24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên HDP’ê li Mêrdîn û Amedê tecrîd şermezar kirin

Rêxistinên HDP’ê yên Amed û Mêrdînê, bi daxuyaniyên çapemeniyê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê têkildarî binpêkirina mafên girtiyan xwest li ber Plaza AZC’ê ya Ofîsê daxuyaniyek bide çapemeniyê. Polîsan semta Ofîsê dorpêç kir û çalakiya HDP’ê asteng kir. Demek dirêj di navbera polîs û girseyê de nîqaş derket. Polîsan destûr neda ku daxuyanî bê dayîn. Girseyê jî bi dirûşma “HDP gel e, gel li vir e” bertek nîşanê polîsan da û astengkî protesto kirin.

Li Mêrdînê jî Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniya bûn. Rêveberên HDP’ê daxuyanî li pêş avahiya partiyê dan û pankarta “Em ê tecrîdê bişikînin û faşîzmê hilweşînin” vekirin. Komê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Hevserokê HDP’ê ya Mêrdînê Salîh Kûday, diyar kir ku tecrîd li her qadê belav bûye û got: “Şikandina tecrîdê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê mifteya çareseriyê ye. Hemû kesên xer naxwazin divê ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin.”
Daxuyanî bi çepik û dûrişmeyan bi dawî bû.