23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa jinên ducanî û Covîd-19

Kovara tenduristiyê ya bi navê Lancetê der barê ducaniya jinan de encamên lêkolîneke ku ji aliyê daneyên navnetewî ve hatiye amadekirin,  parve kir. Li gor vê lêkolînê di nava salekî de ducanitî hem ji bo dayik hem jî pitikan bûye xetereya herî mezin û her çûye hejmara pitikên ku ji dayikên xwe mirî çêbûyî zêdetir bûne.

Li gor daneyên navnetewî yên di kovara Lancet ku li Brîtanyayê weşana xwe dike de bi şewba koronayê re hejmara zarok û jinên di kêliya çêbûna zarokan de sê qat zêde bûye.

Li gel vê yekê di encamên lêkolînê de jinên ducanî bi şewba koronayê re nikaribûn herin nexweşxaneyan û ji xizmetên tenduristiyê bêpar man. Sedemên vê yekê hem hejmara zêde ya di nexweşxaneyan de hem jî tirsa jinên ducanî ya ji bo  li nexweşxaneyan bi şewbê nekevin, neçûne nexweşxaneyan.

Lêkolîn li gelek welatên wek Tirkiye, Hollanda, DYA, (DYA) Kanada, Brîtanya, Botswana, Îtalya, Hindistan, Çin, Danimarka, Îsraîl, Japonya, Nepal, Meksîka, Îrlanda, Brezîlya ve Hong Kongê di encama daneyên ji van welatan hat kirin.

Lêkolînerê ji Zanîngeha St Georgeyê prof. Asma Khalil ê ku di rêveberiya lêkolîna navnetewî de cih girtî da zanîn ku ji ber pêvajoya koronayê ya ku li gelek welatan bi awayekî pirsgirêk bi rê ve çûye,  hejmara pitik û jinên ducanî zêdetir bûye û wiha got: “Covîd-19’e bandoreke mezin li pergala tenduristiyê kir. Gelek pirsgirêkên di vê pergalê de bûn sedemên mirinên pitik û jinan. Ev mirin jî herî zêde li welatên xizan pêk hatin.”

Khalil di axaftina xwe de diyar kir ku jinên bi çêl di pêvajoya depresyona lohusayê de her çûye bi fikartir bûne û vê yekê jî derûniya jinan xerabtir kiriye.

Ji Enstituya Postgraduate ya Perwerde û Lêkolînan Jogender Kumar jî destnîşan kir ku di bi şewba koronayê re di sektora tenduristiyê de jî ferqeke mezin di navbera welatên xizan û yên din de çê bûye Û wiha got: “Li welatên dewlemend beriya koronayê jî jixwe jinên ducanî û pitikên nû ji dayîk bûyî zahmetî dikişandin. Êdî bi Covîd-19 re li welatên dewlemend û yên xizan re ev ferq mezintir û xerabtir bû.”