spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistina Efûyê: Vekişîna Tirkiyeyê ya ji peymanê xetere ye

Tirkiye îro bi awayekî fermî îmzeya xwe ji peymana navneteweyî ya pêşîlêgirtina şideta li dijî jinan (Peymana Stenbolê) vekişand. Dema ku Erdogan biryara vekişandinê di adarê de ragihand, gelek hevalbendên Erdogan ên rojavayî û gelê Tirkiyeyê bi xwe jî, ev biryara Erdogan şermezar kirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hişyarî da ku şideta li dijî jinan zêde dibe. Di vê çarçoveyê de, Sekretera Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Anis Calamar got: “Tirkiye der barê mafê jinê de 10 sal paş de gav avêt.”

Anis Calamar diyar kir ku vekişîna Tirkiyeyê ji peymanê, peymaneke xeternak û tewş e û ev yek tê wateya ku sûcdar dikarin ji cezayê dûr bikevin.

Peymana Stenbolê ji hêla Konseya Ewropayê ve di sala 2011’an de hate amadekirin û armanc ew bû ku çarçoveyek qanûnî li seranserê Ewropayê ji bo pêşîgirtina şideta li dijî jinan, çêbike.