spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwîtiya ber bi zozanan ve dest pê kir

Li gel germbûna hewayê ya mehên biharê, rêwitiya koçeran a zozanên bilind jî dest pê kir. Koçerên ku mehên zivistanê li bajarên weke Êlih û Sêrtê derbas dikin, ji bo ku biçin zozanan hatin Wanê. Koçerên ku beşeke rê bi wesayîtên ku kirê kirin û riya mayî jî bi piya meşiyan û gihiştin Wanê, piştî bêhnvedana xwe ya li vê derê wê rêwîtiya xwe ya zozanan bidomînin.

Maas Piyan a ji Êlihê bi 200 mihan ve hatiye Wanê diyar kir ku ji bo ku rêwîtiya xwe bidomînin li benda koçerên din sekinîne. Piyan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û da zanîn ku wê biçin Zozanên Xalik Kartal ên li navçeya Bêgirî ku bi 60 hezar lîreyan kirê kirine û wiha got: “Bi me re wê 4 malbatên din jî bên zozanan. Heta hefteyekê em ê bi awayekî peyatî bigihin zozanan. Rêwîtiyeke zor e. Di rê de carna baran dibare carna jî ba û bahoz radibe. Lê dîsa jî em riya xwe berdewam dikin. Em pêwistiyên xwe jî li navendên bajar dikirin. Me li Wanê bêhna xwe vekir. Em li vir dermanan didin sewalan. Em ê niha li benda keriyên pez ên ji Batmanê werin bisekinin. Nêzî 6 hezar mihan em ê bibin. Heta meha mijdarê em ê li zozanan bimînin.”

Piyan anî ziman ku berhemên ku li zozanan çêdikin wê pişt re bifiroşin û pêwistiyên xwe pêşwazî bikin û wiha axivî: “Tenê çavkaniya debara me sewalkarî ye. Min jî di temenê biçûk de dest ji dibistanê berda û bi bavê xwe re dest bi sewalkariyê kir. Ez ji ber vî karî dikim, kêfxweş im.”

WAN