25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rihîme û kela şîr

Derya Ozdemîr

Bervaneka bi keş keş a reş ber bi pişta xwe ve kir û beroşa şîrê xwe da ser kuçêkê êrgûn. Sergîn û tersilê ber êrgûnê da bin beroşê û hinek pûş jî avête ser û çû mala cîranê xwe arê xwe anî da ser pûşê xwe, heya ar anî destê wê şewitand. Destê xwe kir devê xwe û bi lez hinek pûşê din jî bera avêt ser. Pûş şewitî lê sergîn û tersil man zêdetir pûş danî ser êgir vê carê vêket.

Şemsê bi zanebûn teşta xwe ya encûran danîbû bin siya têxt. Li aliyekî encûr diqoqilandin li aliyê din serqoriya karê bûka xwe dikir, li çûn û hatina Rihîmeyê û karê wê dinêrî kêfa xwe bi bûka xwe xweş dikir, pir hez ji bejna Rihîmeyê dikir.

Xeftanê carsoyî hêşin ê gulgir li Rihîmeyê bû; bejna wê tev de rabûyî xeftanê lê ji eslê cawê wê xweşiktir xuya dibû. Şemsê di ber xwe de digot: “Xeftan û kumê wê çi qas lê tê. Nava Rihîmeya min tenik û zirav e, gustilkê ji jor berde wê li jêr bisekine. Di gund de bûka herî xweşik a min e. Rihîmeya min bûye deqa jinan lê hîn zarî ye. Hinekî bielimiya kar jî bes bû. Şemsê dixwest karê wê jî wekî çelengiya wê bi navûdeng be û bibe kebanîyeke jêhatî.

Zarok bû Rihîme û hîn duwazdeh salî bû. Têretêr li ber destê diya xwe nemabû û ji ber ku xwişkên wê yên mezin hebûn li cem diya xwe neelimîbû kar. Neelimîbû  bi şeş metro cawê lê rabe rûnê û kar bike û xeftên û bervanekê li xwe bişidîne. Ji ber kofiya bi reşî û îşkorên zîv jî nikaribû serê xwe rakira bi taybetî jî dema karek bikira. Ji xwe re digot vî soxeyî kum stuyê min şikestiye, hewarê ez nikanim ji ber rakevim!

Dest û lingên wê li hev digeriyan û di xwê de bûbû av. Wê zanibû xwesûya wê Şemsê di bin çavan re li wê û karê wê dinêre. Şîr hinekî germ bûbû lê agir dîsa vemirandibû. Çavên Rihîmeyê sor bûbûn; nefesa wê û serê wê êşiyabû êdî. Dikir û nedikir, ew agir vênediket di dû de beecîbû. Hinek pûş avêt ser Rihîmê. Careke din bi hêl û kuxik pif kir lê hîn zêdetir dû kir. Êdî Rihîmeyê pêş xwe nedidît. Careke din pif kir hêsirên çavên wê li ser rûyê wê hol dibûn. Piştî kêlîkekê agir ji nişka ve alaz da û xwe avêt rûyê Rihîmeyê alast.

Vê carê hêsirên çavên wê ne ji ber dû, ji halê xwe aciz bûbû Rihîme. Êdî xwe nikaribû bigirta, hêsirên wê li ser hinarikên sor dihatin xwarê. Roja bûbû bûk hat bîra wê. Dema ew xemilandibûn, sixmeyê sorê bûkaniyê lê kiribûn, sorka bûkê avêtêbûn ser û li hespê siwar kiribûn. Digot qey ew malko dilizîn, difikirî ku ew ê bi berbûyan re here û dîsa vegere mala xwe. Temaşe û govend xelas bû, gundiyan xirêfa bûkê xwarin û belav bûn. Xwediyen Rihîmeyê jî xatir xwestin ku herin mala xwe. Rihîmeyê jî tev xemlûxêza xwe hewl da ew jî bi wan re biçe. Xwediyê wê û aliyê zavê hemû li hev nihêrîn û keniyan, gotin êdî mala te ev der e, tu nikarî bi me re werî, tu êdî zewiciyî.

Rabûn xatirê xwe ji wê xwestin û bi rê ketin. Rihîmeyê stuyê xwe şikênand û bera ber xwe da û dest bi girî kir, hêsirên wê mîna niha li ser hinarikên wê diketin. Piştî ku xwediyê wê jî çûn, xwe hîn zêdetîr xerîb û terikandî hîs dikir; kela wê rabûbû nikaribû xwe bisekinanda. Ji aliyekî jî ji wan fedî dikir dixwest di hundirê xwe de bigire lê nikarîbû. Difikirî Rihîme, wê çi bikira di vê mala xelkê de! Diya wê tune bû; ne xwişk û birayên wê bûn, maleke xirexerîb bû. Hîn nû hişê wê hatibû serê wê ew ne malko bû, bûbû xwedî xwesû, xezûr û mêrekî; hîn nû fem kir ku ew bi rastî zewiciye û mêrekî wê jî heye.

Navê mêrê wê Celal bû. Carekê ji dûr ve dîtibû lê rind lê nenêrîbû, nedihat bîra wê Celal yekî çawa bû! Dîsa kela wê rabû hîn zêdetir giriya di dilê xwe de digot: “Xwezî min malko nelîsta, xwezî ez li malê bûma; ez ê çi bikim li vê derê.” Dîsa digot xwezî ez li cem diya xwe bûma. Vê carê dora kelrabûnê ya şîr bû, heya Rihimeyê paçikê bi beroşê pê rake, anî û xwe bi ser de xwar kir. Hew nihêrî kofiya xwe ya bi rişme û îşqorên zivî pê de kete şîr û kela şîr rabû, şîr rijiya, Rihîme giriya.