Rojnameya Heftane

Rewşenbîrekî mixrikî xwe bûyî: Edward W. Said

Çîrokeke balkêş e, di dawiya sala 1992’yan de BBC’yê gava dest pê dike Rêzegotarên Reithê radigehîne cîhanê, xebatkarên dezgehê seba ku pêşkêşiya bernameya gotûbêjan ji rewşenbîrê filistînî yê navdar Edward W. Saidî hatiye xwestin, tek tûk be jî tûşî rexneyan dibin. Gilîgazinên ku ji qismekî rewşenbîrên brîtanî bilind dibin, ew in ku Edward W. Said, di şerê serxwebûna filistîniyan de yekî çalak e û nabe ku di platformeke lap î cidî û girambar de cî bigire û li ser pirsgirêkên herêmê, cîhanê û barûdoxê bipeyive. Lêbelê çîroka balkêştir jî ew e ku Edward W. Said, di van rêzegotarên ku di BBC’yê de hatine pêşkêşkirin de, ên ku dû re li jêr navê Representations of The lntellectual, The 1993 Reith Lectures[1] bi edîtoriya Shelley Wagner a ji Weşanxaneya Pantheonê çap dibe, bîr û boçûnên xwe yên derbareyî kîbûn û çibûna rewşenbîr û rol û rawesta wê/wî ya li cîhanê, ji erebheziyê û totalîteriyê re dike gorî, ên ku di asta demargiriyekê de, di gotara wî ya di London Review Of Books de hatiye weşandin (Edward Saidê Ereb û Amerîkayî, di pêşrojên berhevdanên aştiyê yên Iraq û Sovyetê de nivîsand) derdikevin mexderê, ango di adara 1991’an de.

Gava min dest bi vê nivîsê kir, peyva ‘aştiyê’ nehat bîra min, nehat bîra min bê di kurmanciya gewr de me jê re çi digot! Halbûkî gelek peyvên jibirkirî, yên kêmnas, lazim, nelazim, roj pê ve dihatin bîra min û hinek jî bûbûn pizika ser lêvê. Ya rast, bihata hişê min jî, min nedizanî bê ez ê wê peyvê li ku bi kar bînim, di nivîsekê de ya ku hewil dida kêm û zêde li ser rewşenbîriyeke mixrikî hev bûyî ra biweste. Ma ne Edward W. Said bû yê ku digot; “Peywireke rewşenbîran jî ew e ku, klîşe û kategoriyên ku bîr û boçûnên mirovan û pêwendiyên navmirovan xistine bin nîrê xwe daşikînin.” Çi ku wî bawer dikir ku çand –ji Rojava heya bi Rojhilatê– bi destekariya niştergeriyê ji hevûdin nayên (divê neyên) veqetandin, ewqas ku kakil û dîroka wan têkelî êkûdin bûne û çandeke pireh –di wateya melezê de– a pêgirî ava kirine.

Welew ku wisan e, welew ku çanda kurdan, bi dirêjahiya mêjûya nifirlêbûyî tevlî çanda ereban, farisan û tirkan bûye (yan jî a van dewletên mêtinger tevlî çanda me bûye) û em ji heman kaniya çanda pireh, a ku bi niştera bîrdoziyê –ji qewlê Edward W. Saidî- hîn nehatiye jêkirin vedixwin. De baş e, çima em bi jehrî ketin!? Hem jî bi firta ewil re!? Çima zeviyên me, bax û bistanên me bi şewb û nexweşiyên curbecur hîç û pûç bûn? Bîhna sêvan fûriya ji dîrokê, jê û bi şûn de jî me xwe nedît! Halbûkî Edward W. Said gotibû; “Bi min rewşenbîr, biqasî ku ji destê wan bê, divê dengê xwe bigihîne girseyên gel û wan kêm nebîne, çi ku gel, muxetebê wî yê xwezayî ye.”, heye ku em şaş bûn (weke gelek caran), heye ku Edward W. Said, qala kul û derdên gelan nedikir û nedigot rewşenbîr raserî partiyan e, raserî bîrdoziyê ye û niştergeriyê nake. Radeya rastiya êşê çi ye gelo ji bo rewşenbîrekî fena Edward W. Said? Çi bû yan jî? Çi ku ew jî, weke Tariq Elî û Hemîd Dabaşî, pirsgirêka mêtingeriyê û têkoşîna kurdan, fena dek û dolabên Sîyonîstan û fen û fûtên emperyalîzmê didît, ji dêvla ku piştgiriyê bide doza kurdan (qet nebe li bîr û boçûnên xwe xwedî derketa), rê û dirbên çareseriyeke jiberkirî rêyî me dida, a ku li gorî wî diviya di nav dewletên desthilatdar ên heyî de bête safîkirin. Loma di gotara xwe ya London Review Of Booksde,li dor peyva angaştê çerx bûbû, wekî çawan Iraq (û Sedam) hevwelatiyên xwe bi gazên kîmyewî kuştiye, ya rast, nediket bin kûmê wî yê ku her ku diçû bêhtir dişibiya ya Sedam, bi tevî ku kurd hingê xwe ji bo daw û doza filistîniyan jî dikirin gorî.“A soxîn wekî yekî temsîlkar a girîng rewşenbîr e; ya/yê ku vê yan wê bîrûboçûnê aşkera dike, bi tevî hemû keleman ya/yê ku vê temsîlê li ser navê gel dike, a ku wê ji xwe re wek muxeteb dîtiye.” Navberekê, Said, navê zilamê ciwan a Joycesî hildide, qala Stephen Dedalusê Ulyssesî dike (tê bîra min helbet, şevekê wergêrê Ulyssesê, şa’irê me yî gewre î dûredest Kawa Nemir, li ser vê mijarê dûvedirêj peyivîbû) û li rewşa wî ya tenik hûr dibe; yê ku xwe bi neteweperweriya Îrlandayê bi nan û av dike, non serviam, ango tu dê xizmetê nekî! Ji kê re? Helbet ji tuxmê îngilîzan re! Bi dirêjahiya bendê, Stpehen bi nasnameya xwe a îrlandî, rûbirûyî bişavtinê dibe û li hemberî êrîşên maksîmalîstan radiweste, lêbelê bi fikar e jî, xasma jî ji geşedanên neteweperweriyeke tûndûtûj. Joyce, wekî hemû nivîskarên mezin ên modernîst, têgiheke nasnameyê bi kar tîne, a ku bi çemka regezê ve pihêt girêdayî ye.

