20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa Iraqê ber bi ku ve diçe?

Wekî tê zanîn piştî nerazîbûnên gelê Iraqê yên di sala 2019’an de ku li dijî rewşa aborî, siyasî û zêdebûna gendeliyan pêk hatin, dikaribû dawî li hikûmeta Adil Mehdî bîne û biryara hilbijartinên pêşwext bi dest bixe.

Lê piştî 2 salan bi taybetî piştî ku encamên hilbijartinan derketin holê, gelek nerazîbûn li dijî encamên hilbijartinan derketin pêş û li gorî xwediyê wan nerazîbûnan hilbijartinên tu guhertinek bi xwe re neanî û dîsa desthilatdarî di navbera heman hêzên berê de hat parvekirin.

Ji xwe ji rêjeya tevlêbûna van hilbijartinan jî wiha xuya dike ku gel dê encaman ne razî be. Ji ber ku derdora ji sedî 40 tenê tev li hilbijartinan bûye. Derdora ji sedî 60 ji hilbijêrên Iraqê tu hêviyên wan ji partiyên heyî tune ye ku dê guherînekê bi xwe re bînin.

Lewre piraniya xelkên ku di sala 2019’an de ji bo guhertinê xwepêşandan kiribûn û xwîna xwe ji bo wê yekê rijandibûn neçûn dengdanê û ev hilbijartin protesto kirin.

Di van hilbijartinan de herî zêde kom û milîsên alîgirên Îranê dengên xwe û kursiyên xwe yên di parlamentoyê de winda kirin .

Li gorî encamên destpêkê koalisyona bi serokatiya Muqteda El Sedir bû partiya yekemîn û zêdeyî 70 kursiyên parlamentoyê bidest xistin.

Lê koalisyon û milîsên alîgirên Îranê li gorî hilbijartinên sala 2018’an wan di van hilbijartinên pêşwext de gelek kursiyên xwe winda kirine û ji ber wê yekê nerazîbûn û gefên wan her ku diçe zêde dibin.

Piştî gelek daxuyaniyên gef û nerazîbûnan îro em dibînin ku dîsa gelê Iraqê dadikeve kolanan. Li gorî agahiyên ajansên herêmê îro alîgirên Îranê li nêzî Herêma Kesk, a ku piraniya sefaret û nivîsgehên biyanî lê dimînin, xwepêşandanek hatiye lidarxistin.

Xwepêşandêr nerazîbûnên xwe ji encamên hilbijartinan re tînin ziman û daxwaza lidarxistina hilbijartinên nû dikin. Wiha xuyaye ku her ku diçe rewşa Iraqê ber bi alozî û tevliheviya berê de diçe.