19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

RJAK: Pergala ku jin înkar dikirin li ber rûxandinê ye

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) di 28’ê gulanê de li salona Lahey a Kerkûkê bi tevlibûna 250 jinên ji Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr, Mexmûr, Musil, Şengal û Dîyalayê, kongreya xwe ya 5’emîn li dar xistin. Kongre bi dirûşmeya ‘Bi perwerde, rêxistin û parastina jinan, azadiya tak û sîstema demokratîk a gel mîsoger dikin.’ hat lidarxistin.

Kongreya RJAK a ku ji du salan carêk tê lidarxistin sala derbasbûyî ji ber şert û mercên pandemiyê pêk nehatibû.Kongre herî dawiyê di 5’ê çileya 2018’an de hatibû lidarxistin.

Girîngiya Kongreyê

Necîbe Omer a di nav komîteya kongreyê de cih girtî axivî û wiha got: “Herêm bi awayek giştî di nava şer û aloziyan de derbas dibe. Naveroka hemû şeran şerê îdeolojiyê ye û şer di navbera hêzên namusperest û eniyên ku jin pêşengtiyê ji têkoşînê re dikin pêk tê. Ji bona wê lidarxistina vê kongreyê, carek din kar û xebatên jinan di ber çavre derbaskirin gelek giring e. Da ku bikarin bibin hêzek erênî bikarin bandorê li ser rewşa heyî bikin.”

 Nerazîbûnên jinên her diçe bilindtir dibin

Necîbe Omer destnîşan kir ku sîstemên heyî tevan ji serî heta binî nasnemeya jinan înkar dikir û hê jî dikin û wiha domand: “Ev pergala înkarkirinê êdî li ber rûxandinê ye dê hilweş e. Di çend salên borî de nerazîbûnên jinan gihiştine lûtkeyê û her kesê îlham ji têkoşîna jinan wergirtiye. Di şoreşa Rojava de şoreşa hemû jinên cihanê tê birêvebirin. Bi pêşengtiya jinan, têkoşîna rêxistinî û îdeolojî bi rê ve diçe. Îdeolojiya jinan îdeolojiya gel e û pişta xwe dispêre nirxên civakê.  Ev îdeolojî xwe ji ya desthilatdariyê, nîjadperestî û netewperestiyê cûdatir e.”

Parastina jinên Şengalê

Piştre dîwana kongreyê ya ku ji pênc kesan pêkdihat hat hilbijartin. Di kongreyê de peyama TAJÊ xwendin û li ser rol û têkoşîna RJAK’ê hat rawestandin. Di peyamê de hat gotin ku xwedîderketina RJAK a li jinên Şengalê wê ti demê neyê ji bîrkirin.”

Jinên Maxmûrê

Endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok jî peyama Meclîsa Îştarê xwend û  wiha got: “niheqiyek mezine ku em li ser xaka Kurdistanê penaber dibin.  Jinên Rojava di binê çadiran de dijîn, ta niha jî çarenûsa bi hezaran jinên Şengalê nediyare. Ji bona wê êşa me jinan gelek zêde ye.”

Xebatên du salên dawiyê

RJAK’ê di rapora sê salan a rêxistinê de da zanîn ku di sala 2018’an de 40 semîner, di sala 2019’an de 62 semîner li navêndên xwendin, zanîngeh, peymangeh û cihên giştî li dar xistiye. Lê di sala 2020’an de ji ber virûsê û qedexeya çalakiyan wan semîner û çalakiyên xwe piranî li gundan li darxistine.

Ji bo du salên bê

Piştre ji aliyê Sinor Kerîm ve rêziknameya navxwe ya rêxistinê hat xwendin û delegeyan giftûgo, têbînî û pêşniyarên xwe li ser anîn ziman û piştre jî bi piraniya dengan rêzikname hat pejirandin. Her wiha ji bo du salên bê proje, pêşniyar, pilaname hatin xwendin, giftûgo li ser hatin kirin û bi piraniya dengan hatin pejirandin.

Di dawiyê de jî endamên Encûmena Giştî ya RJAK’ê ku ji 21 kesan pêktên, hatin hilbijartin. Piştî axaftina girtinê, reşnivîsa encamnameya kongreyê hat xwendin, tê  payîn ku di rojên pêş de jî encamnameya kongreyê ji raya giştî re were ragihandin.