20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa jin û zarokên êzidî yên ji DAIŞ’ê rizgarbûyî

Şaswar Mame

Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty) der barê jin û zarokên ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin de bi sernavê “Mîrateya Terorê: Rewşa Xirab a Zarokên Êzidî Yên Ji DAIŞ’ê Rizgarbûyî” amade kiriye û ragihandiye. Ev rapor ji 64 rûpelan pêk tê. Amnestyê bi 29 zarokên rizgarbûyî yên ji hêla DAIŞ’ê ve dîl hatibûn girtin, bi 25 endamên malbatê ku zarokên rizgarbûyî xwedî dikin û bi 69 kesên din re hevpeyvîn kir. Ev jî beşa duyemîn a vê raporê ye.

Dê û bav û endamên malbatê yên zarokên ji dîlgirtina DAIŞ’ê rizgarbûyî ji Amnestyê re gotine ku wan di pêkanîna pêwîstiyên van zarokan de zehmetî kişandine. Gelek malbatên êzidî feqîr bûne – beşek jî ji ber ku wan bi hezaran heta bi deh hezaran dolar pere wek fîdye dane ji bo ku wan zarokan û endamên din ên malbatê ji dîlgirtina DAIŞ’ê rizgar bikin. Xebatkarên karê mirovî her wisa behsa tunebûna bernameyên ji bo perwerdekirina dê û bav û xwediyan, der barê tiştên zarokên wan dijîn an jî der barê bê ka çawa piştgiriyê bidin zarokan piştî vegera wan, kirine.

Têkildarî gelek dijwariyên ku zarok di entegrebûnê de dijîn û rewşa bi zehmetî ya xwedîkirina wan zarokên rizgarbûyî, çend xwediyan neçariya rewşê aniye ziman. Wek mînak, Arzan ê kurê wî yê 14 salî pir hêrs dibe, hîperaktîf e û xwedî helwestên hêrsok e, gotiye: “Li destpêkê, min xewn didît ku ew vedigeriya ba min. Piştre gava ew vegeriya û hat, min bi wî re qet daneke normal derbas nekir, qet bîskeke normal derbas nabe… Çi tişt ji wê xirabtir nabe.”

Jinên zarok anîne

Beşek girîng a raporê hatiye terxankirin, ji bo jinên êzidiyên ji hêla DAIŞ’ê ve hatin revandin û di encama tundiya cinsî de zarok anîne. Amnesty dibêje, “Ew jin rastî zehmetiyên mezin tên. Gelek ji wan bi zorê ji zarokên xwe hatin veqetandin ji ber zextên dînî û civakî û lewre di rewşeke pir xirab a derûnî de ne.”

Wek encama polîtîkayên DAIŞ’ê yên tecawiza sîstematîk û kolekirina cinsî, jinên êzidî di heyama dîlgirtina xwe de bi sedan zarok anîn dinyayê. Ji ber sedemên gelek faktoran, di serî de jî ji ber helwesta Meclisa Bilind a Rûhanî ya Êzidiyan ku fermanê dide çi zarokên ku bavên wan misilman an jî “nayên zanîn” divê wek misilman bên qeydkirin, ew zarok di nav civaka êzidî de nayên pejirandin. Lewre ew jin hatin mecbûrkirin ku an zarokên xwe xwedî bikin bes terka malbatên xwe bikin, an jî terka zarokên xwe bikin da ku bi malbat û civaka xwe re dîsa bibin yek.

Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî di rapora xwe de van tiştan parve dike: “Li gor qanûna navneteweyî, hemû zarok bêyî tawanbarî xwedî mafên tenduristî, perwerde, nasnameya fermî û yekitiya malbatê ne. Zarokên bûne qurbaniyên binpêkirinên mafên mirovan û qanûnên navneteweyî yên mirovahiyê xwedî heqê tezmînatê yê tam in. Divê rayedarên neteweyî û civaka navneteweyî demildest tevbigerin da ku jinan bi zarokên wan ên bi tundiya cinsî çêbûne bigihîne hev, veqetandinên li pêşerojê asteng bike û pêşekiyê bide wan jin û zarokan ji bo ji nû ve bicihkirinê an jî niştecihkirina mirovî.”

