Rojnameya Heftane

Rewşa jinan li Başûr ber bi ku ve diçe?

Çavkanî: Necîbe Qeredaxî - Jinnews

Dema tu li rewaşa başûrê Kurdistanê binêrî tu matmayî dimînî ku ji ku derê dest bi nirxandinê bikî. Ji çavkaniya pirsgirêkan dest pê bikim ez ê ji bin vê dernekevim. Gelo bi encam dest pê bikim, wê ji alî rêbazan ve mirov bikeve nava şaştiyan, ji sedeman bigirim, ne deh û ne sedan e. Ji nirxandina ser kîjan beşên civakê dest pê bikim? Êdî hema hema herkes di nava rewşa mexdûriyetê de ye.

Ji bo mirov rewşê fam bike divê bi dîmenên giştî ya navenda bajarên başûrê Kurdistanê neyê xapandin. Divê mirov li tiştên nayên dîtin bigere. Çend cihên ku ji alî civakî ve rewşê têra xwe vedibêjin, hene. A yekem; Beşa şewat a nexweşxaneyên başûrê Kurdistanê. Duyemîn; Beşa lêkolîn a bûyerên rojneyî ya daîreya polîsan e. Di ya yekemîn de bi dehan jinên ‘xwe’ şewitandine hema hema li hemû nexweşxaneyên Başûr hene û piranî jî piştî demekê, jiyana xwe ji dest didin. Piştî mirinê jî çirokên li dora bûyerê bi xwe re dibin mezel, ne delîleke li pey xwe dihêlin û ne kes jî li ser wan dipeyvin. Kesûkarên wan jî bi têgîna ‘namûsê’ ser çîrokên wan digirin û dikin nava bêdengiyan. Jixwe agir bi serê xwe mijara lêkolîneke civaknasiyê ye ‘çima timî agir?’. Polîs jî ji sedî 90 zêdetir ser bûyeran digirin. Bi taybet jî dema jin ji malbetên mezin an jî eşîretek an jî yek ji xizmên wan di nava meqameke rêvebiriya dewletê de be, di carêkê de çîrokên wan tên windakirin. Polîs û alîyên lêkolîner ji bûyeran dubare û hezar bare dibêjin ‘em lêkolîn diken.’

Ji salên 1991’an û vir ve salane herî kêm 300 jin tên kuştin û xwe dikujin û piranî bi rêbaza agir û fîşekan tên kuştin an jî xwe dikujin lê dema bûyer germ in hevoka ‘em lêkolîn dikin’ tê gotin û pişt re jî herkes ji bîr dike. Di vê rewşê de mexdûrên van çîrokan bi komek birînên civakî li dora xwe xelekek ji êş û binketina derûnî ava dikin û piranî bêdengî û matmayîmayîna dora van çîrokan di nava mijê de dimîne û her çîrokekê bêdengiyeke kûrtir ava kiriye. Min hin ji wan bûyeran lêkolîn kir û ji çavkaniyên nêzî bûyeran kom kir, encamên ji van lêkolînan mirov di nava xemgîniyê de dihêle lê kîneke din bi mirov re ava dike. Medya û kesên peywendîdar jî bi yek gotinê van bûyeran îfade dikin. Bi gotina tundiyê ser gelek xerabiyan digirin.

Dema tundî tê gotin bêguman navnîşanek berbiçav heye. Ew jî tundiya mêr û zihniyeta baviksalarî ye. Bûyerên tundiyê weke çîrokeke takekesî tên dîtin û lêkolînkirin. Rêya çareseriyê jî piranî di lêkolînên polîs û saziyên dewletê de sînordar e. Zihniyeta baviksalarî jî weke pirsgirêkeke takekesî tê dîtin. Ji bandora saziyên dewletê cuda tên girtin. Rewşa herî xirab jî, nerazîbûn û refleks li dijî vê yekê êdî nayên dayîn. Di sala 1990’an de pozê jineke bi navê Kejal hat jêkirin. Li dijî vê yekê bertekek tund divê bihata nîşandan. Lê reaksiyonek baş û berbiçav nehat nîşandan. Tenê çend kesî ji bo wijdanê xwe rehet bikin li ser tora medyaya civakî parve kirin. Tenê bi vê parvekirinê te got qey şoreş pêk anîne.

Hin jinên rastî tundiyê tên, berê xwe didin stargehên jinan. Ev stargeh bi pereyên saziyên navneteweyî yên girêdayî dewletên Ewropa û Amerîkayê hatine vekirin. Jin û mêrên weke nûnerên van saziyan kar dikin xwe weke model û jinên tundiyê dibînin weke mexdûr dibînin. Ev nûnerên van saziyan jinên bi tundiyê re rû bi rû hatine hiştin paşketî û xwe jî pêşketî û pisporê nirxandinên peyva ‘tundî’ dibînin. Dema min ji çend ji wan kesên di nava van karan de ne pirsa bi baweriya te ‘tundî çi ye?’ kir, ji bersiva wê/wî min ferq kir ku çi qasî ji rastiya bûyeran, kokên pirsgirêkan û perspektifên çareseriyê dûr in. Bêguman ez di ferqê de me ku em ji du goşeyên cuda li her tiştî dinêrin. Lê ne pêkan e ew qasî mirov xwe ji heqîqet û rastîyên civakê dûr bixin.

Ji aliyekî din ve jî tundî û pirsgirêkên wekî din ne tenê yên jinan e. Ev ên hemû civakê ne. Li başûrê Kurdistanê ne partiyên siyasî xwedî nêrîneke demokratîk in ku bibe bingeh ji bo guhartin û veguherînên civakî, ne jî beşên din ên civakê ji rewşenbîr, saziyên medya û perwedeyê jî xwedî nêrîneke guherîner in. Ne pêşengên şoreşger ên xurt hene ku civakê bixe nava lêgerînên nû. Herkes qala pêdiviyên civakî dike lê dema tê ser pratîkê li meydanê tune ne. Li holê şikandineke kûr a îradeyê heye.

Her wiha Çanda Mall-Mol (navendên Bazirganî û Bazarkirinê ya mezin) ku piranî ji alî desthilatdaran, kesên xwedî sermayedaran ve tê pêşxistin bandorê herî zêde li ser jinê dike. Her kes di nava pêşbirka teqlîdkirinê de berê xwe didin van navendan û weke nîşaneyeke pêşketinê dibînin. Dewletên dagirker herî zêde di van navendan de jinan hedef digirin. Ji aliyekî jî bi rêya perwerdeyê desthilatdar dixwazin ciwanan têxin bin bandora xwe. Zanîngehên wekî amerîkî, ewropî û başûrê Asyayê ku li Başûr vedibin, dibin sedema girêdana ciwanan a navendên sermayeyê.

Bi rêya melayan û fetwayan tê xwestin ku jin bên kontrolkirin. Li gor fetwaya dawî ya rêveberiya fetwaya îslamiya Kurdistanê jin mafê wan tune ye ku bi tena serê xwe li teksiyê siwar bibin. Divê qaşo yek mer ji malbetê bi jinê re be. Li gor vê weke din jin mafê wê nîne ku bi xwe pere bide xwediyê teksiyê. Ev biyar bi nerazîbûneke berfireh a jinan re rû bi rû nema. Tenê nûnerên hin rêxistinên jinan li vir û wir çend daxuyaniyên çapemeniyê dan. Ji bo wê jî wer xuya dike ev ji alî hikûmetê ve hatiye erêkirin û bi vî rengî nakokiya nava civakê û hêz û navendên olî kûr dike.

Pirs ew e ku gelo çareserî çi ye? Çareserî ewqas hêsan nîne. Guhertin bi rêbazên berê nabe, ji ber ku pir hatiye ceribandin û tu encam nedane. Guhertina kesayetî, têgînê wekehevî û têkoşîneke rast a azadiyê bi mejîyê rojavayî (Dewletên Rojava) û bi pereyên wan nebe, ji ber ku pirsgirêkên vê herêmê pirsgirêkên dîrokî ye û li ser hev kom bûye. Hewcedariya jinan bi rêxistinbûyînê heye. Ji bo talûkeyên li dijî hebûna jinan ji holê rabe hêza rêxistinbûyînê girîg e.