spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistina Tenduristiyê: Ji bilî Deltayê mutasyonên din jî hene

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) bal kişand ser talukeyên mutasyonên Covîd-19’yê û da xuyakirin ku ne tenê mutasyona Deltayê heye. Rêxistinê bal kişand ser wê yekê ku dibe ev nexweşî ne tenê bi rengeê mutasyona Deltayê lê bi şêwe û  mutasyonên din jî li seranserê cîhanê belav bibe.

Lewra hewcedarî bi hevkariyeke navneteweyî heye ji bo têkoşîna li dijî belavbûna van mutasyonan.  Zanyar amerîkî Maria Van Kerkhove di hesabê xwe yê malpera civakî peyamek wiha par vekiriye : Herî zêde nexweşên bi mutasyonên Covîd 19 li Hindistan û Brezîlyayê belav bûye û niha jî li DYA’yê zêde bûye.

Maria Van Kerkhove da zanîn ku ne tenê mutasyona Deltayê cihê metirsiya ye lê dibe ku Covîd-19 bi gelek şêwe û mutasyonên din derkeve pêşberî me.

Her wiha ev parvekirina Maria Van Kerkhove ji alî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de jî hate belavkirin û bi kurtahî van şîretan dike:

  • Divê rêjeya derzîkirinê li seranserê cîhanê zêde bibe
  • Pergala çavdêriyê bihêztir bibe
  • Divê tedbîrên baş ji bo cihên qelebalix û pîrozbahiyan werin girtin.
  • Divê pergala hewagirtinê ya avahiyan were sererastkirin.
  • Divê aliyên pêwendîdar ên cîhanê di nava têklî û hevkariyê de bin.