24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzedersên Kurmancî 16 – Tewang III

Di kurmancî de gelek awayên şaş ên bikaranîna tewangê hene. Ango ne tenê kurmamancîaxêv di nav axaftinê de her wiha kurmancînûs jî di nivîsê de tewangê çewt bi kar tînin. Em behsa hinek rewşên wiha bikin û di ber da taybetiyên tewangê yên mayîn jî rêz bikin.

Me di dersa xwe ya borî de gotibû divê tewanga kurdî teqez bê bikaranîn, hekena dê şaşitiyeke rêzimanî û di mijara têgihiştinê de jî kêmasî peyda bibin.

Di kurmancî tewanga mê ya yekjimar heta roja me hatiye parastin. Lê belê tewanga nêr a yekjimar bi demê re ji ziman ketiye. Lê belê ev qayîdeyeke tewangê ye û divê bê parastin. Di axaftinê de neyê bikaranîn jî divê teqez di nivîsê de bê bikaranîn.

Ka em bidin îspatkirin divê çima tewanga nêr a kurmancî bê parastin. Em vê yekê bi mînakekê biselmînin.

Mînaka me ev e:

  • Xalê Rustem gûzan dişikîne.

Binihêrin “Xalê Rustemî” ravekeke kurmancî ye. Di vir de “Xal” raveber e û “Rustem” jî raveker e. Dema tewang di veqetandekan de dixuyê divê tim bê parastin. Hekena dê wateyeke cudatir derkeve meydanê. Di vir de em behsa kê dikin?

Di vê hevoka me de kesek heye navê wî Rustem e û em behsa xalê wî dikin. Yanî yê ku gûzan dişikîne ne Rustem e Xalê wî bi xwe ye. Rustem di vir de xwarzî ye.

Lê heke em tewanga nêr û yekjimar û diyar bi kar neyînin ev hevok dê wiha bê sazkirin:

  • Xalê Rustem gûzan dişkîne.

(Êja di vir de wateyeke cudatir derdikeve holê. Di vê hevokê de kesek heye gûzan dişikîne? Baş e ew kî ye?

Di vê hevoka me de kesekî bi navê Rustem heye û ew gûzan dişkîne. Ya/ê ku diaxive wekî Xalê Rustem behsa wî dike. Ango ravekek çêkiriye û wesfek li Rustem bar kiriye. Di vir de Rustem xal e ne xwarzî ye.

Dema em qertafa tewanga nêr û diyar û yekjimar bi kar neyînin wate cuda dibe û xal û xwarzî tev tevê hev dibin.)

Em heman hevokê dema ji bo zayenda mê saz bikin tewang tim tê parastin:

  • Xalê Şîlan gûzan dişikîne.

(Ev hevok di nav civakê de tim wiha tê bikaranîn û kes ranabe nabêje “Xalê Şîlan” gûzan dişkîne. Lewra Şîlan navê keçekê ye di vir de. û em dizanin ku em di vir de behsa xalê wê bi xwe tê kirin.)

Qayîdeyeke dîtir a tewanga kurmancî jî heye. Di kurmancî de daçek hemû peyvên li dû xwe tên ditewînin. Ev bêyî îstîsna wiha ye.

Ka em mînakekê bidin:

  • Min ji te hez kir.

(Ev hevoka me li gorî dema borî hatiye sazkirin. Me gotibû di demên borî de kirde tewandî ye û bireser jî xwerû ye. Lê belê daçeka “ji”yê di vir de hatiye bikaranîn. Ji ber wê biresera me jî ditewe û em cînavka tewandî ya “te”yê bi kar tînin. Min û te du cînavkên tewandî ne û her du jî bi hev re hatine bikaranîn. Ev ji bo hemû daçekan derbasdar e.

Ka em çend mînakên din bidin:

  • Mala me li gund-î ye.
  • Min ji wan re behsa Feqiyê Teyran kir.
  • Rihanê di malê de mişkek dît.

Wekî ku dixuyê di van mînakên me de peyvên ku piştî daçekan hatine hemû tewandî ne. Peyva “gund” bûye “gundî”. Çima? Ji ber ku zayenda peyva gund a rêzimanî nêr e. Di her du mînakên din de jî li gorî rewşê peyvên piştî daçekê hatine tewandin. Ez bawer im ku ev yek hat fehmkirin.

Niha em behsa taybetiyeke din bikin. Belê divê were bîra we me di beşa cînavk û hevalnavan de awayên cînavk û hevalnavan ên tewangê destnîşan kiribû. Em dîsa li vir behs bikin.

Du cure cînavkên kurmancî hene. Cînavkên xwerû û cînavkên tewandî. Cînavkên xwerû ev bûn: Ez, tu, ew, em, hûn, ew,

Û cînavkên tewandî jî ev bûn: Min, te, wê, wî, me, we, wan.

Her wiha cînavkên şanîdanê yên xwerû û yên tewandî jî hebûn:

Yên xwerû ev i: Ev û ew xwerû ne.

Yên tewandî jî ev in: Vê, vî û van, wê, wî û wan.

: navdêrên nêz û mê diyar dike.

: navdêrên nêz û nêr diyar dike.

Van: navdêrên nêz û pirjimar diyar dike.

: navdêrên dûr û mê diyar dike.

: navdêrên dûr û nêr diyar dike.

Wan: navdêrên dûr û pirjimar diyar dike. Ev hemû tewanga cînavkan destnîşan dikin.

Û cînavkên xwerû û tewandî yên pirsiyariyê jî hebû ne wisa?

: ji bo rewşa xwerû

: ji bo rewşa tewandî

Kîjanî: ji bo kesê yekjimar û nêr

Kîjanê: ji bo kesê yekjimar û mê

Kîjanan: ji bo kesên pirjimar ên rewşên wan tewandî tê bikaranîn.

Her wiha tewang di hevalnavên şanîdanê de jî derdikevin holê.

: hevalnava şanîdanê ya nêr û nêz û tewandî ye.

: hevalnava şanîdanê ya mê û nêz û tewandî ye.

Van: hevalnava şanîdanê ya pirjimar û nêz e.

:  hevalnava şanîdanê ya nêr û dûr e.

: hevalnava şanîdanê ya mê û dûr e.

Wan: hevalnava şanîdanê ya pirjimar û dûr e.

 Û bira di bîra we de be hevalnavên çawaniyê bi tu awayî natewin û qertafên tewangê nagirin ser xwe. Ser meselê dema em dibêjin:

  • Gundê mezin
  • Keçika dirêj