Rojnameya Heftane

Rêya ku jin xwe pê didin fêhmkirin

Li gorî min huner rêyeke ku jin xwe pê didin fêhmkirin û ez jî bi rîtmê li ser vê rêyê dimeşim. Heta ku ji destê min bê ez ê piştgirî bidim perwerdeya jinan. Ku em di her qadê de bi ser bikevin, dengê me dê bilind bibe û ev newekhevî ji holê rabe

Bêrîvan Kayi

Dîlan Yeşîlyaprak muzîkjeneke ciwan e û di 12 saliya xwe de bi bandora hevalên xwe yên elewî dest bi tembûrê dike. Piştre li Zanîngeha Stenbolê beşa konservatuarê dest bi dersên perkusyonê (rîtim) dike û ev 8 sal in ku bi awayekî profesyonel dixebite. Wekî gelek kurdên ji welatê xwe dûrketî malbata Yeşîlyaprak jî ji Mêrdînê koçî Îzmîrê dike û ew li wir mezin dibe. Her çiqas ku ji çanda xwe dûrketibin jî ew di axaftina xwe ya zimanê dayikê de israr dike û bi van hestên xwe dest bi muzîkê dike û niha mamosteya rîtimê ye û bi gelek hunermendan re derketiye ser dikê.

Yeşîlyaprak der barê muzîkjeniya xwe de axivî û diyar kir ku ji ber perkusyon bi lêxistin û dengê bilind tên bikaranîn wekî ‘enstrûmanên mêran’ ango qadeke mêran hatiye binavkirin.

Perkûsyon tenê ne ya mêran e

Yeşîlyaprak beriya 8 salan dema  dest bi rîtimê dike bi nêzîkatiyeke ku perkusyon wekî sîmgeya ‘hêz’ê ango ‘jêhatî’bûnê ye dest pê dike û wiha dibêje: “Kesên perkusyonîst ji derve pir bi hêz xuya dikin. Ji bo ku lêdan, tundî, bihêzbûn û bi dengekî bilind axivîn wek taybetmendiyên mêran dihat hesibandin, min jî xwest wek wan xuya bikim û hêza xwe ji lêxistinê bigirim. Lê piştre min ferq kir ku ji aliyê mêran ve hêz ji destê jinan hatiye girtin.”

Yeşîlyaprak li ser erbanê û gelek cureyên enstrumanan jî dixebite. Dîlanê di axaftina xwe de bal kişand ser bandora enstrûmanên rîtmê ya di çanda kurdan de û wiha got: “Jixwe di çanda kurdan de jin tim bi rîtimê re mijûl bûne. Li rojhilatê Kurdistanê gelek jinên rîtimjen hene. Piranî li defê/erbaneyê didin. Ez bi hemû perkusyonan ve mijûl im.”

Atolyeya ji bo jinan

Di axaftina xwe de Yeşîlyaprak bal kişand ser tundiya li ser jinan û qala xebatên xwe yên ku tenê ji bo pêşketina jinê destpêkirî, kir.

Yeşîlyaprak diyar kir ku hewce ye enstrûmanên rîtmê êdî tenê ne wek karekî mêran were hesibandin û wiha domand: “Ez dixwazim rîtimjeniyê belav bikim bi taybetî di nav jinên kurd de. Mixabin jin jî dûrî rîtimê disekinin ji bo ku lêdan wek karê mêran tê hesibandin. Dixwazim vê nêrîna şaş biguherînim. Ji bo vê xeyalê, min gavek jî avêt. Li Taksîmê atolyeyek heye, li wir tenê ji bo jinan dersên rîtmê didim. Dixwazim agahiyên xwe bi wan re parve bikim û hejmara jinên rîtimjen zêde bikim û vî karî ji destê mêran derxim.”

Ji bo jinan perwerdeya rîtmê

Yeşîlyaprak wek jineke kurd ji festîvala cazzê heta komeke amerîkî  ji wir jî bi gelek hunermendên kurd re derketiye ser dikê. Ew her roj bi saetan kedê dide karê rîtimjeniyê û heta carinan ji bo ku tiliyên xwe bihêztir bike ceribandinê li ser keviran jî dike. Têkildarî zehmetiyên ku ew wek jinekê dikişîne jî Yeşîlyaprak ev tişt anî ziman: “Jinbûn li hemû dinyayê û di her qadê de pir zêde zor e. Min pir tehde dît heta ku min xwe wek mûzîkjenekê da qebûlkirin. Ji ber ku nêrînên mêranî, tenê laşê min didîtin û bawer nedikirin ku dê jinek di  muzîkê de ser bikeve. Bi dewlet an jî bêdewlet ferq nake, xwedî zayenda jinbûn an jî kesên ku xwe wek jin didin nasîn zehmet e. Li gorî min huner rêyeke ku jin xwe pê didin fêhmkirin û ez jî bi rîtimê li ser vê rêyê dimeşim. Heta ku ji destê min bê ez ê piştgirî bidim perwerdeya jinan. Da ku em di her qadê de ser bikevin.”

Perkusyonîst Yeşîlyaprak bi salan e bi karê muzîkê ve eleqadar e û di dema koronayê de jî bi onlîne dersên rîtmê dane. Yeşîlyaprak da zanîn ku hem ji bo muzîkê hem ji bo gelek qadên din hewce ye êdî her kes li ser dijîtalê hunera xwe parve bike û her wiha neşopandina kurdan a kanalên kurdî yên li ser medyaya civakî jî rexne kir.