spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rizgariya jinan rizgariya civakê ye

Fîdan Tizyanî

Jinbûn, bûyîna herî dijwar a mirovan, îfade dike. Bi hezaran jin her roj bê deng an jî bi qîr û hawar ji nav me diçin. Bêhna sar a mirinê ji ser pişta jinan, laş û giyanê jinan qet kêm nabe. Kesayetiya jinan ku ji hemû cureyên mirinê re vekirî tê hiştin, tu carî nikare wê bixe navenda ramana jiyanên demdirêj. Ger hûn jiyanê wekî xerckirina demeke kin dibînin û paşê jî rawestin, ew têkoşîneke ne baş e.

Di nav ew qas kirêtiyê de, jin ne dikarin bi rengekî rasteqîn bijîn, ne jî kes dikare bi wan jinan re bi rûmet bijî. Heke hûn her gav bi rengekî xirab werin vegotin, sedem gelek in ku hûn xwe nizm û kêm hîs bikin. Ger heqaret li hemû qadên jiyanê derkeve pêşiya mirov, mirov naxwaze gotinên xweş ji kesî re bibêje. Jina ku wekî ‘ya kesekî din’ dijî nikare xweşikiyê li xwe zêde bike. Jineke ku bi vî rengî nikare di neynikê li xwe mêze bike, nikare ji bo xwe hebe û bibe xwedî giyanê xwe. Ew jin nikare qedrê laşê xwe jî bigire. Jina ku ji hêla pergalê ve hatiye afirandin, ji bilî xwe ya her kesî ye. Koledariya zayendî tunekirina jinan ji xwe re kiriye şertê pêşîn ê hebûnê.

Xulamiya jinan avaniyeke civakî ye ku piştre hatiye bipêşxistin, ji tirs û tarîtiyê pêk tê û tu têkiliya vê rastiyê bi xwezaya jinan re jî tune ye. Jina ku li destê mêran dinihêre, wekî parsekekê ye û di warê aborî de jî xizan e. Ji aliyê rewşenbîrî ve tê seqetkirin û di hemû warên jiyanê de jî nezan tê hiştin. Hêza zilaman ku tenê di koletiya jinan de xwe îspat dike, ji qelsiya wan e. Serdestiya xwe ya li ser jinan, ji xwe re wek terapî dibîne û dilê xwe pê rehet dike.

Nasnameyên zayendî yên ku bêyî îrade hatine avakirin, li hemberî wê li ber xwe bidin da ku xwe bi hêza xwedayî ji nû ve biafirînin. Nebûna nasnameyê cezayê herî mezin e ku pergal dide jinan; her wekî efsaneya ku Hawa ji parsûyê Adem hatiye afirandin.

“Dîrok di roja me ya îroyîn de veşarî ye û jin di destpêka dîrokê de.” Gava ku em parçeyekî nan li erdê dibînin, em wî maç dikin û didin ser serê xwe. Belê nan pîroz e, lê kê ew nan dît; gerek neyê jibîrkirin. Dixwazin rastiya jinan bidin jibîrkirin. Divê li dîroka jinan binêrin, ji demên kevnar heya niha çi guheriye? Tê jibîrkirin ku endezyarên yekem jin bûn. Dîsa divê neyê jibîrkirin ku ew jinên ku jê re digotin “cadû” bijîşkên destpêkê bûn. Yên ku dîroka mirovahiyê daye destpêkirin, jin in.

Divê jin zihniyeta zilaman a ku wan wek “koleyên bindest, jina pûç, xulama mêrê xwe” dibîne, qebûl nekin. Jin ne cinsê duyemîn (talî) in. Divê jin doza bedena xwe, nasname û keda xwe bikin. Jin ne nîvê rojê ye, lê roj bi xwe ye; jin ne nîvê civakê ye, lê tevahiya wê ye. Divê hemû jin dîroka xwe bizanibin. Ji ruhê koletiyê, ji bûyîna zayenda duyemîn, ji xweliya serê xwe xilas bibin û divê ew ji yên ku dîroka wan diziye, hesab bipirsin. Ji ber ku rizgariya jinan rizgariya civakê ye.