Yekşem, Nîsan 11, 2021

Rewşa zarokan di pandemiyê de 1

Cemîl Guneş

Çend salan carekê bi navê nexweşiyên ecêb qira mirovan tê. Rojê bi hezaran mirov ji ber van nexweşîyan jiyana xwe ji dest didin, lê ev jî heye ku mixabin bi hezaran sal in li welatê me xwîn her diherike. Ji ber qewimînan ji bo ku em jiyana xwe bidomînin û li pêşiya xwe binêrin her tim hewce ye ku em alternatîfan bibînin. Hingî tişt diguherin carinan hewce ye ku em alternatîfên alternatîfan jî peyda bikin ku em li xwe neheyirin.

Wek tê zanîn ev çend meh in dîsa nexweşîyek li me hatiye xezebê û ji gelek aliyan ve xisarên mezin dide me. Ji aliyê aborî, derûnî, malbatî, kar, xwendin û hwd. Wisa xuya dibe ku ev nexweşî dê heta demeke dirêj bidome. Her wiha bandora vê nexweşiyê bêguman dê ji nexweşiyê zêdetir jî bidome. Belkî bi salan û belkî jî bi deh salan… Ango ji bo gelek tişt wek berê bibin pêdiviya me bi demeke dirêj û kar û xebatên xurt hene.

Bêguman her kesî para xwe ji nexweşiyê yan jî ji bandora nexweşiyê girt, lê bi min wek her qewimînê, vê nexweşiyê jî bandora xwe herî zêde li zarokan kiriye. Erê, qala wan zarokan dikim ku bi qasî derfetên heyî hebûn û erê ew zarokên ku ligel ew qas zehmetiyan pakiya xwe diparastin. Bi dilekî rehet dikarim bibêjim ku bandora vê nexweşiyê zêdetir jî li zarokên kurdan bûye. Jixwe ev zarok ji zayîna xwe heta mezinbûna xwe, her tim û li her qadên jîyanê rastî pirsgirêkan dihatin, vê nexweşiyê jî ev pirsgirêk kir guloka pirsgirêkan û derket pêşiya me. Hewce ye vêya jî bibêjim. Zêdetir jî zarokên li bajar û metropolan dijîn bi van pirsgirêkan rûbirû dimînin. Çimkî zarokên gundan belkî tenê ji aliyê perwerdeyê ve rastî pirsgrêkan tên lê ji aliyê gelek tiştên din ve jiyana wan asayî ye li gor jiyana bajaran. Dibe ku ev zarok bêyî perwerdeya ku li wan tên ferzkirin baştir û serkeftîtir jî bibin. Ev mijareke din e.

Wek min got, jixwe heta niha me çavên xwe ji pirsgirêkên heyî yên van zarokên xwe girtin. Mîna em neçar man û wan bişînin perwerdeya bi zimanekî din, ne şevbuhêrk man ku em qala çîrokan ji wan re bikin, ne wek berê ceyran diçe ku em li ber sobeya êzingan lukusekê vekin û çîrçîrokan ji hevdu re bibêjin; ne ax ma ku li ser lîstikan bilîzin, ne av ma ku dilê wan coş bibe, ne berf dibare ku di nav de xwe zîz bikin û ne dar ma ku rapelikin li ser û fêkiyan jê bixwin… wisa xuya ye ku em ê niha jî çavên xwe ji wan re bigirin û ji derdê wan re nebin derman. Divê neyê jibîrkirin ku ew roniya çavên me û her wiha parêzvanên herî xurt yê xweşî, başî, çand, huner, ax, welat û zimanê me ne. Loma ew şensê me tune ye ku em îjar çavên xwe li wan bigirin û divê em guhê xwe bidin wan, çavên xwe li wan vekin, bi destê wan bigirin û derfetên heyî bikin qurbana wan. Yan na dê nifşek ji kîsê me here. Ku nifşek ji kîsê me here, ka bifikirin bi wê nifşê re em ê hîn ji çi bibin? Nexwe divê em çi bikin? Bi rastî jî heke derdê wan û dermanlêkirin xema me be, rehet e. Ka em pêşî li derdên xwe baş binêrin.

Nexweşî hat û em ketin nav çar dîwarên mala xwe. Jiyana me wek çend salan carekê ji nû ve dîzayn dibe. Em her tim gilî gazinan dikin ku em ê çawa li hundirê malê bistirin. Gelo dê neyê pirsîn, ka ev zarokên ku li derve jî nastirin, dê li malê çawa bistirin? Helbet ji bo zarokan mayîna li malê zehmettir e. Her wiha mayîna li malê ya zarokan ji bo malbatan jî zehmettir e. Em mezin jixwe bi derdê dinyayê ketine û nastirin û tew zarokên netebitî jî li malê asê man! Tiştekî din jî heye. Ev zarok êdî nikarin herin dibistanê jî, gelo ew ê halê wan çawa be? Heke dêûbav û malbat bixwazin dikarin vî derdî  veguherînin dermanekî xweş. Werin em dev ji perwerdeya online û ji nîqaşên wê berdin jixwe zarok li ber van ekranan dîn bûn. Ji dêvla ku bi saetan li ber van ekranan bimînin, em bi zimanê wan mala xwe ji wan re bikin xaneke bextewar da ku ji vê pêvajoya nexweşiyê sûdê werbigirin û jiyana xwe rengîntir bikin. Jixwe zarokek di polê de ji nîv saetî zêdetir nikarin bala xwe bidin dersê û jê qut dibin. Perwerdeya online jî wisa ye. Zarok zêdetirî xwe li ber ekranê bimînin, mejî pûç dibe û ew xeyalên zarokên me yên rengîn tev ber li ber avê diçin.

Nexwe heq e ku em bipirsin: Divê em çi bikin? Wek destpêka her tiştî ji bo destpêka vê pêvajoyê jî naskirin hewce ye. Divê dêûbav pêşî zarokên xwe baş nas bikin. Çimkî gelek dêûbav ji huner, qelsî û pêdiviyên zarokên xwe bêhay in. Divê bizanibin bê ka zarokên wan ji kîjan alî ve baş in, ji kîjan alî ve qels in. Armanc naskirina zarok e û amûr jî lîstik in. Em dîsa bi bîr bînin û dubare bikin. Zarok zêdetirî nîv saetî nikarin bala xwe bidin dersê û nikarin li ser ekranê hîn bibin. Her kes baş dizane, zarok bi saeatan dikarin bilîzin. Nexwe em ê bi rêya lîstikan hem zarokên xwe perwerde bikin hem jî mala xwe geş bikin. Lîstik ne tenê ew tişt in ku mirov pê wextê xwe derbas bike û bikene. Lîstik wê fersenda hevnasînê, pêşveçûnê, kêfê û heyecanê dide mirovan. Her wiha derheqê çand û hunera cihekî jî agahiyan jî dide mirovan. Ji ber ku dê mekan mal be, helbet hewce ye ku lîstikên nav malê hebin. Ev lîstik ne tenê ji bo zarokan e, divê neyê jibîrkirin ku lîstin û heyecan pêdiviya her ferdî ye. Bêguman bi van lîstikan dê kesên malbatê hevdu baştir nas bikin û dibe ku ev rêya serkeftinê ya malbatê tevan vebike.

spot_img