spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzedersên Kurmancî 15 – Tewang II

Me di xeleka borî de behsa tewangên diyariyê kiribû û me gotibû ku sê heb qertafên bingehîn yên tewangên diyariyê hene ne wisa?

Niha jî em ê behsa tewangên nediyariyê bikin. Lê berî wê divê em li ser binavkirin ango termînolojiyê bibîrxistinekê bikin.

Hin kes ji bo tewangên diyariyê dibêjin tewangên binavkirî, an jî tewangên nasyar û ji bo tewangên nediyariyê jî dibêjin tewangên nebinavkirî an jî tewangên nenasyar. Ev termînolojî di beşa veqetandekan de jî bi heman rengî hebû. Termînlojiyeke hevpar û ku cimaeta zimanzanên me li ser li hev kiribe mixabin tune ye. Ji ber wê jî ez hewceyî pê dibînim ku binavkirinên ciyawaz bi we re parve bikim da ku we dît yekser nas bikin.

Piştî vê gilî gazinda xwe ya piçkole em derbasî mijara xwe ya îro bibin.

Em ê îro behsa tewangên nediyariyê bikin. Çawa ku di tewangên diyariyê de sê heb qertafên bingehîn hebû di tewangên nediyariyê de jî sê heb qertafên bingehîn hene:

  • “-ekî” ji bo navdêrên nêr ên yekjimar û nediyar tê bikaranîn.
  • “-ekê” ji bo navdêrên mê ên yekjimar û nediyar tê bikaranîn.
  • “- in” ji bo navdêrên nêtar û pirjimar û nediyar tê bikaranîn.

Tê bîra we di mijara veqetandekan de jî me behs kiribû ku dema em peyvan nediyar dikin em ji peyva “yek” û “hin”ê alîkarî dixwazin. Aha ev “ek”a di zayenda nêr û mê de ji peyva “yek”ê peyda bûye û ev “in” a pirjimariyê jî ji peyva “hin”ê peyda bûye.

Ji ber ku hin qertafên mijara tewangê û mijara veqetandekê dişibin hev gelek kes tewang û veqetandekan tevlihev dike. Lê belê şertê me yê di veqetandekan de bira were bîra we. Veqetandek di kurmancî de ravekan saz dikin lê tewang bêyî ravek jî tên bikaranîn. Ango ji bo veqetandekan ravek şert e, lê ji bo tewangan ravek ne şert e.

De îja em mînakên xwe ji bo vê beşê jî bidin da ku tevliheviya hişê me biçe û mij û morana ser mêjiyê me belav bibe:

  • Arjen deriyekî vedike.(dema niha)
  • Ez dê nameyekê bixwînim.(dema bê)
  • Hevalekî xwarin çêkir.(dema borî)
  • Gundiyekê mast difirot. (dema borî)

(Binihêrin hevokên me hemû hevokên gerguhêz in. Di hevokên dema niha û bê de kirde, ango Arjen û Ez xwerû ne û bireser, ango “derî” û “name” jî tewandî, yekjimar û nediyar in. Ji ber ku zayenda peyva “derî” nêr e em bi qertafa tewanga nêrtiyê ditewînin. Ji ber ku zayenda peyva “name” jî mê ye em bi qertafa tewanga mêtiyê wê ditewînin.

Lê di hevokên dema borî de kirde, ango Heval û Gundî ditewin û bireser xwerû dimînin û qertafên tewangê nagirin ser xwe. Ji ber ku em zayenda Heval nêr e, ango em behsa hevalekî mêr dikin divê em qertafa tewanga nêr û nediyar bi kar bînin ku ew jî “-ekî” ye. Di mînaka me ya din de jî ji ber ku em behsa gundiyekê dikin û ew jî jin e divê qertafa tewanga mê û nediyar “-eke” bê bikaranîn.)

Em hin mînakên dinê bidin:

  • Viyan çiyayekî dibîne.
  • Şivanekî bizin didot.
  • Keçikekê gul berhev dikir.
  • Kurikekî xwarin xwar.

(Hevoka me ya ewil li gorî dema borî hatiye sazkirin. Ji ber wê di vê hevokê de kirde ango navdêra Viyanê xwerû ye û navdêra “çiya” jî hatiye tewandin. Di vir de Viyan çiyayekî tenê dibîne û nizane ka ew çiya kîjan çiya ye. Ji ber ku zayenda peyva çiya nêr e qertafa tewanga nêr û yekjima “ekî” bi peyvê ve zeliqiye.

Di her sê mînakên me yên din de jî hevok li gorî demên borî hatiye sazkirin. Di van mînakan de jî kirde tewandî ye û bireser xwerû maye. Binihêrin me gotiye “şivanekî”, ji ber ku em behsa şivanekî mêr dikin em qertafa tewanga nêr a yekjimar û nediyar bi kar tînin. Di vê hevokê de biresera me “bizin” e û ew jî xwerû maye.

Di mînaka din de jî kirdeya me “keçik” e û ji ber ku di dema borî de hatiye sazkirin û em ê behsa nediyariya wê bikin divê em qertafa tewanga mê a yekjimar û nediyar bi kar bînin û “ekê” pê ve dizeliqînin. Binihêrin dîsa di vê hevoka me de biresera me “gul” xwerû maye.

Di mînaka me ya din de jî kirdeya me “kurik” e û em nediyar dikin. Ji ber wê em qertafa tewangê ya nêr û yekjimar bi kar tînin û em “ekî”yê bi peyva kurik ve dizeliqînin. Di vir de jî bireser xwerû ye.)

Niha jî em ji bo tewanga pirjimar a nediyar mînakan bidin.

  • Arjen deriyinan vedike.(dema niha)
  • Ez dê nameyinan bixwînim.(dema bê)
  • Hevalinan xwarin çêkir.(dema borî)

(Binihêrin di van mînakên me de rewşeke cudatir derdikeve holê. Di mînakên me yên dema niha û bê de  kirdeya me xwerû dimîne û em bireserên xwe ditewînin. Di vir de êdî bireserên me pirjimar inû nediyar in. Ango em nizanin ka Arjen kîjan deriyan vedike û kirdeya ez ê dê kîjan nameyan bixwîne.

Di mînaka me ya din de jî hevok li gorî dema borî hatiye sazkirin. Di vê hevokê de jî vê carê kirdeya me ango “heval” tewandiye û pirjimar û nediyar e. Ango em nizanin ka kîjan hevalan xwarin çêkirine.)

Wekî ku dixuyê di demên niha û bê de biresera me tewandî û kirdeya me xwerû ye, lê di demên borî de jî kirdeya me tewandî û biresera me jî xwerû ye.

Niha jî em behsa hin hûrgiliyên tewangan bikin.

Di nivîsandina kurmancî de tewanga mê tim hatiye parastin lê belê tewanga nêr bi demê re ji holê rabûye. Ji ber ku ziman hêsaniyê dixwaze di demajoya dîrokî de gelek caran bar û gireyên ji ser xwe yan diavêje yan jî dimehîne.

Me ji bo tewangên nêr û diyar gotibû qertafa me “î” ye ne wisa? Û me mînakeke wiha dabû:

  • Azadî firaq şûştin.

Lê belê li gelek herêmên Kurdistanê ev qertafa tewanga nêr “î” ketiye û nayê bikaranîn. Lê belê li herêma Behdînanê hê jî parastî ye.

Di nav civakê de ev hevok wiha tê sazkirin:

  • Azad firaq şûştin.

Em mînakeke din bidin ka:

  • Bêrîtan Adarî dibe gund.
  • Binefş dê Siyabendî hişyar dike.
  • Arjenî Azad dît. (An jî)
  • Min tu dîtî.

(Binihêrin di dema niha û bê de bireserên me Adar û Siyabend tewiyane û qertafên tewanga nêr wergirtine ser xwe. Her wiha di hevoka me ya dema borî de jî kirde tewandî ye û biresera me jî xwerû ye. Lê belê di nav civakê de ev hevok wiha têne sazkirin:

  • Bêrîtan Adar dibe gund.
  • Binefş dê Siyabend hişyar bike.
  • Arjen Azad dît.
  • Min te dît.

(Lê belê di eslê xwe de ev şaşiyeke rêzimanî ye û bi vî awayî tewanga kurdî ji holê radibe. Em di mînaka xwe ya dawî de têkçûna tewanga kurmancî baştir dibînin.

Tê bîra we qayîdeya me çi bû?

Me gotibû di demên borî de kirdeya me tewandî ye biresera me jî xwerû dimîne. Lê di vê mînaka me ya “Min te dît” de ev qayîde têk çûye û hem kirde hem jî bireser hatine tewandin. Ev şaş e. Ji bo qayîdeya rêzimanî têk neçe divê em tewanga kurmancî biparêzin.

Ka em bidin îspatkirin divê çima tewanga nêr a kurmancî bê parastin. Em vê yekê bi mînakekê biselmînin.

Mînaka me ev e:

  • Xalê Rustemî gûzan dişkîne.

Binihêrin “Xalê Rustemî” ravekeke kurmancî ye. Di vir de “Xal” raveber e û “Rustem” jî raveker e. Dema tewang di veqetandekan de dixuyê divê tim bê parastin. Hekena dê wateyeke cudatir derkeve meydanê. Di vir de em behsa kê dikin?

Di vê hevoka me de kesek heye navê wî Rustem e û em behsa xalê wî dikin. Yanî yê ku gûzan dişikîne ne Rustem e Xalê wî bi xwe ye. Rustem di vir de xwarzî ye.

Lê heke em tewanga nêr û yekjimar û diyar bi kar neyînin ev hevok dê wiha bê sazkirin:

  • Xalê Rustem gûzan dişkîne.

(Êja di vir de wateyeke cudatir derdikeve holê. Di vê hevokê de kesek heye gûzan dişikîne? Baş e ew kî ye?

Di vê hevoka me de kesekî bi navê Rustem heye û ew gûzan dişkîne. Ya/ê ku diaxive wekî Xalê Rustem behsa wî dike. Ango ravekek çêkiriye û wesfek li Rustem bar kiriye. Di vir de Rustem xal e ne xwarzî ye.

Dema em qertafa tewanga nêr û diyar û yekjimar bi kar neyînin wate cuda dibe û xal û xwarzî tev tevê hev dibin.)

Em heman hevokê dema ji bo zayenda mê saz bikin tewang tim tê parastin:

  • Xalê Şîlanê gûzan dişikîne.

(Ev hevok di nav civakê de tim wiha tê bikaranîn û kes ranabe nabêje “Xalê Şîlan” gûzan dişkîne. Lewra Şîlan navê keçekê ye di vir de. û em dizanin ku em di vir de behsa xalê wê bi xwe dikin.)

Qayîdeyeke dîtir a tewanga kurmancî jî heye. Di kurmancî de daçek hemû peyvên li dû xwe tên ditewînin. Ev bêyî îstîsna wiha ye.

Ka em mînakekê bidin:

  • Min ji te hez kir.

(Ev hevoka me li gorî dema borî hatiye sazkirin. Me gotibû di demên borî de kirde tewandî ye û bireser jî xwerû ye. Lê belê daçeka “ji”yê di vir de hatiye bikaranîn. Ji ber wê biresera me jî ditewe em cînavka tewandî ya “te”yê bi kar tînin. Min û te du cînavkên tewandî ne û her du jî bi hev re hatine bikaranîn. Ev ji bo hemû daçekan derbasdar e.

Belê divê were bîra we me di beşa cînavk û hevalnavan de awayên cînavk û hevalnavan ên tewangê destnîşan kiribû. Em dîsa li vir behs bikin.

Du cure cînavkên kurmancî hene. Cînavkên xwerû û cînavkên tewandî. Cînavkên xwerû ev bûn: Ez, tu, ew, em, hûn, ew,

Û cînavkên tewandî jî ev bûn: Min, te, wê, wî, me, we, wan.

Her wiha cînavkên şanîdanê yên xwerû û yên tewandî jî hebûn:

Yên xwerû ev i: Ev û ew xwerû ne.

Yên tewandî jî ev in: Vê, vî û van, wê, wî û wan.

Vê: navdêrên nêz û mê diyar dike.

Vî: navdêrên nêz û nêr diyar dike.

Van: navdêrên nêz û pirjimar diyar dike.

Wê: navdêrên dûr û mê diyar dike.

Wî: navdêrên dûr û nêr diyar dike.

Wan: navdêrên dûr û pirjimar diyar dike. Ev hemû tewanga cînavkan destnîşan dikin.

Her wiha tewang di hevalnavên şanîdanê de jî derdikevin holê.

Vî: hevalnava şanîdanê ya nêr û nêz û tewandî ye.

Vê: hevalnava şanîdanê ya mê û nêz û tewandî ye.

Van: hevalnava şanîdanê ya pirjimar û nêz e.

Wî:  hevalnava şanîdanê ya nêr û dûr e.

Wê: hevalnava şanîdanê ya mê û dûr e.

Wan: hevalnava şanîdanê ya pirjimar û dûr e.

Pêdivviya tewangê bi ravekan tune ye wekî veqetandekan.