25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa jinan û polîtîkayên tundiyê

Dûrket Suren

Di nav tundiya dewletê de ku bi birdozî dike, bêguman têkoşîn ne hêsan e. Li her derê qedexe, dorpêçkirin, tundî, kuştin, şer û xizaniyê heye. Di her rewşa neyînî de ku li welêt diqewime, em jin zêdetir para xwe jê digirin. Mixabin ev yek rastiyeke din a hukmê serdestiyê ya sedan salan a li ser jinan pêk aniye û desthilatdariya AKP’ê jî ji bo per û baskên jinan ên têkoşer bişikîne hemû rêbazên paşverûtiyê bi kar tîne.

Piştî ku Tirkiye bi biryarnameya yekkesî ji Peymana Stenbolê vekişiya nêzîkatiya bloka AKP-MHP’ê ya li dijî jinan bi awayekî fermî xwe aşkera kir. Serokê AKP’ê û wezîrê wî yê karê navxweyî, bi wî zimanê xwe yê zayendparêziyê bê hedên xwe li ser jinan biryar û daxuyaniyan didin, xwe weke vîna jinan dihesibînin. Ew encax dikarin pişta kujerên jinan mist bidin. Bi vê rastiyê jî ne mimkun e hukmê biryarên wan ên der barê jinan de li gel jinan hebin. Bi çi awayî be jî jin ji bo maf û jiyana xwe dê her li ber çavên wan têbikoşin û dê di dawiyê de jî bi ser bikevin.

Salvegera Peymana Stenbolê

11’ê Gulanê salvegera Peymana Stenbolê ya 10’emîn e ku ji îmzeyê re vebûye. Ji hêla komîteya welatên endamên Konseya Ewropayê yên îmzeya wan li bin Peymana Stenbolê heye bi munasebeta salvegera peymanê daxuyanî dan û welatên ku ji pîvanên peymanê dûr ketine şermezar kirin. Pîvanên Peymana Stenbolê pîvanên mirovatiyê ne. Desthilatdarî dixwaze civakê hînî tundiya li ser jinan tê kirin, bike û ji bo vê yekê jî çi ji destê wan tê texsîr nake. Di meha nîsanê de di meclisê de komîsyona lêkolînê ya tundiya li ser jinan hat avakirin, lê ev komîsyon dê nikaribe şûna Peymana Stenbolê bigire ku bi her awayî dikarîbû rêya tundiya li ser jinan bibire. Jixwe dema min navên endamên komîsyonê yên ji partiyên AKP û MHP’ê dîtin bi rastî kenekê bi min girt. Çi karê zilaman di nav komîsyoneke ku tundiya li ser jinan lêkolîn dike heye, ev jî cihê nîqaşê ye. Tu dibêjî qey AKP û MHP partiyên wisa wekhevîtî û azadiyan diparêzin dê di mijara tundiya li ser jinan de jî bêalî tevbigerin. Naxêr! Ma ne ew kes in ku sedema kuştina jinan hatiye asta qirkirinê. Ew carekê naxwazin tundiya li jinan û kuştin jinan bên axaftin, naxwazin bikeve rojeva civakê, îja rabûne di komîsyonê de ew dê tundiya li ser jinan lêkolîn bikin. Heger li holê tundiyek hebe û li hemberî vê yekê deng dernekeve û di ser de jî bêbertekbûn hebe wê demê tê wê wateyê ku tu jî parçeyê hişmendiya qirkirina jinan î û ev yek tenê bi endamtiya komîsyonan jî çareser nabe. Heger li welatekî ewlehiya jinekê jî tune be, tê wê wateyê ku pêşeroja wî welatî bi giştî di xetereyê de ye.

Binpêkirina pîvanên mirovatiyê

Ji ber wê yekê desthilatdariyê bi betalkirina Peymana Stenbolê ne tenê pîvanên peymanekê, di heman demê de hemû pîvanên mirovatiyê binpê kirine.

Jixwe li welatekî ku bi biryarname û giştînameyan tê birêvebirin, mirov nikare behsa pîvan û rêgezekê jî bike. Herî zêde jî ev ji salekê zêdetir e nexweşiya koronayê heye û desthilatdarî ne ji bo pêşiya şewbê bigire, ji bo desthilatdariya xwe biparêze û xwe û alîgirên xwe hê dewlementir bike ket nav hewldanan. Jinan di nav malê de bi dorpêça tundiya zilamên herî nêzî wan asê kir, gel di birçîbûn û xizaniyê de hişt, guhê xwe ji daxwazên sedan girtiyên di greva birçîbûnê de ne girt, ji bo pêkanînên wan ên dij-demokratîk dernekevin holê rêyên têkoşînê bi qedexeya çalakiyan û di ser de jî girtina dîmen û dengên polîsan li rojnameger û li gel girt.

Bi giştînameya qedexeya kişandina dîmen û tomarkirina dengên polîsan a Midûriyeta Emniyetê ya Giştî baş tê zanîn ku dixwazin rê li ber derxistina holê ya îşkenceya polîsan bigire. Weke hezaran, ji pêş çavên min jî dîmenê Kemal Kûrkût derbas bû. Her çend doza kujerên wî bi beraetê bi encam bibe jî dewlet dê her li pêş çavên me sûcdar be û dadgehên wan ên bêedaletî jê dibare, dê nikaribe vê yekê biguherînin. Ji ber wê yekê jî divê her kes xetereya li pêşiya xwe baş hesab bike.

Xeyala welateke azad û wekhev

Bi vî awayî em dibînin ku êdî tu mesele ji meseleyeke din a vî welatî cudatir nîn e. Divê li hemberî her rewşeke neyînî, bi çi awayî be jî dengek hevpar derkeve. Beriya her tiştî divê nêzîkatiya AKP-MHP’ê ya li ser jin û tevahiya civakê weke ji rêzê neyê dîtin. Divê em hemû vê pirsê ji xwe bikin: em ê çawa xwe hînî îşkenceyên wan û binpêkirinên wan bikin ku her roj zêdetir dibin.

Rast e, tundî ji vê erdnîgariyê tu carê kêm nebûye. Di her serdemê de dewletê hêza xwe li ser gel bi kar aniye. Komkujî, kuştin, kiryarên nediyar, koçberkirin, îşkence, bêmafî, bênasnameyî, bêzimanî û gelek rêbazên din mirov dikare bihejmêre, bê ka çawa dewlet tundiyê bi awayekî birdozî li gel kiriye. Lê min di serî de jî got, li dijî van yekan têkoşîn helbet ne hêsan e, helbet ji her alî ve zehmetiyên xwe hene. Lê em vê yekê jî ji bîr nekin, heger îro zindan bi hezaran kesan ve dagirtî be û li dijî pêkanînên dewletê hê jî girtî hêza berxwedanê bi xwe re dibînin, sedem ew e ku ji bo xatirê xeyala welatekî wekhev û azad e.