Ka em çend gavan ber bi dîrokê de bavêjin û herin Îrlandayê; di salên 1890 û 1900’an de giringtirîn îş û amelê îrlandiyan bûbû projeyên geşkirin û vejandina zimanê Galî, ne bi tenê ji bo hejmara kesên ku bi vî zimanî dipeyivîn zêde bikin, di heman demê de hewil didan ku zimanên wan têkeve gereke fermî, bibe parçeyeke pergala perwerdeyê. Tew, di sala 1897’an de, komeleyeke Galîyan, pêşbirkên li ser geşepêxistina zimanê Galî jî li dar xistibûn; “Bandora Zimên Li Ser Neteweyê”,“Zimanê Îrlandî Dê Bi Çi Terhî Popûler Bibe?”, xelat jî 5 Sterlîn bû, tiştên wehakîno ku ji me re gelekî xerîb tên. Serqisê, ne bi tenê Edward W. Said, wergêrê wî jî di pêşgotina xwe ya di Kış Ruhuyê de (Ruhê Zivistanê) de ya ku ji nivîsên wî yên li ser mişextiyê, mêtingeriyê, antropolojiyê, oryantalîzmê, cîhan û bend û nivîs û rexnegiriyê hatine pê, navê Filistinê bi tîpên girdek dinivîsîne û bi ser ve dike; “Bervederê nebez ê daw û doza FILISTÎN’ê, teşhîrkerê tesewira Îslamê, ya ku di çapemeniya Rojavayê de bi awayekî çewt –bêguman îdeolojîk– hatiye vederkirin. (…) Gava li Tirkîyeyê navê Edward W. Said tê hildan, ev tênbîra meriv.”[2] Filistîn, Îslam û Tirkîye… ev her sê peyvên han, ji zû de ye di nav der û dorên hunera hevçax de –bêhtir di nav tirkên sekûler de– jî bûye rê û rêbazek ji boranêzîkbûna hunermendên esilkurd û pirsa wan. Dijberiya kurdan, yên herî sekûler jî bi nan û av dike, loma beriya bi çand salan, hunermendeka tirk a sekûler, bi e-mailekê lezelez qaşogiravî ben di guhê min re dikir wekî çawan ez tevlî pêşengeheke ku hunermendên cihû jî beşdarî lê kiribûn, bûbûm, bi tevî ku çend hunermendên ereb dest ji pêşengehê kişiyabûn, lêbelê tewqa xwe ji muzexaneyên cihûyan nebirrîbûn (heya vê gavê jî), ên ku berhemên wan kirrîbûn û tevlî koleksîyonên xwe kiribûn. Çi ku hingê Zizekê ku gotibû kurd, li Rojhilata Navîn, versiyoneke din a cihûyan in, rû ji wan badabû û kurd, bi awayekî eklektîk bi bîrûboçûnên Negri û Hardt tevdigeriyan. “Yekê” jî digot Edward W. Said parîyekî jî bi gazindokî;“Digel ku qala kel û cehda ku min di ber gelî de dida dikirin jî, yên ku bi ti caran navê wî gelî hilnedidan jî hebûn. Filistîn hîn jî peyveke qedexekirî bû.”

Eynî wek navê Kurdistanê…

 

[1] Pirtûka navborî, li jêr navê Entelektüel / Sürgün, Marjinal, Yabancı, bi wergera Tuncay Birkan, di sala 1995’an de ji nav Weşanên Ayrıntıyê derket. (n.n.)

[2] Bnr. Kış Ruhu, Ji Edward W. Said Bendên Bijarte, Amadekar û Werger: Tuncay Birkan, Metis, 2006.