23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistina Efûyê îdîaya Soylû derew derxist

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Suleyman Soylû duh tev li bernameya Habertirkê bû û diyar kir ku li Tirkiyeyê pêkanîna îşkenceyê tuneye. Li ser vê yekê hem li ser medyaya dijîtal hem jî ji gelek sazî û rêxistinên mafên mirovan, li hember vê gotina Soylû bertek hatin nîşandan.

Yek ji van saziyan jî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporên îşkenceyan bi bir xist û daxuyaniya Suleyman Soylû derew derxist.

Rêxistina Navneteweyî li hember gotina Soylû ya ‘Ev 4 sal û nîv e ku saziya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi tu awayî derbarê îşkenceyê de tu rapor ne danîne pêşiya me.Têkildarî îşkenceya sîstematîk de em hişyar nekirin û tu tişt nedane pêşiya me.’ Bersiv da. Rêxistinê li hemberî van gotinên Soylû daxuyaniyên heta niha dayî, bangawaziyên kirî û raporên îşenkenceyê parve kirin.

Rêxsitinê rapora ku der barê Osman Şîba û Servet Turgut ya di 11 îlonê 2020’î de li navçeya Şax ya Wanê ku ji aliyê leşkeran ve ji balafirên hatibûn avêtin, rapora ku ji bo îşkenceya li ser şagirtên Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû amadekirin, rapora Mehmed Siddik Meşe ku di 1’ê qanûnê de li girtîgeha Amedê rastî tundiyê hatî, rapora Gokhan Turkmen û Mustafa Yilmaz ên ku ji aliyê hin kesên çekdaran ve  hatibûn revandin û hwd bi bîr xistin.