24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzedersên Kurmancî 12 – Daçek 2

Niha jî em behsa hûrgiliyên bazinedaçekên kurmanciyê bikin.

di…..de/da:  Me li jorê bi kurtî behsa vê yekê kiribû. Ev daçek wateya nav, hundirînê dide hevokê. Awayê wê yê kurtkirî ‘tê de’ ye. Her wiha wekî daçekên nexwerû jî cureyên vê bazinedaçekê tên bikaranîn.

  • Xwarin di qazanê de
  • Di avê de
  • Di pirtûkê de gelek wêne hebûn.[1]

di…..re/ra: Ev daçek di hevokan de wateya derbasbûnê, şopa tevgerekê destnîşan dike. Her wiha ev daçek bi demê re kurt bûye û wekî ‘tê re’ jî tê bikaranîn.

  • Av di bin qeşayê re
  • Wî derziyek tê re kir û pîjik derêxist.

ji……de/da: Wateya livîna ber bi xwarê, ber bi jêr ve yan jî ji cihekî bilindtir ber bi cihekî nizmtir dide.[2]

  • Mirovek jide
  • Ji jor de ket xwarê.

ji……re/ra: Ev daçek karê ku ji bo yekê/yekî tê kirin destnîşan dike û gotinan arasteyî kesinan dike. Ango ev daçek di wateya ‘ji bo’ û ‘bo’ de jî tê bikaranîn.

  • Heke dirav yên Belqitî bin, ji me re ne heram in.[3]
  • Mamosteyî ev yek duh ji te re gotibû.

bi……re/ra: Ev daçek wateya pêrebûnê dide hevok, riste û peyvan. Awayê wê yê kurtkirî ‘pê re/ra’ ye.

  • Pisîk bi hev re dileyîzin.
  • Bila bi me ra neyê.[4]

bi……de/da: Ev bazinedaçeka me jî tevgera ber bi derekê ve destnîşan dike. Li gorî vê bazinedaçekê jî tevgerên ber bi pêş û jêr tên diyarkirin. Awayê wê yê kurtkirî jî ‘pê de’ ye.

  • Bi aliyê me de [5]
  • Şerbikek ava sar bi ser savarê nîskan de

bi……ve/va: Ev daçek wê wateyê dide ku tiştek bi tiştekî ve yan bi cihekî ve hatiye zeliqandin, lûsandin yan asêkirin.[6] Awayê vê bazinedaçekê yê kinkirî jî ‘pê ve’ ye.

  • Mem bi wir ve hilkişiya.
  • Min wêneyek bi dîwêr ve

[1] Huseîn Muhamed, https://zimannas.wordpress.com/category/dacek/

[2] Huseîn Muhamed, heman çavkanî, r:28

[3] Xurşîd Mîrzengî, Belqitî,  r: 185

[4] Hisên Kemal, Term, Wardoz, 2021, Stenbol, r: 343

[5] Samî Tan, r: 196

[6] Huseîn Muhamed, heman çavkanî, r: 23