiye nav xirecirekê, li ser vê rewşê gelek nîqaş û nirxandinên tên kirin. Teoriyên ku dibêjin ev komployoyek e, nîqaşên dibêjin encama polîtîkayên dewletan e, nirxandinên lîberalîzm, komunîzm,…

‘Evîn’ek ku tim evîndar bû!

Gotina dawiyê mirin e, lê mirin jî bi hebûn û jiyanê nikare. Jiyan tenê liv û lebata li ser rûyê erdê nîne, çimkî ew ên ku di dema jiyanê de kêlî bi kêlî xwedî rêbaz û armanc bûn, yê tim…

Rêveberiya Xweser xwest ku erêkirina azadiyê zêdetir bibe

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi peyameke nivîskî Newroz pîroz kir. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew wateya Newrozê di berxwedan, jiyan û azadiyê de dibînin û di heman demê de soza xwe ya şopandina li ser rêya dad, azadî û têkoşîna li dijî zordariyê ku vediguhere hezar salan, nû dikin.

Rêveberiyê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest ku hezkirin û erêkirina xwe ya ji bo projeya azadî û wekheviyê û biratiya gelan û neteweya demokratîk zêdetir bikin û Cejna Newrozê li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.