spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistina Efûyê: Pêdivî bi daraza serbixwe heye

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe ya sala 2020’an a rewşa mafên mirovan a cîhanê dinirxîne weşand. Di beşa têkildarî Tirkiyeyê ya raporê de, hat diyarkirin ku bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi darazeke serbixwe heye. Di raporê de behsa di pêvajoya pandemiyê de derbirîna azadiyê, darizandina adilane, zextên li ser muxalefet û civakê, newekheviya zayendî, cihêkarî, mafê pênaber û koçberan û windakirinên bi darê zorê, îşkence û muameleya xerab hatine kirin.

Di raporê de neberdana hevserokê giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, karsaz Osman Kavala û siyasetmedarên girtî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo berdana wan biryar da, hatin bibîrxistin. Di raporê de hat gotin ku mafê azadiya kombûnê ya jinên li mafê xwe digerin bi dehan caran hatiye binpêkirin. Her wiha hat ragihandin ku li Tirkiyeyê gef li ser Peymana Stenbolê hene.

Darizandina neadilane ya muxlifan

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li dijî gelek kesan gefa darazê domiyaye, darizandina adilane tune hatiye hesibandin û hikûmetê zext li muxalefet kirine. Di raporê de tê gotin ku li Tirkiyeyê sansür li medyaya civakî hatiye danîn û astengî hatine derxistin. Di raporê de qanûna pirbaroyî jî hat bibîrxistin û hat gotin ku gelek parêzer girtî hatine darizandin û qanûna nû erk û serxwebûna baroyan lawaz dike.

‘Neberdana Demîrtaş û Yuksekdag’

Di raporê de beşek têkildarî rewşa endamên partiyên muxalefetê yên girtî heye ku ceza ji bo wan tê xwestin û hat destnîşankirin ku hevserokên giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hê girtî tên darizandin û tevî biryara DMME’ê jî Demîrtaş nehatiye berdan û hê jî nayê berdan.

Avêtina ji helîkopterê

Servet Tûrgût û Osman Şîban ên li navçeya Şaxa Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin ku piştre Tûrgût jiyana xwe ji dest dabû, di raporê de cih girt. Di raporê de hat destnîşankirin ku Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest daye û nakokî di navbera daxuyaniya walîtiya Wanê, wezareta karên hundir û beyanên şahidan de hene.  