19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwîtiya ber bi azadiyê ya Rîmê

Leyla Lorîn

Rîm ji bo nekeve destê çeteyên DAIŞ’ê, di nav zeviyên Reqayê de ji bo kêliyekê be jî ber bi azadiyê ve dibeziya; lê çeteyên DAIŞ’ê jî ji bo wê dîl bigirin li pey dibeziyan û gule berdidanê. Lê nedixwestin tiştek li Rîm bê! Ji bo bikaribin wê keça bedew dîl bigirin… Di nav stiriyan de ew qas dibeziya, bêhn lê çikiyabû; êdî taqet di çongên wê û canê wê de nemabû, hema dixwest xwe bigihîne cihekî ewle û kêmek jî be bêhna xwe lê vede. Lê bêhn lê çikiyabû, ketibû erdê û dilê wê sekinîbû. Dema ku ew çavên xwe vedike, xwe di destê qelereşên çeteyên DAIŞ’ê de dibîne…

Rîm êdî di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû. Çeteyên DAIŞ’ê ew bi dijûnên herî xirab û tecawizê tehdît dikirin. Lê ew hîn nehatibû ser hişê xwe; di xeyalan de hîn jî ber bi azadî û xwe rizgarkirinê ve dibeziya. Lê dikir û nedikir nedikarî çavên xwe veke, lewra heke vekiriba dê careke din dilê wê bisekiniya. Tenê piste-pista, çeteyan dibihîst û gotinên ku ‘em ê te bifiroşin hev’ dihat guhê wê… Lê wê sozek dabû şîretên bavê xwe; ew teslîm nebûbû û ger ku bi destê çeteyan bê kuştin jî dê li ber xwe bide…

Li ser axên dayikê dîsa em li pêy şopên çîrok û serpêhatiyên jinan ketin. Her çîrokek ji bo dîroka dayikê û jinan rûpeleke ronahiyê ye. Em ber bi Mezelê Helîsa ya Şehbayê ve bi rê dikevin. Şehba navçeyeke koçberên efrînî ye. Rojane li ser vê navçeyê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk ve êrîşên topbaranê pêk tên. Di vê kêliyê de jî dengê topan tê guhê me. Lê em rêya xwe berdewam dikin. Em li gundê Helîseya Şehbayê ne. Di vî gundî de pir malên kavil ên ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine wêrankirin û hîn jî xirbeyên wan weke spêle dimînin hene.

Rîm di meclisa gundê Helîsayê de hevseroka komunê ye, pêşwaziya me dike û em bi germahî silavê didin hev. Lê ji ber ku ew jineke ereb e, hevala min a rojnemevan Ferîde gotinên wê ji bo min werdigerîne û bi dilxweşî û dilgermî ji me re dibêje rûnin. Çavên wê weke stêrkan dibiriqe û bi kelecan e. Dema ku dest bi çîroka xwe dike henaseyeke ji dil û kûr dikişîne; ji aliyekê ve bavê wê tê bîra wê, ji aliyekî din ve jî çîroka wê ya biêş wekî belgefîlmekê li ber çavên wê zindî dibe.

Rîm di sala 1998’an de li Helebê ji dayik dibe. Heleb bajarê herî kevnar û cihê bazirganiya gel ê Rojhilata Navîn e. B.Z. 3 hezar salan gelek şaristanî di demên cuda de desthilatiya xwe lê ava dikin. Ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn şûn de dikeve destê desthilatiya dewleta Fransayê û piştî wê jî dewleta Sûriyeyê ava dibe. Û ji bo dewleta Sûriyeyê jî dibe navendeke bazirganiyê. Heleb herî zêde bi keleha xwe bi nav û deng e. Lê çît û qumaşê herîrî, her wiha bi sabûn û cehteriya xwe ve jî tê naskirin. Di sala 2012’an de bi şerê Sûriyeyê yê çeteyên DAIŞ’ê berê xwe didin Helebê û nêzî çar salan di nava hêzên Sûriyeyê, DAIŞ û dîsa şervanên azad de şereke dijwar ê bêeman diqewime. Di sala 2017’an de jî ji aliyê şervanên azadiyê YPG û YPJ’ê ve gelek navçeyên Helebê û bi giştî Heleb hat rizgarkirin…

Piştî ku em kurtenasnameya Rîm û bajarê wê nas dikin û bi nîqaşeke germ, ji me re qala çîroka xwe dike: “Me serdana xal û apên xwe dikir, wan jî serdana me dikir, me bi hev re xwarinên Helebê dixwar û bi hev şad dibûn. Zaroktiya min li Helebê derbas bû. Ez û bavê xwe wekî heval bûn. Wî gelekî ji min hez dikir. Min jî pir jê hez dikir. Bavê min hertim ji me re digot: “Derewan nekin, bêbextiyê nekin. Bi hev re rast bin. Û ji hev hez bikin ku ji bo kesên din jî ji we hez bikin.” Dîsa wî şîretek wisa li me kiribû, ger mirinek hebe, bila bi xîret û şeref be. Bila ne bi koletî û bindestiyê be. Û gelek caran dema ku roj diçû ava me li ser banê xaniyan bi heval û xizmên xwe re li dîmenê rojê mêze dikir û bi rojê şad dibûn û kenê me digihişt ber bi ezmanan û stêrkan ve difiriya…

Lê carekê ewrên reş û tarî li ser Helebê kom bûn, tirseke bitirs kete nav dilê mirovan. Mirovan nizanibûn ew tirs û sehim ji ku ve tê. Û hinek mirov jî li ber vê tirsê şoq bibûn. Dilê her mirovekê ji tirsan lê dida. Û di bêdengiyekê de, êdî Heleb bibû meydana şer, talan û wêraniyê. Çeteyên hov ên DAIŞ’ê li Helebê bûn. Tiştekî bi navê mirovatî nas nedikirin, êrîşî hemû nirxên gelan û neteweyan dikirin. Qurbaniya herî mezin jî jin bû. Jinên herî bedew ji bo xwe hildibijartin, tecawiz dikirin û ji bo fermandarên xwe pêşkêş dikirin.
Li Reqayê jî Çeteyên DAIŞ’ê şer û wêraniyê bi dijwarî berdewam dikir. Bêyî ku em bizanibin dê çi ji me bê, me berê xwe dabû Reqayê. Di wê domandina şerê dijwar de, bavê min jî bi wan keser û xeman de çû ser dilovaniya xwe û em sêwî mabûn. Çeteyên DAIŞ’ê çawa ku xebera bavê min bihîstibûn, berê xwe dane mala me. Fermandarekî çeteyên DAIŞ’ê bi ser mala me de girt û ji dayika min re gotin ‘ez ê keça te li xwe mehr bikim’. Dayika min, di wê heyamê de ker û lal bû. Gotin di devê wê de aliqîbû. Lê ez gotina bavê xwe dihizirîm, ji min re gotibû ‘ger ku kêliyeke azadiyê jî destê te bikeve koletî û bindestiyê qebûl neke ku tê de mirin jî hebe.’ Min hema di wê kêliyê de şûna dayika xwe bersiv da serçeteyan, daxwaza wan yanî ya DAIŞ’ê qebûl nekir. Û min ji wan re got ‘îşev firsend bidin, sibê tu dikarî bê min ji xwe re bibî.’

Bi rondikên weke taviyên biharê min xatirê xwe ji dayik, bira û xwişkên xwe xwest; di nav zevî û erdên bajarê Reqayê de ketim ser rêyeke nediyar a hêviyê”…
(dê bidome)