Rojnameya Heftane

Komediyê çar kom gihandin hev

Çar komên ku bi kurdî şanoyê dikin di projeyeke hevpar de gihîştin hev. Komên şanoyê li ser medyaya civakî û televîzyonan amadekariya bernameyeke komediyê dikin

Hevpevîna Berîvan Kayi yê bi Rûgeş Kirici û Yavuz Akkûzû re

Komên şanoyê; Teatra Jiyana Nû, Şanoya Bajêr a Amedê, Tiyatro Mencel û Şanoya Yekta li ser medyaya civakî bangewazî kirin ku amadekariya bernameyeke komediyê dikin. Şanoger Rûgeş Kirici û Yavûz Akkûzû têkildarî mijarê ji rojnameya me re axivîn.

Komên şanoyê li ser medyaya civakî daxuyanî dan û wiha gotin: “Em wek komên şanoya kurd ên ku navên wan derbas dibin li ser medyaya civakî û televîzyonan amadekariya bernameyeke komediyê dikin.” Hemû kes dikarin skecên ku nivîsandine ji wan re bişînin û li benda skecên kurdî ne.

Şanoger li benda skeçan in

Şanoger Rûgeş Kirici diyar kir ku demeke dirêj e dixwazin bernameyeke komediyê çêbikin û wiha got: “Di vê projeyê de xaleke girîng jî nivîsandin e. Em dizanin ku li gelek deverên cîhanê kesên afirîner hene lê derfet nabînin ku berhemên xwe pêşkeş bikin. Ev proje ji bo van kesan wek derfet e. Dikarin skecên nivîsandine ji me re bişînin. Rewş çi dibe bila bibe mîzaha kurdan her tim bi pêş ketiye.”

Ev sedsala platformên dîjîtal e

Rûgeş Kirici bal kişand ser girîngiya xebata kolektîf û wiha axivî: “Hewce ye em hêza xwe bikin yek. Komên şanoyê yên di vê xebatê de cih digirin dê hem xebatên xwe bidomînin û hem jî tev li vê projeyê bibin. Em dikarin hinek xebatên xwe bi rêya platformên dîjîtal bigihînin temaşevanan. Em dizanin ku ev sedsala platformên dîjîtal e. Êdî hemû kes li malê xwe digihînin hemû cîhanê û em jî dixwazin xwe bigihînin hemû deverên cîhanê.”

Kirici bi bîr xist ku beriya berbelavbûna vîrusa koronayê wan ev proje amade kiriye û ji ber ku niha hemû kes li malê ne, ji bo nivîsandina skecan derfeteke baş e. Kirici da zanîn ku televîzyon dezenformasyoneke mezin çêdikin û divê li hemberî wan bernameyên kurdî û hunerê bêhtir bên çêkirin. Kirici herî dawî got ku li dijî astengiyan dîsa jî berhemên xwe digihînin hezkiriyên şanoyê.

Erênî û neyîniyên dîjîtalê

Şanoger Yavûz Akkûzû jî bal kişand ser aliyên erênî û neyînî yên şanoya bi rêya platformên dîjîtal û wiha got: “Em bi temamî derbasî şanoya li ser dîjîtalê nabin. Heta şewba vîrusa koronayê derbas bibe belkî em skecên xwe li ser youtubeyê biweşînin. Ger korona demeke dirêj dewam bike em nikarin behsa şanoyê bikin. Ji ber ku şano ji lîstikvan, mekanek vekirî û temaşevanan pêk tê. A niha têkiliya me bi temaşevanan re qut bûye.”

Akkûzû da zanîn ku ger şewba vîrusa koronayê dewam bike ne pêkan e komên şanoyê bên cem hev û wiha got: “Em ê skecên ku temaşevan ji me re bişînin hilbijêrin. Her komeke şanoyê belkî werin cem hev bi du-sê kesan, qeydê xwe bikişînin û em ê di qanala ‘youtubeyê’ ya ku em vekin de parve bikin. Mînak Şanoya Bajêr a Amedê yek kişand dê bavêje ser kanalê. Komên din jî bi heman awahî dê lîstikên xwe biavêjin ser kanalê.”

Yavûz Akkûzû destnîşan kir ku gelek kes niha li mala xwe ne û dikarin skecên bi kurdî binivîsin û dixwazin bi nivîsandina lîstikên kurdî temaşevanan jî aktîf bikin.

Bêyî civakê şano nabe

Yavûz Akkûzû di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya şanoyê ku bingeha xwe ji rîtûelên civakî girtiye û diyar kir ku dema şewba koronayê bi vê lezê berdewam bike dê şano di rojên xerab de bifetise û wiha got: “Civakên rojhilatî û bi taybetî jî civaka kurd vê yekê baş dizanin ku şano ji rîtûelên mîna Newrozê, rîtûelên sersalê, ji rîtûelên şînê, ji rîtûelên dema ku zeviyên xwe diçînin rîtûelên reqs û dengbêjiyê pêk tên. Ev rîtûel tev jî di çanda kurdî de hene û gelekî dewlemend in. Em dikarin bêjin ku van rîtûelan şano ava kir. Dema civak tune be şano jî dê tune be! Auraya lîstikvan û temaşevan dema bigihêje hev, wê demê şano dibe şano. Yanî temasa temaşevan nebe nabe. Tenê  ji bo demeke kin em ê li ser platformên dijîtal bernameyên xwe bidomînin.”