Rojnameya Heftane

Rêziman û xebatên rêzimanî

Rêziman rêz û rêçikên zimanekî nîşan didin. Heke em wateya wê ya ferhengî binivîsin, em dişên serî li Ferhenga Têgihên Rêzimanî ya di Zimannasîyê da ya R. L. Trask bidin ku dibêje: “ 1. Pergala ku pê peyv û morfemên zimanekî digihêjin hev û yekeyên mezintir, bi taybetî jî hevok û risteyan pêk tînin. 2. Şayesandin û ravekirina vê pergala ku ji komek rêgez û rêzikan pêk tê. 3. Ev beşa zimannasîyê ya ku bi danîn û avakirina ravekirinê û vekolana pêkhênerên zimanî.”

Bi awayê ku hevalekî berî salan gotibû, “rêziman notaya zimanî ye”, mirov dişê bêyî zanîna nota jî amûreke muzîkê lê bide, lê heke mirov notayan bizane, hingî karê mirov hêsantir û hunera mirov qeşengtir dibe. Her wekî çawa nota nivîsbarîkirina dengan e, rêziman jî destnîşankirin û birêkûpêkkirina rêgez û rêzikên zimanî bi xwe ne. Mirov nikare li derveyî rêzikên heyî ji xwe li gorî dilê xwe yan jî li gorî zanîna xwe hinek rêzikên li ser zimanî ferz bike.

Xebatên rêzimanî du cure ne; rêzimana şayesî û rêzimana rêzikparêz. Di rêzimana şayesî da bi rêzikên di zimanê heyî (li ber dest ) da xebatên li qadê tên diyarkirin û li ser wê bingehê berhemên rêzimanê tên amadekirin. Di rêzimana rêzikparêz da li gel rêzikên di zimanê heyî da, bi nêrîneka dûvdemî (dîyakronîk), li ser rêzikên heyî xebat tên kirin, hewla pêkanîna zimanekî petî û rewan tê dayîn. Di encamê da jî hinek form wekî rast, hinek jî wekî çewt tên binavkirin û berhemên rêzimanê li ser bingeha rêzikên rast tên nivîsandin.

Dema ku em bala xwe didin xebatên rêzimana kurdî, em dibînin ku xebatên ku bi destê kurdan hatine kirin, bi piranî bi nêrîneke rêzikparêz hatine kirin. Palpişta rêzimannasên kurd bi piranî paşxaneya wan a zimanî ku jêderka wê jî devoka wan bi xwe ye. Ji bilî wê jî hinek xebatên nivîskî ne, ku berî wan hatine kirin. Li bakurê Kurdistanê palpişta gelek rêzimannivîsan xebata Celadet Bedirxan û Roger Lescotî ye. Lê kesî zêde bala xwe nedaye xebata Qanatê Kurdo, Sadip Bahaedîn Amêdî; Reşîdê Kurd.

Her wiha kêm kesan bala xwe daye xebatên li ser rêzimana kurmancî yên ku bi zimanê îngilîzî, almanî, frensî, erebî û farisî hatine nivîsandin. Dîsa, kêm kesan xebateke berawirdî li gel rêzimana van zimanan û rêzimana kurmancî kiriye. Piranîya kesên ku di warê rêzimanê da berhem dane, herî zêde di bin bandora rêzimana tirkî da mane. Hinek ku derçûyê medreseyan in, belkî hinekî ji rêzimana erebî û farisî sûd wergirtibin.

Lê îro dem hatiye ku nifşên ku hêdî hêdî xwe ji vê rewşê rizgar bikin, li gorî teorîyên nû yên zimannasîyê berê xwe bidin kurdî,  gotar û pirtûkan di vî warî da binivîsin. Ne pir zêde be jî hinek xebatên bi vî rengî hene. Îro çend kovarên akademîk di warê zimannasîyê da derdikevin. Ev yek cihê kêfxweşî û şanazî ye.

Em hêvî dikin ku xebatên der barê rêzimana kurdî da êdî çarçoveya rêzimana klasîk derkevin, zêdetir li gorî teorîyên nû û nûjen ên zimannasîyê û piştî xebateke berfireh a li qadê werin kirin. Bi vê yekê dê gelek formên winda yên rêzimana kurdî derkevin holê û zimanê nivîskî yê kurdî dê bi van formên nû xurttir bibe.