Çalakvanên civaka sivîl û xebatkarên rêxistinên mirovî yên lokal û navneteweyî ji Amnestyê re ragihandine, berteka civaka êzidî ya der barê vê pirsgirêkê de tevlihev e. Her ku gelek mirovên di nav civakê de bi awayekî tund li dijî qebûlkirina wan zarokan in ku di encama tundiya cinsî de hatine dinyayê, yên mayî dil hene ku wan qebûl bikin, bi taybetî jî eger nîşaneyeke erênî ji rayedarên dînî bibînin. Dîsa jî mirovên mayî ji bo wan jinan û zarokên wan xwedî hezkirin in û di vê baweriyê de ne ku divê ew alîkariyê bibînin lê li gor rê û rismên êzdatiyê, ew nikarin di nav civakê de ji xwe re cihekî bibînin.

Gelek ji wan jinan di rewşên neçar de ne; di hin bûyeran de tê dîtin ku ew êşeke derûnî dikêşin piştî ku bi zorê ji zarokên xwe hatine veqetandin û hinekên din jî, li kampên koçberan an jî bi girtiyên DAIŞ’ê re dimînin da ku terka zarokên xwe nekin. Çend jinên wiha ku ji hêla Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî li gel wan hevpeyvîn hatiye çêkirin gotine ku ew dane zorê, mecbûr hiştine an jî hatine xapandin ji aliyê endamên malbatê an jî ji aliyê takekes an jî komên mirovan ên hewl didin jin û zarokên êzidî bigihînin malbatên wan, da ku zarokên xwe şûnde bihêlin. Wan jinan her wisa gotiye ku wan kesan ew bi derewan îqna kirine ku ew ê di rojên pêş de bikarin zarokên xwe bibînin û bigihîjin zarokên xwe.

‘Keça xwe ji bîr bike’

Hanan, jina 24 salî ya ji dîlgirtina DAIŞ’ê rizgarbûyî, ji Amnestyê re gotiye: “Mamê min li ser şeref û namûsa xwe soz da min ku çi wextê ez bixwazim êz ê bikarim serlêdana keça xwe bikim. Min ew bir danî sêwîxaneyê. Wextê min ew danî wir ez bi ser wan de qîriyam û min got, ‘Zaroka min nedin tu kesî. Ez ê her hefte, her heyv dîsa werim, – ew rewş dê derbas be!’ Wexta min mamê xwe dît, gotinên wî yên ewilî ew bûn, ‘Keça xwe ji bîr bike’.”

 ‘Hestiyê pişta min şikest’

Sana, jina 22 salî ya ji dîlgirtina DAIŞ’ê rizgarbûyî, keçika xwe bi xwe biriye kampa Koçberên Navxweyî lê mecbûr maye ku terka wê bike piştî ku bi dubareyî gefên kuştinê li wê hatine kirin. Wê jî wiha gotiye: “Min ew bir cem rêxistineke sivîl a lokal û wan gote min ku ez keça xwe bihêlim… Wan got: ‘Em ê ji bo wê bibin dê û bav.’ Tam di vê wextê de min wisa hîs kir ku hestiyê pişta min şikest. Gewdeya min rûxiya.”

Hemû jinên ku Amnestyê hevpeyvîn bi wan re çêkiriye ên ji zarokên xwe hatine veqetandin gotine ku wan nekariye xwe bigihînin zarokên xwe, an jî rêyeke danûstandinê nedîtine û ne jî agahî ji wan standine. Wan jinan her wisa gotiye ku wan nekariye der barê daxwaza gihîştina bi zarokên xwe de li gel malbat û civaka xwe biaxivin, ji ber fikarên têkildarî ewlehiya xwe.

Trawmaya ku ew malbat ji ber veqetîna ji dê û bavên xwe dijîn hîn zêdetir acizî bi xwe re anîne. Gelek ji wan hatin zorlêkirin da ku terka zarokên xwe bikin an ji bo berdana wan hatin xapandin. Ew bi tu awayî nikarin bi wan re têkiliyê çêbikin, der barê siheta wan de tu agahî nestandin. Di nav malbat an jî civaka xwe de nikarin hîsên xwe yên der barê xemgîniya xwe de parve bikin. Di vê mijarê de ne alîkariya psîkososyal standine û ne tu kes piştgirî daye wan da ku bi zarokên xwe re bên ba hev û di vî warî de jî hêviya wan pir kêm e.

Çend jinan ji Amnestyê re gotiye ku wan hewl daye xwe bikujin. Hinekan ji yek carê zêdetir ew tişt pêk aniye. Hemûyan jî daxwaza çareseriyê li civaka navneteweyî û rayedarên neteweyî kiriye.

