19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa dawî ya Kazakistanê

Piştî xwepêşandanên li bajarê Almata yê Kazakistanê û piştî ku xwepêşandan veguherî şer û pevçûnan hikûmeta Kazakistanê 5 rojan interneta vî bajarî asteng kiribû.  Piştî 5 rojan îro astengkirina internetê hat betalkirin û êdî xelkên bajarê Almatayê dikarin internetê bikar bînin.

Der barê rewşa Kazakistanê de hevdîtineke bi riya telefonê di navbera Serokê Rûsyayê Vlademîr Putin û yê Kazakistanê Kasim Tokayev de pêk hat. Putîn da xuyakirin ku ew dê rê nedin ku şoreş û serhildan li welatê Rûsyayê yên berê pêk werin. Li gorî Putîn bûyerên li Kazakistanê jî parçeyek ji ‘şoreşên rengîn’ ên ku ji afirandina welatên Rojavayî ye.

Her wiha got ku dê leşkerên wan di demeke nêz de ji Kazakistanê derkevin piştî ku aramiya li welat misoger bikin.

Serokê Kazakistanê jî ji Putîn re gotiye ku ew hewldaneke darbeyê bû û çekdarên radîkal li hêviya firsendekê bûn ku bikar bînin. Lewre wan sûd ji xwepêşandanan girtine û xwestine ku li dijî me darbeyê pêk bînin.

Ji aliyekî din ve der barê kuştina xwepêşandêran de ev agahî dane: “Leşkerên me tucaran xwepêşandêrên aştixwaz nakujin, kesên ku hatine kuştin endamên rêxistinên çekdar ên radîkal in û em ê welatê xwe ji wan paqij bikin”

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Raste di destpêkê de xwepêşandaneke aşityane bû ji ber zêdebûna buhayê sotemeniyê lê kesên ku li hêviya vê firsendeke tevliheviyê bûn , ev yek ji xwe re bikar anîn û xwestin ku darbeyekê li dijî hikûmetê pêk bînin”