25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa zarokan di pandemiyê de-2

Cemîl Guneş

Mirov dikare bi hezar gotinî qala başiyên lîstikan bike û pesnê lîstikan bide; çi lîstikên malê çi yên derve. Her lîstikek her wiha pêvajoya hînbûna xwezayî ye ji bo zarokan. Lîstik divê wek heqê zarokan neyê qalkirin, wek avê, wek nên û wek zimanê zikmakî perçeyeke jîyana wan bixwe ye. Loma di nav malê de wexta ku lîstik hatin lîstin divê em li gor wê tevbigerin. Di vê pêvajoyê pandemîyê de tişta girîng bijartina lîstikan û amûrên lîstikê ne. Her lîstik li her derê nayê lîstin, her amûr di her lîstikê de nayê lîstin û ya din jî ev e ku her lîstik û amûr jî bi her zarokî re nayê lîstin. Ev krîter jî ji cudahiya zarokan tê. Divê neyê jibîrkirin ku her zarok ji hev cuda ne. Ev cudahî, ne kêmasî, ne qelsî yan jî zêdeyî ye. Her yek ji wan rengekî xweşik û geş in. Hewce bike em hinekî din jî bi ta û derzî bikin, belkî pêdivî bi van gotinên sade heye. Her pitik wexta ku nû ji dayika xwe dibin dikevin nav pêvajoya naskirinê. Ev naskirin bi xwe dest pê dibe, ango pêşî xwe ji dinyayê vediqetîne û paşê derdora xwe ya nêzîk û dî dû re derdor. Kêm tişt hene ku zarok merak nekin, wekî din gelek tiştên ku ne li ser bala me mezinan e, li ser bala zarokan e. Hin jîr û zana hene ku zarokan mîna zanyarekî bi nav dikin û hin ji wan jî çêbûna zarokekê wek surprîzeke dinyayê bi nav dikin. Zarok çawa ku ji aliyê fizîkî ve ji hev cuda ne, her wiha ji aliyê hest û fikir ve jî ji hev cuda ne. Bala hinekan deng, bala hinekan reng, bala hinekan nivîs…

Êdî dimîne ku kesên malê li gorî temen û bala zarokan biryara lîstikan û amûran bide. Carinan divê ew fersend ji bo zarokan jî bên dayîn û ew bixwe jî lîstikan biafirînin. Divê em pêşî bi zarokan bidin hîskirin ku pîvanên lîstikan dikare biguhere ango ne ferz e ku bi pîvanên hişk lîstik bê lîstin. Her wiha ne ferz e ku em lîstikekê ji derve bînin û bi wan bidin lîstin çunkî wek ku me li jor jî qal kir, bal û hunerên her kesî ji hev cuda ye. Em lîstikên xwe bi xwe çêkin dê zarok bi afirîneriya xwe jî bihesin û bêguman dê zêdetir bixwe bawer bin. Di lîstikê de armanc kêf û naskirin e. Beriya ku lîstik dest pê bike divê ev neyê jibîrkirin. Divê di nav lîstikê de kesên dilîzin dev ji rolên xwe yên nav malê û derve berdin. Ango divê bav di lîstikê de bavtî neke, dê dêtî, bira biratî û xwişk xwişktî neke, her endamekî malê bi taybetiyên xwe hene û rengekî xweşik in. Çunkî rolên me yên malê li ser zarokan otorîteyekê çêdike û ev jî rê li ber rehetiya zarokan digire. Di nav malê de her tişt dikare bibe amûrekî lîstikan. Ji goreyan bigirin heta balgîfan, ji kevçiyan bigirin heta beroşan, ji kaxizan bigirin heta pênûsan.

Helbet wek ku me li jor jî got her amûreke malê amûreke lîstikan e jî. Ez ê li jêr çend pêşniyarên lîstikan bikim.

