19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roj û mehên xwedî peyam

Van rojên ku nexweşiya li nav alemê belav bûye, ne tenê li ser gel an jî welatek; bi awayê adil hema bêje li ser tevahî civak û welatan heye; hestên nû bi me re çêdibin. Çi ne ev gelo? Wekhevî! Lewre alem tev bi heman rengî hewl dide xwe biparêze, ji vê belaya ‘nedîtî’ xwe xilas bike. Bi rastî jî ev hesteke pir cuda ye lewre bi dersên têr û tije dagirtî ye. Dibe ku gelek ji me aliyên wê yên erênî û bi peyam baş nebînin, tênegihîjin lê ji dil bawer dikim ku ji bo aliyê me yê manewî (ku qet bê wê nabe) yê hatiye tevizandin, dikare bibe derman.

Gelo êşa vê nexweşiya biçûk, nedîtî, veşarî, bi qasî ya şer û pevçûnên ku dewlet û desthilatdariyên despot li ser serê gelan dimeşînin mezin û bi bandor e? Trajediyên ku mexlûqên herî bi şeref (!) anîne serê însaniyetê, serê xweza û gerdûnê, ji vê yekê sed qat xirabtir û dijwartir nîn in? Em ji bo xwe bibêjin; hovîtiya ku em kurd ji sedan salan heta îro, pê re rûbirû mane, ne sed car, hezar car ji vê bi zirartir, xirabtir û hovtir nîn e? Em wiha jî dikarin bibêjin; bi hezaran hovên ku ne dişibin însan, ne jî heywanan, serê 7-8 salan e bûne belaya serê axa me, ji vîrusa heyî wisa xirabtir in ku em nikarin tu navî ji wan re bibînin!

Em baş dizanin ku yên berê wan vîrusên wekî cinawiran dan welatê kurdan, cih û warên wan xirab kirin, talan û dagir kirin, ev pergal in û îro ji ber wî ‘tişta nexwiyayî’ nizanin çi bikin! Ên ku sedema şerê li dijî kurdan in, hevkarî û piştgirî didin her cure hovîtiyê, sedema bi hezaran jin û mêrên li zindanan in ev dewletên navdar bi xwe nîn in! Loma jî ev roj ji bo me û ji bo ‘wan’ divê bibin ders. Divê em li dîrokê mêze bikin, bibînin ka ji ber çi bûyerên wiha xwezayî (an jî îmalkirî) çêbûne? Destên xwe bidin ser wijdanê xwe (ger ku hebe) baş bifikirin, dûr bibînin û rast bibihîsin ka însan, alem ji ber çi di vê rewşê de ye?

Însan, ger xwe xwedî bîr û bawerî bibîne, divê heta bijî, xwe berpirsiyar jî bibîne. Berpirsiyarî, pirs û lêpirsînê bi xwe re tîne ku ev nebe tu kes ji me li ku dibe bila bibe nikare bibe xwedî roleke baş, pêwîst û erênî. Niha berpirsiyariya famkirin û têgihîştina vê rewşê li pêşiya me hemûyan e. Divê em ne tenê ji aliyê bedenî ve li ser xweparastin û xilasbûna ji vê rewşê bifikirin; ji aliyê manewî ve jî xwe ji xeflet, seranserî nêzîkahiya li jiyanê, li xwe û hev, ji gunehên xwe yên ku bi xwe re gelek nexweşiyan tînin paqij bikin, van rojên xwe bi kar û ramanên pêwîst têr û tije derbas bikin.

Ev roj, xwedî peyamên têr û tije ne. Pergala ku bi sedan salan e xwe jêneger dibîne, dest davêje her tiştî, bi wate û nirxên civakî yên hezaran salan dilîze, vala û pûç dike; her tiştî ji bo berjewendiyên xwe di bin navê pêşketinê de ji koka wê vediqetîne, desteser û tune dike, bêdeng e, hepskirî ye û bi hejmara miriyan re mijûl e! Hêvîdar im di serî de ew pergal, em hemû kesên ku xwedî îdiaya ‘li dijî pergala kapîtalîzmê’ (hevoka kapîtalîzma bê destnimêj tam li gorî vê rewşê ye) ne şiyar bibin, ji nû ve bibin ‘însan’ li nirxên xwe yên madî û manewî vegerin. Yan na ger rewş wekî heta niha, tenê bi daneyên der barê hejmara miriyan de bidome dê tu tişt neguhere. Ji ber ku ev vîrus wekî me li jorê jî got, di ber guneh û jirêderketina pergala ku bi sedan sal e li ser kar e, pir biçûk, mehsûm û bêguneh e!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê