25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Roj were em ê hesab bipirsin’

Platforma Ked û Demokrasiyê yên Amed, Edene, Îzmir, Antalya û rêxistinên demokratîk ên Stenbolê bi minasebeta komkujiya 10’ê Cotmehê ya li GAR’a Enqereyê daxuyanî dan çapemeniyê. Girseyên kom bûn di çalakiyan de pankarta “Roj were em ê hesab bipirsin” vekerin.

Nûner û rêveberên pêkhateyên platformê, partiyên siyasî, parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û gelek rêxistinên sîvîl tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê nepoxên spî  rakirin û pankarta “Me ji bîr nekir dê ji bîr nekin” vekirin. Girse gelek caran dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Roj were em ê hesab bipirsin”, “Em ê 10’ê Cotmehê nedin ji bîr kirin” berz kirin. Berdevkê demê ya Platforma Ked û Demokarsiyê Mehmet Ceylan daxuyanî da. Ceylan, anî ziman ku hêj komkujiya 10’ê Cotmehê û 5’ê Hezîranê nehatiye ronîkirin û wiha got: “Komkujiya 10’ê Cotmehê, komkujiya 5’ê Hezîranê, komkujiya Pirsûsê û gelek komkujiyên din nehatine ronîkirin. Di vê komlujiyê de gelek desten qirêj hene. Divê hûn ji bo vê civakê xwe rexne dayîna xwe bidin. Heya ku ev komkujî neye ronîkirin dê dosyaya 10’ê cotmehê jî neye girtin. Em ê nehêlin bê girtin. Em îro di salvegera 6’emîn de hemû hevalên xwe yên de ku di komkujiyê de jiyana xwe jidest dane bibîr tînin.”

Li Pirsûsê komkujî şermezar kirin

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê, xwestin gorên qurbaniyê komkujiya 10’ê Cotmehê Yilmaz Elmascan ziyaret bikin. Lê polisan Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyên Rihayê jî di nav de girseya ku xwest derbasî goristana qurbanî lê veşartî ne bibe dorpêç kirin û nehiştin ku bikevin goristanê. Di navbera polis û endamên platformê de nîqaş derketin. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û xizmên qurbaniyan, astengiya polisan şermezar kirin û pankarta ku wêneyên 104 qurbaniyan li serê bûn vekirin û bi deriyê goristanê vekirin. Pişt re heyet derbasî gundê Midevê Biçûk ê navçeyê bû û xwest ku qurbaniyên bi navê Başak Sîdar Çevik û Nîlgun Çevîk li ser gorên wan bi bîr bîne. Li vir jî cendirmeyan goristana gund dorpêç kir. Endamên platformê serdana malbatan kirin û bernameya xwe bi dawî kirin.

Li Goristana Gaziyê komkujî şermezar kirin

Platforma 12’ê Adarê ji bo Serdar Ben ê endamê Sendîkaya Karkerên Înşaatê û endama HDP’ê Fatma Esen bi bîr bînin, li Goristana Gaziya Stenbolê bernameya biranînê li dar xistin. Gelek kes tev li biranînê bûn. Girseya ku li ber goristanê kombûn bi dirûşmeyan berê xwe dan gora Serdar Ben. Heman girseyê piştre çûn gora Fatma Esen ziyaret kirin. Di ziyarete de polîsan êrişî girseyê kir. Lê Girseyê li dijî êrîşan dîsa meşiyan û qurnefîl danîn ser gorê.

Li Goristana Ilhamurkuyu 5 qurbanî bibîr anîn

Endam û rêveberên rexistina HDP’ê ya Uskudara Stenbolê Azîze Onat, Selîm Ors, Ahmet Katurlu, Cemal Avşar û endamê HDP’ê ya Umraniyeya Stenbolê Vahdettin Ozgan ên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn li Goristana Ihlamurkuyu ya Stenbolê bi bîr anîn.

Li Îzmîrê bernameya biranînê

Hezên Demokrasî û Kedê, li Gara Alsancak a Konaka Îzmîrê ji bo bîranîna Komkujiya 10’ê cotmehê merasîma vekirina abîdeyê organîzekir. Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê Şaredarê Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer û gelek kes tev ls merasîma vekirinê bûn. Di merasîmê de pankarta “Em 10’ê Cotmehê ji bîr nakin” vekirin.

Li Edeneyê daxuyanî dan

Li ber abîdeya Aştiyê ya li ber Şaredariya Seyhana Edeneyê di saeta ku komkujî pêk hatî de bernameya biranînê hat lidarxistin. Nûnerên sazî û rêxistinên sivîl tevlî bernameya bîranînê bûn. Di bernameyê de hat diyar kirin ku heta ku edalet pêk bê dê têkoşîna xwe bidomînin.

Komkujiya 10’ê Cotmehê li Antalyayê jî hat şermezarkirin

Hêzên Demokrasî û Kedê ya Antalyayê jî bernameya biranînê li dar xist û gelek kes û malbatên ku xizmên xwe di komkujiyê de windakiribûn jî tevlî berameyê bûn. Ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane qurnefîl hatin danîn.

Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li GAR’a Enqereyê endam, nûner û rêveberên KESK, DÎSK, TMMOB, TTB’ê û partiyên siyasî li dijî şer mîtînga aştiyê li dar xistibû. Di mîtinê de DAIŞ’ê êrîş kiribu û 104 qasidên aştiyê hatibûn kuştin.