  • Hemû ferên goreyên malê ji hev vekin li odeyeke malê rû bikin. Li nav hev bixin û bila li hemû odeyê belav bibe. Bila wext dest pê bike û her kes di demeke herî zû de cotên goreyan bibînin û bikin wek gokekê. Piştî ku her kesî goreyên xwe çêkir, bila yek ji wan destê xwe bike wek çemberekê û bike basket. Bila yên din jî goreyên xwe bavêjin basketê.

Nîşe: Dê ev lîstik konsantrasyona zarokan bi pêş ve bibe, dê tiştan zûtir ji nav du derxin û dê bîra wan xurt bike.

  • Bila hemû kesên malê wek xêzikekê li kêleka hev rûnin. Bila yê serî tiştekî ji guhê kesê li kêleka xwe bibêje û wisa dewam bikin. Heta gihaşt dawiyê îjar gotinê jê bixwazin. Bila herkes bibine bê ka gotin bi veguhastinê çawa diguhere û bila tesbît bikin bê ka gotin li ku guheriye.

Nîşe: Dê ev lîstik hunerên guhdarkirinê yên zarokan bi pêş ve bibe her wiha dê bala wan xurtir bike.

  • Bila yek çavê xwe bigire û yek din jî tiştekî bide destê wê. Kesê ku çavê xwe girtiyê bêyî ku bibine bila fam bike bê ka çi di destan de ye. Tiştên cuda bi kar bînin ku carinan bi bêhnê carinan bi deng û carinan jî bi destan fam bikin.

Nîşe: Dê ev lîstik sehekên wek destdan, bêhnkirin, guhdarkirin û tahmkirin yên zarokan bi pêş ve bibe. Ev pêşveçûn jî dê rê li ber hestiyariya wan veke.

  • Hemû ampûlên malê bigirin û ji zarokên xwe re çîrok û çîrçîrokan vebêjin. Bêyî ku hûn rêz û bûyera çîrok û çîrçîrokan xera bikin, hûn dikarin carinan tiştên bala zarokan bikişîne jî lê zêde bikin.

Nîşe: Bi vêya zarok hinekî ji civat û şevbihêrkan hez dikin û hunerên wan yên guhdarkirinê gelekî bi pêş ve diçin.

  • Bi hev re li malê govendê bigirin ku çanda xwe baştir nas bike. Li straneke Zarok TV’ê guhdarî bikin û jiber bikin bi hev re ku hûn bi hev re bibêjin. Bila her kes kaxizekê bigire û wêneyekî xêz bike û wêneyên hev şîrove bike. Di hundirê malê de veşartokê bilîzin. Çavgirtîkê bilîzin ango bila yek çavên xwe bigire û kesên din bi dengên wan bigire. Bi hev re xwarinê çêbikin. Bi hev re malê paqij bikin.

Lîstikên heta xala 4’an ên di heşê min de ne. Di xala 5’an de pêşniyazên biçûk hatine rêzkirin. Helbet hûn dikarin bi zarokên xwe re lîstikên zaroktiya xwe jî bilîzîn. Ev dê fersenda berawirdkirina pêşeroj û paşerojê jî bide zarokan.

Çi pandemî û çi rojên asayî, ev tişt bên kirin bêguman malbat dê zarokên xwe baştir nas bikin. Dê malbat ji gelek aliyan ve bi hunerên zarokên xwe zanibin. Ev jî dê bibe avantajek ku malbat li gor hunerên zarokên xwe derfetan ji zarokan re peyda bike û zarok jî ji bo pêşveçûna xwe dê zêdetir xwe nas bikin û bixwe bawer bin. Zarok ne “mezinên biçûk” in, ew ne lewheyekî vala ne. Zarok rengek ji xwezayê ne, divê em wan wek xwe qebûl bikin û pêşiya wan nebirin. Em bihêlin bila bi rengê xwe hebin û heta ku ji destê me tê em dinyayê wek dilê wan û bi dilê wan, xweş bikin.