19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşenbîr û siyasetmedarên ereb dijî Tirkiyeyê bang li Yekitiya Ereban kir

Dewleta tirk di 23’ê nîsanê de li Zap, Avaşîn û Heftenenînê dest bi operasyona dersînor a leşkerî kir û operasyon didome. Li gorî çavkaniyên herêmî heta niha bi dehan leşkerên artêşa tirk hatine kuştin û tenê duh û pêr nêzî 30 leşkerên tirk hatin kuştin. Artêşa tirk li hemberî çalakiyên endamên HPG’ê nikarin pêşve biçin.

Li aliyê li hemberî operasyona dersînor bertek zêde  dibin. Piştî partî û rêxistinên kurdan vê carê jî rewşenbîr, rojnameger û siyasetmedarên ereb bertek nîşanî operasyonê dan û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin. 21 rewşenbîr, rojnameger û siyasetmedaran têkildarî mijarê daxuyanî hat dayîn û daxuyanî wiha ye;

“Em wekî komek rewşenbîr û siyasetemedarên ku pirsgirêkên li nava welatên ereban û xeteriyên li Rojhilata Navîn ji xwe re wekî xem dibînin, bêdengiya welatên ereban a dijî binpêkirinên dewleta tirk ku her roj pêk tên, em aciz kirine. Bi taybetî binpêkirinên dewleta tirk ên li ser xaka Iraqê ku ji bo me welatekî girîng e û yekitiya ereban ava kiriye, me dixe nava fikaran. Heta niha tu welatekî ereban dijî van binpêkirinan daxuyaniyek nedaye.

Em ji Yekitiya Ereban dixwazin ku civînek awarte lidar bixin, li ser mijarê rawestin û li hemberî xewnên dewleta tirk helwest nîşan bidin.

Di hevpeymaniya Yekitiya Ereban de biryar heye ku dema welatek bi êrîş û dagirkeriyekê re rû bi rû bimîne, welatên ji bo sekinandina êrîşan biryar digirin. Em jî heta niha bendewariyên pêkanîna vê biryarê ne.

Em jî dengê xwe bilind dikin ku hemû cîhan, di serî de jî Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlekariyê û sazî û rêxistinên pêwendîdar bibihîzin. Her wiha daxwaz dikin ku dijî êrîşan helwestek cidî nîşan bidin. “

Navên kesên ku daxuyanî îmze kirine wiha ne:

*Recaî Fayîd: Serokê Navenda Lêgerîn û Lêkolînên Stratejîk a Misrê û Endamê Konseya Pêwendiyên Derve ya Mirsê.

*Mamoste Ehmed Bahaedîn Şaban: Serokê Partiya Sosyalîst a Misrê

*Yusuf Yaqub Metî: Serokê Yekîtiya Netewî Bath Nahrîn-Iraq

*Ebdurrehman El-Reyyan: Nivîskarê Yemenî

*Dixtor Eymen Feteh: Nivîskan û Pisporên Zanistên Siyasî – Filistîn

*Hisên El-Suyeedî: Kordînatorê Forma Diyaloga Erebî ya Şoreşgerî û Demokratîk – Lîbya

*Mehemed Hesen El-Bene: Midûrê Edîtoryaya Rojnameya El-Exbar Misir

*Osman Birkê: Nivîskar û Siyasetmedar-Lîbya

*Xurşît Dilî: Nivîskar û Rojnamevan-Lubnan

*Dixtor Firneza Atiye: Pispora Zanistên Siyayî –Misir

*Esir Nuval Cebir: Nivîskar û Rojnamevan-Filistîn

*El-Seyid Ebdulfetah: Serokê Navenda Lêkolînan a Qahîreyê, nivîskar û rojnamevan

*Ferhan Salih: Nivîskar-Lubnan                                     

*Ebbas Cefer El-Huseynî: Lêkolîner û Romanûs-Lubnan

*Safiye Tata: Seroka Komeleya Tenduristî û Parastinê-Lubnan

*Delal Bistanî: Endama Rêveberiya Kombûna Jinên Demokrat-Lubnan

*Loneh El-Xerîb: Akademîsyen û çalakvana jin –Lubnan

*Xelil El-Qazî: Nivîskar û Akademîsyen-Lubnan

*Yasil Eyo Seydo: Siyasetmedar û Akademîsyen-Filistin

*Hemo Muskviyan: Hiqûqnas û çalakvanê siyasî-Lubnan

*Elî Nacî: Nivîskar û Rojnamevan-Iraq