16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Roj roja xwedî derketina ziman e’

Têkildarî zext û qedexeyên li ser zimanê kurdî komxebata bi dirûşma “Dem Dema Parastina Ziman e” dest pê kir. Xebat dê heta sibê bidome. Beşdaran destnîşan kirin ku ew ê li dijî polîtîkayên tunekirina kurdî xwedî li zimanê xwe derkevin.

Komeleya Lêkolînê Ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hevkarî komxebata bi sernavê “Dem Dema Parastina Ziman e” li dar dixin. Komxebata ku wê du rojan berdewam bike, li otelek navçeya Sûra Amedê dest pê kir. Di komxebatê de wê zext û qedexeyên li ser ziman û polîtîkayên li ser zimanê kurdî nîqaş werin kirin û gavên ji bo vê werin avêtin dê bên axaftin.

Di nav beşdar de endam û rêveberên Platforma Zimanê Kurdî (ji partiyên siyasî yên kurd pêk tê), pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî, rêveberên Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, rêveberên HDP, DBP, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û sazî û dezgehên ziman hene. Di destpêka komxebatê de Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan axivî. Kan bal kişand ser qedexe û polîtîkayên zimanê kurdî yên ji aliyê qeyûman ve pêk tên û ew li dijî polîtîkaya qeyûman û polîtîkayên tunekirina ziman têdikoşin û ji bo zimanê kurdî bibe zimanê siyaset û civakê xebatan bi rê ve dibin.

Kurdan ji bo zimanê xwe bedelên giran dan

Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî yê ku ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D hat berdan jî beşdarî komxebatê bû û silavên girtiyan li beşdaran kir û wiha got: “Gelê kurd ji bo zimanê xwe bi salan e bedelên gelek zêde da û têkoşîna xwe heta îro anî. Zimanê dayikê ji bo naskirina miletekî rolek gelek grîng e. Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin û zimanê xwe bigihînin nifşên siberojê.”

‘Roj roja parastina ziman e’

Parlamentera HDP’ê Dersim Dag jî destnîşan kir ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî wek partî xebatên xwe didomînin û wiha got: “Em tenê ne ji bo parastina zimanê kurdî, ji bo parastina zimanên din jî em xebatan dikin û têdikoşin. Em ê wek siyasetmedarên kurd polîtîkayên xwe ji bo zimanê kurdî bi hêz bikin. Roj roja xwedî axaftina bi zimanê kurdî û xwedî derketina zimanê me ye. Em ê her xwedî li zimanê xwe derkevin, pê biaxivin, bixwînin û binivisînin.”

Piştî axaftinan, sînevziyona behsa zext, êriş û qedexeyên li ser zimanê kurdî dike û behsa girîngiya zimanê kurdî dike hat nîşandan. Piştî temaşekirina sînevziyonê komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.