19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Rêwitiya ji bo jiyanê’

Li cîhanê mirovan li şeş deveran bi awayekî paralel, di heman demî de û bêyî haya wan ji hevûdu hebe dest bi jiyana niştecihî kirine û li ser van deveran şaristanî pêş ketiye. Meksîka û Mezopotamya, ango welatê zapatîstayan û kurdan du herêm in ku mirovahî zêdehî dehhezar salî ye li wir bi cih bûye. Yek ji taybetiya hevpar a gelên Amerîkaya Navendî û kurdan ew e ku ew li gel hemû polîtîkayên mêtînger serî li ber serdestan netewandiye. Ev jî sedemeke bingehîn e ku ew îro hîn karin behsa dîroka xwe, behsa rewşa xwe ya niha û behsa pêşeroja xwe bikin. Ango bi gotineke din behsa hebûna xwe bikin.

Par di meha cotmehê de tevgera zapatistayan bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê di sala 2021’ê de şandeyên ji endamên xwe bişînin pênc parzemînên cîhanê. Destpêkê şandeyeke ji 7 kesan pêk tê, bi keştiyekê derket ser rê. 13’ê tebaxê şandeya yekemîn gihişt perava Îspanyayê. 13’ê tebaxê û perava ku kêştî lê danî, di dîroka mêtîngeriyê de xwedî cihên taybet in. Lewre ewropî 500 sal berê ji Îspanyayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ketine û 13’ê tebaxê li ser xaka niştecihan dest bi qirkirinê kirine.

Şandeyên ji 160 kesî ku ji sedî 75 ji jinan û kesên quer û her wiha ji rêxistinên niştecihî pêk tên, dê li 30 welatên Ewropayê bi rêxistin û tevgerên çepgir, şoreşger, ekolojîk û antîkapîtalîst hevdîtinan li dar bixin. Zapatîstî rêwitiya xwe ya ber bi parzemînan ve wek ‘rêwitiya ji bo jiyanê’ bi nav kirin. Armanca bingehîn hevkariyên gerdûnî li hemberî baviksalarî û kapîtalîzmê pêş xistine.

Şandeya niştecihan hatina xwe ya Ewropayê bi awayekî îronîk wek ‘bişûndegirtin’ê bi nav kirin. Ew bi vî awayî peyama ‘we nikaribû me dagir û tune bikira û em niha li vir in’ didin û serdana xwe wek serdegirtina antî-kolonyal pênase dikin.

Yek ji rawestgeha şandeya zapatistayan li Ewropayê saziyên tevgera jinên kurd bû. Tevgera jinên kurd wek rêxistineke neewropî lê wek rêxistineke ku li gel Kurdistanê li deverên din û Ewropayê jî kar û xebatên xwe dimeşîne, ji hêla rêxistinên alternatîf ve ji nêz ve tê şopandin. Li ser vê esasê zapatîstiyan xwestin bi jinên kurd re jî hevdîtinê çêbikin. Hem ji bo tevgera jinên kurd û hem jî ji bo zapatîstayan ji welatên xwe bi hezaran kîlometre dûrtir li hev rûniştin û serborî û hêviyên xwe bi hev re parve kirin, kêliyeke dîrokî bû. Di civînên ku hatin li dar xistin de tecrubeyên jinên zapatîstî û kurdan hatin vegotin, xemgînî û kêfxweşiyên têkoşînê, bandorên mêtîngeriyê û berxwederiyê bi hev re hatin parvekirin.
Ger li gorî plansaziya wan bimeşe, şandeyeke zapatîstî dê biçe Rojhilata Navîn jî û li wê derê li ser axa kurdan bi tevgera azadiyê re jî hevdîtinê çêbike. Lê hevdîtina li Ewropayê ango li dîasporayê xwedî hin taybetiyên xweser e. Yekemîn nîşan dide ku têkoşînên li ser axa xwe, ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe hatine avakirin, bandora têkoşîna xwe ya mafdar ji sînorên welatên xwe derbas kirine. Vê yekê avakirina piştgirî û hevkariyê hêsantir kiriye. Duyemîn têkoşînên xwecihî û neteweyî, taybetî jî yên zapatîstayan û kurdan bi paradîgmayên xwe, bi rê û rêbazên ku pêş xistine, ne tenê modelên ser axa xwe ne, ji bo deverên din jî bûne mînak. Ev jî dihêle ku ev tevger her çiqas bi çavkaniya xwe xwecihî û herêmî bin jî di asta bîrdozî de transneteweyî ne. Seyemîn, rêxistinbûyîna li diasporayê ango li derveyî welat di navbera nasnameyên xwecihî û dîasporîk de pirekê ava dike. Li hêlekê temsîla nasnameya xwecihî dike, li hêla din di veguhestina çandên têkoşînê de rolekê dilîze. Û ya çaremîn rêxistinbûyînên li qadên dîasporayê û taybetî jî yên li Ewropayê ji bo rûbirûhatina ewropiyan bi mîrateya xwe ya mêtînger roleke navendî dilîzin. Li ser vê bingehê civîna zapatîstayan û ya kurdan sê peyamên girîng dan ewropiyan; (1) sedemê êş û kesera me polîtîkayên we yên mêtînger bûn, (2) lê me dîsa jî serî li ber we netewand, me li ber xwe da, (3) û em niha we vedixwînin rêya azadiyê.

Ev helwest û îdia ne ji rêzê ye û ne jî bê bingeh e. Du gelên ku ji pêşketina mirovahî û şaristaniyê re mazûbanî kirine, dikarin bi awayên têkoşînên xwe gelan ji pergala kapîtalîst jî rizgar bikin. Çawa ku bêyî haya hevûdu û paralelên hevûdu gava yekemîn a şaristaniyê pêş xistine, dikarin aştiyê û azadiyê jî pêş bixînin. Êdî ew ji hev haydar in û dikarin ji têkoşîn û tecrubeyên hevûdu hîn bibin û bi rêya ‘rêwitiya ji bo jiyanê’ li cihanê belav bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê