Duşem, Tirmeh 26, 2021

Rêzedersên Kurmancî 7 – Hevalnav

Hevalnav/Rengdêr/Sifet/Adjektîv

Hevalnav cureyeke peyvan e ku kesekî/ê yan jî tiştinan diwesfîne. Hevalnav bi navdêran re tên bikaranîn û navdêran ji gelek aliyan ve rave dikin. Ango hevalnav çawanî, çendanî, rewş, dirûv û rengê navdêran destnîşan dikin. Ji aliyê wateyê ve hevalnavan ev in:

1. Hevalvanên Çawaniyê: Hevalnavên çawaniyê di eslê xwe de jî hevalnav in; bi awayekî resen di nav hevok û risteyan de tên bikaranîn. Hevalnavên Çawaniyê ji bilî qertafên payeyê tu qertafên din nagirin ser xwe. Hevalnavên çawaniyê rewş, teşe, jêçêbûn, reng û dirûvê navdêran destnîşan dikin. a. Rewş: mala paqij, kulîlka bedew b. Reng: Asîmanê şîn, çavên reş c. Teşe: dîwarê bilind, goga gilover d. Jêçêbûn: maseya darîn, peykerê zêrîn

2. Hevalnavên Nîşandanê: Hevalnavên Diyarkirinê di eslê xwe de cînavk û hejmarnav in. Lê dema ku cînavkên nîşandanê beriya navdêran bên ew dibin hevalnavên nîşandanê. Ev hevalnav mêjera navdêran nîşanî me didin. Hevalnavên nîşandanê yên tewandî navdêrên li dû xwe jî ditewînin.

Ev ji bo Nêz û xwerû: Ev heval diçe gund. Ev pênûs a te ye.

Ew ji bo Dûr û xwerû: Ew heval diçe gund. Ew pênûs a te ye.

Vî ji bo Nêz û tewandî, nêr: Vî hevalî av vexwar. Vî beranî li min xist.

Vê ji bo Nêz û tewandî, mê: Vê hevalê av vexwar. Vê bizinê xwe ji jor de avêt.

Van ji bo Nêz û pirjimar: Van hevalan nan xwar.

Wî ji bo Dûr û tewandî, nêr: Wî zilamî dans dikir.

Wê ji bo Dûr û tewandî, mê: Wê jinê pirtûk dixwend.

Wan ji bo Dûr û pirjimar: Wan hevalan nan xwar.

Her wiha peyvên wekî “wiha”, “wilo”, “wisa”, “halo” hwd. jî wekî hevalnavên nîşandanê tên bikar anîn. Ev hevalnav bi xwe re wateyeke şibandinê jî didin. Mînak: Ez hevalekî wiha digerim. Min tiştekî wisa negot. Ev rewş halo nabe.

3. Hevalnavên Jimarîn: Hevalnavên Jimarîn mêjera navdêran destnîşan dikin. Hevalnavên jimarîn bi piranî beriya navdêran tên. Em mînak bidin: Çar birayên min hene. Du zarok dileyîzin. Du sed heb çêlek diçêrin.

4. Hevalnavên Nediyariyê/Nebinavkirî: Hevalnavên nediyariyê navdêran bi awayekî nediyar nîşan didin. Ev hevalnav jî ji cînavkên nediyariyê pêk tên lê ev jî beriya navdêran tên bikaranîn. Mînak: Hemû kurd yek in. Hin çivîk rengo rengo ne. Êdî tu kes rojnameyan naxwîne. Çend zarok kişik dileyîzin. Divê her kurd bi kurdî bizanibe. Pirtûka filan nivîskarî derket. Gelek rojnameyên kurdî hene. Hwd.

5. Hevalnavên Pirsiyariyê: Hevalnavên pirsiyariyê bi alîkariya pirsê navdêran destnîşan dikin. Gava ku em pirsê ji navdêrekê bikin bersiv hevalnaveke din e. Hevalnavên pirsiyariyê ev in: kîjan, çend, çi, çawa, çiqas, çilo, kû…hwd. Mînak: em ji hevokan bipirsin:

• Wê çend pirtûk xwendin?

– Wê çar pirtûk xwendin.

Naveroka berêPiyase – GAP