spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşenbîr, zanyar û welatperwerekî hêja

Abdulkadîr Ulumaskan

Mixabin, em kurd, di jiyanê de bi nirxên kesayetên xwe yên neteweyî û giranbiha zêde nizanin. Bêtir piştî mirinê em wan bi bîr tînin û zû ji bîr dikin. Divê mirov wek civak, her dem nirx û nirxdarên xwe yên neteweyî di hişmendiya xwe de zindî bike. Ev nirxşînasî ji bo pêşketina kesayet û pêşveçûna civakê jî gelekî girîng e. Rewşenbîr; bîr û hişmendiya civakê ne. Civaka hişmendî û hişmendên xwe baş neparêze, civak nikare zêde serkevtî û serfiraz jî bibe. Ev di heman demê de wek pîvaneke sincî/exlaqî, presîbeke rêzgirtina ji keda mirovan re ye. Kesayetên ji civak û neteweya xwe re xizmetê dikin, ne tenê nirxên neteweyî yên mirovatiyê ne jî. Divê ev kesayet her dem wek mînaka bîra neteweyî û mirovî bên bibîranîn û derbasî nivşên bê bibin.

Ez ji Kek Doktor Zerdeşt Haco re temenekî dirêj, bi tenduristî û bextewariyê hêvî dikim. Ji ber sedemên li jor, ez dixwazim hêj li jiyanê ye, hinekî bahsa taybetmediyên wî bikim. Mebesta min ne nîvîsandina jiyan an kurtejiyana Kêkê Zerdeşt e. Ji vê bêtir ez dixwazim, hinekî behsa hêjayî û rûmeta jiyana wî ya kurdewar bikim.

Kekê Zerdeşt ji malbateke pêşengên kurd a navdar û welatparêz, ji Mala Haco ye. Bi piranî kesên malmezin hinekî qure û pozbilind in. Lê Doktor Zerdeşt mirovekî pir nazik, dilnizm, li hember her kesî rêzdar û xweşbîn e.

Kekê Zerdeşt Haco ev 50 sal in li Ewropayê dijî. Bû 25 sal, ez bi xwe bûme şahidê welatperweriya wî û 25 salên berê jî min bihîstiye ku ew wek rewşebîr, zanyar û welatperwerekî kurd, her dem, di nav doza gelê kurd de bi awayekî çalak cihê xwe girtiye û gelek xebat û xizmetên giranbuha kirine. Hema hema di her qadê de di nav doza kurdî de tekoşînek gelekî hêja daye. Ev helwest û jiyan wek helwesteke neteweyî pir hêja û bi rûmet e.

Taybetiyek me gelek kurdan a balkêş heye ku di gengeşiyan de, em ji mijarê bêtir, dixwazin xwe derînin pêş û pesnê xwe bidin. Pirê caran di civînan de, em dixwazin zanîna xwe bidin nîşandan. Di vê rewşê de ne kes dikare me zeft bike û ne jî em dikarin xwe zeft bikin. Lê di gelek civîn, gengeşe, semîner û konferansan de min li Kekê Zerdeşt guhdarî kiriye û tu carî min hest nekiriye ku ew zanîna xwe ya akademîk an zimanzaniya xwe derxistibe pêş an jî dîtina xwe li ser kesên din ferz kiribe. Her car zanîn û dîtina xwe bi zimanekî maqûl û kibar diyar kiriye. Ev wek têgihîştin û helwest taybetiyeke gelekî maqûl e û mixabin ev bi gelemperî di nav me de pir kêm e.

Ji ber vê yekê jî bi rastî ez Kekê Zerdeşt wek tîmsala nazenînî û xweşbîniya kurdî dibînim. Dema bi mirovan re dipeyive; bi ziman û dengekî wek hevrîşim nerm, şîrîn, kibar, ji dil û bi rêzdarî dipeyive. Melodiya peyvên kurdî bi devê wî mirov hejmetkar dihêle ku mirov lê      guhdarî bike.

Loma jî gelek caran min gotiye û ez dibêjim: “Kekê Zerdeşt tîmsala xweşikî, şîrînî, xweşbînî û nezaketa zimanê kurdî ye.” Di hîtabkirinê de gotina: “Xwûşk û birayên delal!” Ji peyva “birêz, an rêzdar” xweştir û dilînîtir e. Kekê Zerdeşt jî gelek caran bi vê gotina deng li civatê dike. Ew dema bi mirovan re dipeyive bêyî peyva “Keko û Bira” kêm dipeyive.

Kekê Zerdeşt ne tenê bi kibarî, nezaket, nefsbiçûkî û xweşbîniya xwe; bi zanyariya xwe jî zimanzanekî kurd î hêja ye. Ew mamosteyê mamosteyan ne. Min jî li ber destê wî dersên zimanê kurdî dîtine û ji wî gelek tişt fêr bûme. Di sala 2010’an de li Almanya li Zanîngeha Bonnê Dr. Zerdeşt dersa mamosteyên kurdî dida. Li wir ez jî şagirtekî wî bûm. Ew ne bi tenê teorîsyenê zimanzaniya kurdî; dildar û kedkarê zimanê kurdî ye jî. Wî li Ewropa û Almanyayê ji bo pêşketina zimanê kurdî, gelek karên pratîkî yên hêja kirine. Ji van, xebateke herî giranbuha jî di sala 1993’an de li Almanyayê bi pêşengiya wî, zimanê kurdî li dibistanan bi fermî wek dersa zimanê dayikê hatiye qebûlkirin. Ev 27 sal in ev ders berdewam dikin. Heta niha bi dehhezaran zarok û ciwanên kurd bi xêra serê wî dersên kurdî dîtine û hîn jî dibînin. Wek mamosteyekî zimanê kurdî, ez xwe, van zarok û ciwanan, tevî dê û bavê wan xwe spasdar û deyndarê keda Zerdeşt dibînim.

Wek endamê rêveberiya Yekitiya Mamosteyên Kurd li Ewropayê, dixwazim, di vê mijarê de bi du – sê hevokên dinê behsa teybetmendiyeke din a Kekê Zerdeşt bikim. Doktor Zerdeşt ji destpêkê heta îro her dem di kar û barê mamosteyên kurd de bûye alîkar û pêşeng. Dema hewcedarî çêbûye wî her tim; alîkarî, piştgirî û şêwirmendî kiriye.

Xwedê temenê wî dirêjtir bike, Kekê Zerdeşt niha 70 salî ye. Tevî hin pirsgirêken tenduristiyê jî hîn bi awayekî çalak di nav kar û xebatên kurdî de ye. Heta demek nêzîk jî Doktor Zerdeşt serokê Nivîskarên Kurd (PENa Kurd) bû û wî bi aweyekî demokratîk û serkeftî serokatiya gelek saziyên kurd ên dinê jî kiriye û hîn jî hinekan dike.

Di demek ne zêde dûr de, kongreya Yekitiya Mamosteyên Kurd heye û ez ji nuha ve Kekê Zerdeşt Haco wek Serokê Rûmetê yê Yekitiya Mamosteyên Kurd li Ewropayê pêşniyar dikim. Ez pêşin bawer dikim ku hemû endam û rêveberiya me jî ew ê bi kêfxweşî û serbilindî vê pêşniyarê bipejirînin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê