Friday, October 22, 2021

Rêzedersên Kurmancî 13 – Veqetandek an jî îzafe çi ne?

Veqetandek an jî îzafe çi ne?

Veqetandek têgeheke rêzimanî ye ku ji lêkera “veqetandin”ê hatiye çêkirin.Di rêzimana kurmancî de em bi rêya veqetandekan zayend û mêjera peyvan ji hev derdixin. Ravekên kurmancî bi rêya veqetandekan çêdibin. Bêyî veqetandekên kurmancî ravek nikarin bên sazkirin.

Em ê di xelekên xwe yên bê de bi hûrgilî behsa ravekan bikin jixwe. Lê em wiha wekî bibîrxistinekê li vir behsa hin rêzikên ravekan bikin. Wekî ku di gelek ziman û zaravayan de jî heye, em di ravekan de peyvekê bi peyveke din rave dikin, ango peyvekê bi peyveke din dinasin.

Ser meselê:

Dema em dibêjin:

  • Sêva sor, an jî dema em dibêjin
  • Xalê min, an jî gava em bibêjin
  • Pirtûkên Bêrîtanê,

Wekî di van mînakên me de jî dixuyên bi du peyvan ravekek hatiye çêkirin. Di vê ravekê de jî peyvek bi peyveke din hatiye ravekirin.

Di ravekan de peyvek raveber e, peyvek jî raveker e.

Peyva ku xwe dide ‘ber’ ravekirinê, ango tê ravekirin dibe “raveber”. Peyva ku karê ravekirinê dike, ango raveber rave dike jî dibe “raveker”.

De îja em cardin bên ser mînakên xwe: Me gotibû; sêva sor, xalê min, pirtûkên Bêrîtanê ne wisa?

Di mînakên me de, peyvên ewil dibin raveber, peyvên peyhatî jî dibin raveker. Çawa yanî? Ka berî hişê me bibe tirşik em behs bikin. Binêrin û bira bala we li ser be:

Raveber        Raveker

  •       Sêv – a               sor      

(di vir de peyva “sêv” raveber e, ango xwe dide ber ravekirinê û peyva “sor” jî karê ravekirinê dike, ango raveker e. Em sêvê çawa nas dikin û ji sêvên din vediqetînin? Helbet bi rêya veqetandekan. We dît herfa “a” hatiye bi peyva sêvê ve zeliqiye; aha ev veqetandeka me ye. Em derbasî mînaka xwe ya dinê bibin)

  •         Xal – ê                min

(Di vê mînaka me de jî peyva “xal” xwe dide ber ravekirinê û cînavka “min”ê jî wê rave dike. Ango “xal” dibe raveber, “min” dibe raveker e. Ew herfa “ê”yê ya ku bi peyva “xal” ve zeliqiye jî veqetandeka me ye.)

  •       Pirtûk –ên          Bêrîtan – ê,

(Di vê mînaka me de jî peyva “pirtûk” xwe dide ber ravekirinê û navdêra “Bêrîtanê” jî wê rave dike. Ango “pirtûk” raveber e, “Bêrîtan” jî raveker e. Ew “ên” a ku bi peyva pirtûkê ve zeliqiye jî veqetandeka me ye. Û bira di bîra we de be ew herfa “ê” ya ku bi navdêra “Bêrîtan” ve zeliqiye jî tewanga me ye)

Di kurmancî de du cure veqetandek hene: Veqetandekên diyariyê û veqetandekên nediyariyê. Hin kes bi termînolojiyên cuda van her du pişkan bi nav dikin. Ser meselê hin kes ji veqetandekên diyariyê re dibêjin “veqetandekên binavkirî” an jî “veqetandekên nasyar” û ji veqetandekên nediyariyê re jî dibêjin “veqetandekên nebinavkirî” an jî “veqetandekên nenasyar”. Binavkirin ango tunebûna termînolojiyeke hevpar a kurmancî kêşeyeke rêzimana kurdî ye. Lê di vir de mebesta me ew e ku mijar bê fehmkirin nexwe bi kîjan navî bi nav dikin dikarin bi nav bikin.

Di veqetandekên diyariyê de sê heb qertafên me yên esasî hene û em bi rêya wan qertafan hem zayenda peyvê, hem jî mêjera wê diyar dikin. Ango veqetandek cinsiyet û mîqdara peyvên me yên di ravekên me de destnîşan dikin.

Qertafên veqetandekên diyariyê jî ev in: a, ê, ên.

Qertafa “a”yê ji bo veqetandekên mê û yekjimar tê bikaranîn. Ango ev qertafa “a”yê dema di ravekekê de bi raveber re hatibe bikaranîn em yekser dizanin û pê derdixin ku ravebera me mê ye û yekjimar e, yanî hebek tenê ye.

Qertafa “ê”yê jî ji bo veqetandekên nêr û yekjimar tê bikaranîn. Ev qertafa “ê”yê dema di ravekekê de bi raveber re hatibe bikaranîn em ê tê derxin ku ravebera me ji aliyê zayendî ve nêr e yekjimar e.

Herçî qertafa “ên”ê ye ew jî ji bo veqetandekên pirjimar tê bikaranîn. Nizanim tê bîra we an na, lê divê me gotibe, di kurmancî de dema peyv dibin pirjimar êdî zayend ji holê radibe. Yanî di peyvên pirjimar de zayend ne diyar e ka nêr e yan ye. Lewra dibe ku her du bin jî.

Mînakên me çi bûn: sêva sor, xalê min, û, pirtûkên Bêrîtanê.

Ji ber ku zayenda “sêv”ê ya rêzimanî mê ye, em qertafa veqetandekên diyariyê yên mê û yekjimar “a”yê pêve dizeliqînin. Û em raveka xwe bi rêya wê çêdikin.

Binêrin, di îngilizî de ev ravek wiha çêdibe: “red apple”,

Di tirkî de jî dibêjin: “siyah elma

Di van her du zimanan de veqetandek nayên bikaranîn. Her du peyv jî, yanî raveber û raveker jî xwerû dimînin û tu qertaf û herfan nagirin ser xwe.

Lê di kurmancî de ji bo ev her du peyv bi awayekî watedar bên ba hev pêwîstî bi veqetandekan heye.

Di mînaka me ya din de me gotibû “xalê min” ne wisa. Di vir de ji ber ku zayenda xal nêr e, em qertafa veqetandekên diyariyên yên nêr û yekjimar “ê”yê bi peyvê ve dizeliqînin. Di vir de xalek tenê heye û diyar e ka kîjan xal e. Ango yê ku diaxive dizane behsa kîjan xalê xwe dike.

Di mînaka me ya din de jî me gotîbû “pirtûkên Bêrîtanê”. Di vir de jî ji ber ku em behsa pirtûkekê tenê nakin û em behsa du an jî gelek pirtûkan dikin em qertafa veqetandekên diyar ên pirjimariyê bi kar tînin. Jixwe me gotibû ku di pirjimariyê de zayend tune ye ne wisa? Ji ber ku em behsa gelek pirtûkan dikin, em qertafa “ên”ê bi peyva raveber ve dizeliqînin. Di vir de jî em dizanin du an jî gelek pirtûkên Bêrîtanê hene, lê yê ku diaxive dizane ka behsa kîjan pirtûkan dike. Pirtûk diyar in yanî.

Me di nav van agahiyan de bi kurtasî wisa behsa sazkirina veqetandekên kurmancî kir û tenê ji veqetandekên diyariyê mînak dan. Niha jî em ê li gorî dabeşkirina rêzimanî veqetandekan bigirin dest.

Veqetandekên Diyariyê/Nasyar/Binavkirî: Jixwe me qasek berê gotibû (3) qertafên vê beşê hene: ‘ê’, ‘a’ û ‘ên’

  • ê: veqetandeka nêr a yekjimar û diyar e.
  • a: veqetandeka mê ya yekjimar û diyar e.
  • ên: veqetandeka pirjimar û nêtar e.

Niha jî em mînakan ji bo van her sê awayan bidin:

  • Av-a sar (di vir de ji ber ku zayenda peyva “av”ê mê ye û behsa avekê tenê dike qertafa veqetanda mê û yekjimar “a” hatiye bikaranîn)
  • Deri-y-ê hesin. (di vir de jî ji ber ku zayenda peyva “derî” nêr e û behsa deriyekê tenê tê kirin qertafa veqetandeka nêr û yekjimar “ê” hatiye bikaranîn)
  • Çiya-y-ên Kurdistanê. (di vir de jî ji ber ku behsa gelek çiyayan hatiye kirin em qertafa veqetandeka pirjimariyê ‘ên’ê bi kar tînin û dema pirjimar bibe jî zayend ji holê radibe.)

Em bên ser veqetandekên nediyariyê. Dema em dixwazin peyvekê bi awayekî yekjimar nediyar bikin em ji peyva “yek”ê alîkarî dixwazin. Dema em bixwazin wê peyvê bi awayekî pirjimar nediyar bikin em ji peyva “hin”ê alîkarî dixwazin an jî wê bi kar tînin.  Sê qertafên veqetandekên nediyariyê jî hene: ‘ekî’, ‘eke/a’ û ‘in(e)’.

Niha jî em mînakên xwe ji bo vê beşê dubare bikin:

  • Aveke (di vir de ji ber ku zayenda peyva “av”ê mê ye û behsa avekê tenê tê kirin me qertafa veqetandekên yekjimar û nediyar “eke”yê bi kar anî. Jixwe me gotibû ew “ek” ji peyva “yek”ê tê û ew “e”ya dawî jî qertafa nediyariyê ye. Binêrin di veqetandekên diyar de ji bo peyvên mê qertaf “a” bû lê dema em dikin nediyar em qertafa “e”yê bi kar tînin. Ya rastî Weqfa Mezopotamyayê di xebata xwe ya bi navê Rêbera Rastnivîsê de ji bo tevlihevî dernekeve ji bo veqetandekên mê û nediyar jî qertafa “a”yê bi kar tîne (wisa be dê bibe: aveka sar) lê belê li ser vê lihevkirineke giştî tune ye.)
  • Deri-y-ek-î (di vir de jî ji ber ku zayenda peyva “derî” nêr e qertafa veqetandeka nediyar û yekjimar “î” tê û bi peyvê ve dizeliqe.)
  • Çiya-y-in(e) Kurdistanê. (di vir de jî ji ber ku behsa gelek çiyayan dike û em nizanin ka kîjan çiya ne qertafa veqetandekên pirjimar û nediyar “in” hatiye bikaranîn. Hin kes vê wekî ‘ine’ jî digirin dest.)

Binêrin, qertafên veqetandekan çawa diguherin:

  • Dema diyar û yekjimar be ya nêr ‘ê’ ye û dema nediyar be ev ‘ê’ vediguhere ‘î’yê.
  • Dema diyar û yekjimar be ya mê ‘a’ ye û dema nediyar be ev ‘a’ vediguhere ‘e’yê.
  • Dema pirjimar be qertaf ‘ên’ e û dema nediyar be jî ev ‘ên’ vediguhere ‘in’ê.

Di mijara veqetandekan de xaleke girîng jî ev e: Dema veqetandek diyar be em dizanin em behsa kîjan tiştan dikin lê dema nediyar be em nizanin em behsa kîjanan dikin. Yanî dema em bibêjin ‘pirtûka min’ em dizanin em behsa kîjan pirtûka xwe dikin, lê dema em bibêjin ‘pirtûkeke min’ ew çax gelek pirtûkên min hene û ez behsa yekî dikim û nizanim ka kîjan pirtûk e.