spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzedersên Kurmancî 4 – Cînavk

Cînavk/Zamir/Zamir

Cînavk cureyeke peyvan e ku li şûna navan/navdêran tên bikaranîn. Di hevok û risteyan de hem şûna navdêrekî digirin hem jî navdêrekê rave dikin. Cînavk dema şûna navdêran tên bikaranîn hemû taybetiyên navdêran digirin ser xwe. Çawa ku di navdêran de tewang, mêjer û zayend heye di cînavkan de jî tewang, mêjer û zayend heye.

Cureyên cînavkên kurmancî ev in:

  1. Cînavkên kesane: Di kurmancî de du cure cînavkên kesane hene.
  2. Cînavkên kesane yên xwerû
  3. Cînavkên kesane yên tewandî

Yên xwerû ev in: ez, tu, ew, em, hûn, ew

Yên tewandî ev in: min, te, wê, wî, me, we, wan

Cînavkên kesane yên xwerû (Koma Ez) di demên borî de bi lêkerên negerguhêz re tên bikaranîn. Lê belê di dema niha û dema bê de ev cînavk hem bi lêkerên gerguhêz re hem jî bi lêkerên negerguhêz re tên bikaranîn.

Cînavkên kesane yên tewandî (Koma Min) tenê di demên borî de û bi lêkerên gerguhêz re tên bikaranîn.

Mînak:

Ketin: lêkereke negerguhêz e. Lêkerên negerguhêz çibûn? Ew lêkerên ku bireserê wernagirin lêkerên negerguhêz in. Yanî dema meriv pirsa “çi” û “kî”yê ji lêkeran bike bersiv nayê wergirtin. Ez hatim. Ez çi hatim? Bersiv tune ye.

  1. Cînavka Vegerok: Di kurmancî de cînavka vegerok “xwe” ye û ev cînavk di hevokan de kar û kiryara ku hatiye kirin, tê kirin û dê bê kirin vedigerîne ser kirde/biker. Zayend û mêjera cînavka “xwe”yê tune ye. Ango ew cînavkeke nêtar e.

Mînak:

  • Azad diranê xwe dişû.
  • Wi ji xwe re pirtûk kirrîn.

  • Cînavkên kesandinê: Cînavkên kesandinê bi lêkeran, navdêran, hevalnavan û cînavkan re tên bikaranîn. Ev cînavk wekî paşgir (qertaf) bi lêker, navdêr, hevalnav û cînavkan re tên bikaranîn. Dema ku bi lêkerekê re tên bikaranîn ew bi lêkeran ve dizeliqin, lê dema ku bi navdêr, hevalnav û cînavkekê re bên bikaranîn ew cuda tên nivîsîn.
  • Ji bo lêkeran mînakên me ev in:

*Ez dixw- im.

*Tu dixw- î.

*Ew dixw- e.

*Em dixw-in.

*Hûn dixw-in.

*Ew dixw- in.

  • Ji bo navdêran mînakên me ev in:

*Ez xwendekar im.

*Tu xwendekar î.

*Ew xwendekar e.

*Em xwendekar in.

*Hûn xwendekar in.

*Ew xwendekar in.

Ji bo hevalnavan mînakên me ev in:

*Ez dirêj im.

*Tu dirêj î.

*Ew dirêj e.

*Em dirêj in.

*Hûn dirêj in.

*Ew dirêj in.

  • Ji bo cînavkan jî mînakên me ev in:

Ez im.

Tu yî.

Ew e.

Em in.

Hûn in.

Ew in.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê