20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşenbîr li ser têkiliyên kurd û ereban axivîn

Rewşenbirên kurd û ereb di salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, li Qahîre panelek li dar xistin. Di panelê de pirtûka “Têkiliyên Ereb û Kurdan” a Nivîskar Fethî Mehmûd nîqaş kirin.

Gelek nivîskar, rewşenbîrên ji Misir, Lubnan, Suriyê, Filistîn û Yemenê yên ku bi kar û barên kurdî eleqedar dibin beşdarî panelê bûn. Nivîskar û rojnamevan Mihemed Şeîr panel bi rêve bir. Nivîskar Fethî Mehmûd ewilî li ser pirtûka xwe ya “Têkiliyên Ereb û Kurdan” axivî û wiha got: “Min xwest bi vê pirtûka xwe rastiya kurd, dîroka wê û rewşa dijî bigihîn raya giştî ya Ereb. Min xwest bersiva hinek pirs û gumanên ereban yên der barê doza kurd de bidim. Rastiya kurdan, rewş û dîrokê bi raya giştî re parve bikim. Mehmûd pirtûka xwe ya der barê doza kurd û komploya li dijî kurdan da nasîn.

Mudîrê navenda Lêkolînên Kurd ya Misrê Recayî Fayîd jî diyar kir rewşenbîrên Misrî timî eleqeya wan ji bo çanda kurdan hebûye û nimûneya berhemên CemalEl-Xeytanî ya kir ku helbestên helbestvanê mezin ê Kurd Şêrko Bêkes werger kiriye.

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Misirê Leyla Mûsa jî li ser pirtûka nivîskar Fethî Mehmûd wiha got: “Gaveke erênî ye. Em nikarin têkiliyên ereb û kurdan di çarçoveyeke teng de bigirin dest. Divê peywendiyên kurd-ereban bêtir bên xurtkirin.

Balyozê berê yê Misrê yê Hewlêrê Cemal Yûsif jî wiha axivî: “Doza Kurd dozeke taybete. Ji ber Kud li çar dewletên herêmê hene û gelek zehmetî dikişînin. Bi hêvî me ku kurd di demeke nêzîk de statûya xwe bi dest bixin.

Nivîskar û lêkolînerê kurd Ehmed Şêxo jî diyar kir ku têkiliyên ereb û kurdan di çaroveya xurtkirina pergaleke ewlehiya erebî de girîng e û got: “Xurtkirina têkiliyan dê bihêle ku herêm di hundir de li hemberî astengiyên cuda xurt bibe. Her wiha çareserkirina pirsgirêka Kurd li gorî pêşniyarên Rêber Ocalan dê bi xwe re hevgirtineke xurt bîne.”