‘Êşê bidin ber çavên xwe’

Janana 22 salî ya ji dîlgirtina DAIŞ’ê rizgarbûyî gotiye: “Ez dixwazim ji civaka xwe re û ji hemû kesên cîhanê re bibêjim ku ez di bextê we de me, me û  zarokên me qebûl bikin. Em ji DAIŞ’ê rizgar bûne. Êşa me kişandî bidin ber çavên xwe… Min nedixwest pitikek min ji wan mirovan çêbibe. Ez mecbûr kirim ku kurekî bînim. Ez ê tu car nexwazim ku bi bavê wî re bijîm lê ez pêwîstî dibînim ku bi kurê xwe re bijîm.”

Çalakiyên pêwîst

Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî di dirêjahiya rapora xwe de behsa van çalakiyan dike ku divê werin kirin: “Rayedarên neteweyî divê misoger bikin ku kurik û keçikên rizgarbûyî û her wiha xwediyên wan jî daxilî nav pîvanên tezmînatê bibin ku ji bo êzidiyên bûne qurbaniyên DAIŞ’ê hatine terxankirin. Ji bo ku berpirsiyariyên xwe yên der barê wan zarokan de pêk bînin, divê ew bi piştgiriya tevkaran, rêxistinên navneteweyî û navxweyî, bi taybetî çareseriyê ji bo tenduristî û pêwîstiyên psîkososyal ên wan zarokan bibînin, cihê ku lazim be perwerdeya kurdiya kurmancî bidin wan, derfetên ji bo xwe gihandina bernameyên perwerdeyê yên lezgîn bi awayekî berfireh dabîn bikin, astengiyên li pêş bidestxistina belgeyên sivîl ên nû yan jî derfetên veguhastina wan ji holê rakin û piştgirî û perwerdeyê bidin wan hemû xwediyên ku xwedî li zarokên rizgarbûyî derdikevin. Ji bo zarokên rizgarbûyî yên seqetmayî, seqetiyên fîzîkî û psîkososyal jî tê de, rayedar divê misoger bikin ku ew bêyî tawanbarî bikaribin bigihîjin hemû mafên xwe ku tê de mecbûriyeta dabînkirina avahiyên bikêrhatî jî heye.”

Di rapora Amnestyê de ev tişt jî tê gotin: “Rayedarên hikûmeta navendî ya Iraqê û yên HHK’ê, bi xebata li gel rêxistinên navneteweyî û navxweyî, divê gavên pêwîst bavêjin da ku rewşa jinên êzidî yên zarokên bi tundiya cinsî ya ji hêla endamên DAŞI’ê ve anînê dinyayê çareser bikin. Ji her tiştî bêtir, ji jinên êzidî yên dixwazin bi zarokên xwe re bimînin an jî bigihîjin zarokên xwe destûr divê bê dayîn, alîkariyê bidin wan û piştgiriya wan di vî warî de bê kirin û veqetandinên pêşerojê yên wan jin û zarokan bên astengkirin. Saziyên navneteweyî yên wek Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR-NY) divê bi hikûmetên biyanî re tevkariyê bike da ku piştgiriyê bidin wan jin û zarokan û rewşa wan zûka bê şopandin ji bo ji nû ve bicihkirinê an jî niştecihkirina mirovî.”

Ev rêxistina navneteweyî ya mafê mirovan tekez dike ku divê rayedarên iraqî hemû qanûnên Iraqê yên têkildar biguherînin da ku jinên êzidî yên xwedî zarokên bi tundiya cinsî çêbûne, bikaribinn dînê ku zarokên wan lê hatine qeydkirin vebijêrin. Û rêxistinên navneteweyî û navxweyî divê misoger bikin ku jinên xwedî zarokên bi tundiya cinsî çêbûne yên li kampên penaberan ên li Suriyeyê dijîn jî ji mafên xwe yên mayîna bi zarokên xwe agahdar bin û ji bo saziyên navneteweyî yên wek UNHCR’ê bên sewqkirin da ku ji nû ve bên bicihkirin.

Di rapora Amnestyê de her wiha ev tişt jî hatiye gotin: “Tevî ku kabûsa revandina ji hêla DAIŞ’ê ve, kolekirin, îşkence û destdirêjiyên din ji bo zarokên êzidî yên rizgarbûyî û ji bo jinên xwedî zarokên bi tundiya cinsî çêbûne, bi dawî hatibin jî zehmetiyên wan hîn jî didomin. Rayedarên neteweyî divê niha berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, tezmînatên ku dê piştgiriyeke watedar, kêrhatî û dem-dirêj dabîn bikin jî di nav de.”

(Dawî)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê