20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rifet Esed vegeriya Şamê

Li gorî rojnameya El Weten a Sûriyeyê Beşar Esed rê daye apê xwe Rifet Esed ku vegere li Sûriyê bijî lê bi şertê ku tu roleke wî ya siyasî an jî civakî tune be. Li gorî rojnameyê Rifet Esed piştî 30 salên li xerîbiyê vegeriyaye welatê xwe. Wekî tê zanîn ji ber nelirêtî û karên gendeliyê gelek dosyayên Rifet Esed hebûn û dadgeha Fransayê cezayê zindanê lê birîbû.

Tê gotin ku bi navbênkariya Rûsyayê hem Fransa hem jî Beşar Esed qayil bûye ku Rifet Esed vegere welatê xwe ji bo ku dawiya temenê xwe nekeve zindanê. Li gorî hin çavkaniyên din jî Beşar Esed apê xwe bexşandiye ji ber sûcên ku di dema bavê wî de kiribûn.

Hêjayî gotinê ye ku Rifet Esed di dema serokatiya birayê xwe Hafiz Esed de xwestibû ku darbeyeke leşkerî li dijî birayê xwe pêk bîne lê bi ser neketibû û Hafiz Esed ew sirgun kiribû.

Li Fransa û Ispanyayê gelek mal û milkên Rifet Esed hebûn û wan welatan di dema dawî de bi biryarên dadgehê dest danîn ser gelek mal û milkên wî.